Li ser çîroka H.Kovan Baqî 'Bêexlaq'
Ba Har GUNER
- Ma em ji metroyê peya bûn?
- Ez qet ji vir tevneliviya me.
- Vir ku ye?
- Ez nizanim.
- Tu nizanibe ez jî nizanim.’
Wexta ku mirov vê çîroka bêexlaq dixwîne, bi rastî, wekî ku mirov dikeve metroyeke rêya wê, dîroka wê û pêþeroja wê ne diyar. Bi heman þiklî zeman, mekan û leheng jî ne diyar e. Mîna ku zemînek bi þiklekî teknolojiyê hatibe avakirin û di her saniyekê de bê guhertin. Mîna bûkalemûnekî bi serê xwe, hema ji acizî tim þiklê xwe diguherîne. Bi rastî mîna mirova ye jî. Çimkî her saniye di mêjiyê mirov de bi hezaran çîrok, fikir û bûyer derbas dibin. Kêlîkek xwe li kêlîkeke berê û ya li dû xwe, xwe difesilîne. Kovan, edebiyateke ecêb dike bi rastî. Wexta ku min ev çîroka bi navê Bêexlaq [H. Kovan Baqî, Bêexlaq] xwend, min xwest ez dîsa lê vegerim û dîsa bixwînim. Lewre her xwendinek tameke cuda derdixist holê. Ev ne ji ber teknîkê ye, ev bi giþtî bi þêwaza Kovan ve girêdayî ye. Ez nabêjim ku, vay Kovan bi þêwaza Joyce, yan jî bi edebiyatake bênavend ya bin erdê dinivîse. Na, kêfa min li ser þitexaliyên bi pênasî nayên. Joyce û þêwaza wî, bila li wê derê be, ji ber ku tu sînor û pênasên edebiyatê nebûna jî wê Kovan bi vê þêwazê binivîsiya û wê dîsa serê wêjeya Kurdî di warekî dijwar de rakira jor û wê bihiþta li stêrkên azad binêre.
Exlaq, her tiþt e û di heman demê de hîçek e. Hîçek e bêserî û bêbinî. Nexwe, li gora vê çîrokê exlak yan jî beexlaqî çi ye? Bersiva vê pirsê di hundirê çîrokê de yan jî di serê nivîskêr de tuneye. Nivîskar bersiva wê bi temamî ji xwendavên re hiþtiye. Ji ber ku di vê sedsala ku em tê de ne, ne tenê exlaq, hemî tiþtên din jî li gorî dem, mekan, bûyer û kesayetan diguhere. Ango mirov nikare pênaseyekê ji exlaqê re binivîse, lewra li gor jinê exlaq tiþtek e, li gor mêr tiþtekî din e; li gor derhênerekî/ê tiþtek e, li gor karkerekî/ê tiþtekî din e; li gor nivîskarê vê çîrokê tiþtek e, li gor xwendevên tiþtekî din e. Divê mirov li gor xwe û li gor nêrîna xwe bersiva vê yekê bide. Em dikarin li gor felsefeya Kantî ya exlaqê lê binêrin û li gor wê tiþtekî bêjin, yan jî li gor Thomas Hobbesî, yan jî li gor David Hûmeê lê binerin ku dibêje, “Tiþtê herî bi feyde û hezê dide mirov exlaqî ye û yên din jî beexlaqî ne.” Yan jî li gor olên semawî, olên din, li gor Nietzscheî, li gor Xwedê; lê belê kîjan Xwedê? Ê min, ê te, ê nivîskêr, ê qehreman, ê civaka tu tê de yî. Li gor çi, bi çi awayî, bi çi nêrînê, “tiþtek’’ bi exlaq e yan jî bêexlaq e. Dibe ku mirov xetereyekê bike û bibêje ji ber ku navê çîrokê bêexlaq e; lehengên wê çi bikin, çi bifikirin, di çi serpehatiyê de bijîn ew bêexlaqî ye. Na, nabe. Ji ber ku nivîskar, dibe ku ew weke îroniyekê bi kar anîbe. Lewra gelek tiþt di hundirê çîrokê de dikevin nav hev û hev diþon û kes nikare bibêje þopa exlaqiyê û ya neêxlaqîyê li ku dest pê dike û li ku diqede. Bi awayekî di nava hev de dihilin û rengekî nû derdixin holê. Exlaq di ve çîrokê de ev e: Tiþtekî ne diyar, tiþtekî ne ronî û tiþtekî ne tarî.
- Hin bejeyên di çîrokê de tên dubarekirin: malzarok, metro, X, Hewa Bêar, lêv, dev, diran tilîk, guh, ez, tu, qirik, avik, çav, kêf, derketin/xistin, lang lower,, verriþandin, esrar, cixare, þifêre Langê, rêwiyên metroyê, ekstasy, welidandin, þerab, hîlton, rehîm
- “Heger ku herdû jî hevdû bihêrin, bêedaletî namîne.”
Hezkirin gunehkarî ye, yan jî hezkirina bi hêlekê gunehkarî ye. Ji ber ku edaletê ji holê radike. Hezkirin xwedîtî ye û hemî þerên cîhanê jixwe ji ber xwedîtiyê derketin; le belê hez, nihandin, firkandin, alastin, wexwarin û vereþandin edaletê bi cih dike. Belkî ji ber vê yekê nivîskar dibêje: “ ‘wê’ qesas e û ‘wî’ qurban e. Çimkî “Wê” hildibijêre û “wî” tê hilbijartin. Piþtî vê hilbijartinê herdû jî, ew hezên ku di dilê wan de ye, dikin jiyan û dijin. Wexta ku mirov li vê hevokê dinêre di derbarê exlaq û neexlaqiyê de tiþtinan fêhm dike. Tiþtên bi zorê diqewime, neexlaqî ye û her tiþtên xwezayî jî, exlaqî ye. Û piþtî wê nivîskar dibêje: “ne ‘heq’ dimîne di nava min û te de û ne ‘neheqî’, heta careke din em ji ber hev.”
Zeman tevlihev e, di çîrokê de. Yanî di hevokê de dem pir tê guherandin. Him tê dema niha hem dihere dema borî û hem jî li ser dema bê disekine. Jixwe ev tevlîhevbûn, ev kaos pergaleke ne ji rêze derdixe holê û ev jî dibe terza çîrokê.
Joyce, dibêje ku bûyer di mêjiye mirov de ne bi rêzekê diqewimin; yan jî weke ku ev çîrokên em zanin bi isûl û bi fêhmkirin. Di mêjiye mirov de her tiþ tevlihev e û divê di nivîsê de jî wisa be û nivîskar bi wê re xayîn nekeve. Di vê çîrokê de jî dem, bûyer, mekan di nava hev de cî û þikl diguherînin.
- “Do, bike îro, þilbûna aniha bike zuhabûna sibê, sistbûna vê kêlîkê bike hiþkbûna kêlîka çûyî. Her tiþtek û wexta xwe.”
Wexta ku Xwedê hebe jiyan bi du þiklî diqewime: Tiþtê ku tu dikî ya gunehkarî ye yan jî xêr e. Yanî jiyan ji gunehkariyê û negunehkarîyê pêk tê, yan jî ji exlaqî û neexlaqîyê... Jiyan ne du reng e, ku mirov bibêje reþ û spî. Bihûþt û dojeh tenê tune ye. Zer, sor, þîn, kesk jî hene. Rengên jiyanê ên cûrbecûr hene. Jiyan bi gelek awayî û þiklî diqewime û diherike. Ji ber vê yekê belkî ev hevok di çîrokê de cih digire: “Li vî zemanê ku Xwedê lê tune ye, ne em namûsê dihebînin û ne bênamûsiyê.”
Lehengên çîrokê jî ne diyar in. Ya di her hevokê de yan jî di her þiûrê de tên guherandin, yan jî dikevin nava hev û dibin yek.
- “Aaaar, xwe li bê radipêçe; dibe ‘HewaBêar’ X, di nava me de dimehe, dibe ‘em’, em dibe ‘ez’ û çîrok hîna nû dest pê dike.”
Di nêrîna ewil de lehengên çîrokê yên sereke Hewa, Bêar û X in û jixwe ew jî nêr û mê û lez û bîseksuel in. Yanî birastî jî xwe di nava xwe de wenda dikin; hem bi þiûr, hem jî bi tevgerên xwe. Wexta ku mirov xwe wenda neke, wê çawa xwe bibîne gelo? Carinan Hewa û Bêar dibin yek, bi ser hev de dihilin, dibin HewaBêar, dimîne du leheng û carinan jî giþ di hundirê hev de wenda dibin; wê çaxê nivîskar û xwendevan dibin lehengên çîrokê. Lê belê bi ya min di vê çîrokê de lehengê herî mezin mekan e. Gelek mekan hene, lê belê mekana herî mezin û girîng malzarok e. Di nêrîna malzarokê de dê û di nêrîna dê de jî pîrek, mîna Xwedayekî hatiye bikaranîn, an jî lê hatiye nêrîn. Jixwe, malzarok jî mîna metaforekê hatiye bikaranîn. Metro, dawiya Lang Lowerê, devê Bêar, devên din, rehîm, quz hwd. Ev giþ mekan in û di heman demê de jî malzarok in. Ew cihê qedîm, pîroz e ku serpehatiya destpêkirina sirûþtê û afirîner e.
Leheng bi tevger in. Yeknesakiyê di mêjiyê xwe de bi alîkariya þarabê, ekstasyê, esrarê û seksê diþikînin û jiyana xwe kêlîk bi kêlîk, saet bi saet bi mane dikin. Jiyan diherike û yê kelîkek berê ne ez im ew ‘ez’ ê bihurî me. ‘Ez’ ê aniha jî ne ‘ez’ ê ‘bê’ me. Her tiþt diherike, diqewime û tê guherandin.
- “Tiþtekî du caran, di du rojan de, di du saetan de, di du kêlîkan de hîna jî weke xwe be, mehdê wî dixelîne.”
Weke çawa me got leheng di nava xwe de dihelin dibin yek, weke vê yekê jî dîsa dibin weke xwe û tên guherandin, pir dibin, dibin perçe perçe û her parçeyek dibe lehengek din. Tilîk, dest, çav, dev, rehîm, lêv, þeq çawa ku perçeyên temamê tevahiyekê ne, ew bi tena serê xwe dibin leheng, dibin mekan û serboriyên xwe, serpehatiyên xwe û daxwaziyên xwe, þiûrên xwe tînin ziman û mezin dibin.
Binêrin, bê Hewa dibê çi: “Tu Bêarê min e. Hinekî jî ê X’ yê. Ez ê te bikim du felqeyên þeqekê. Tu nabe wek min, tu yê bibî ê min. Ez ê Bêar bikim ‘Bê’ û ‘Ar’.”
Hevokên çîrokê yan jî bêjeyên hevokan bi xebateke ecêb hatine ber hev. Nivîskar ji ber vê yekê jî ma be di wêjeya kurdî de ciyekî zêrîn digire. Ji ber ku her hevokeke çîrokê bi awayekî mantiq û mêjiyekî mezin hatiye hûnandin. Tiþtê ku ewil xwe rê dide mîna bêmantiqiyekê û nakokiyekê tê xuya, lê belê ev nakokî armoniyeke bêhempa derdixe holê û ji xwendevan re hevokên ku bi saetan, bi rojan ku li ser bifikire diafirîne û afirandiye. Ji bo ku hûn jî ji vê þerbeta hezê vexwin ez ê çend hevokan li jêr rêz bikim:
- “We nedît ku, xistin, ‘wê’ dibirêje û nexistin, ‘wî’ tevî birajtinê dibirêje. Birîn diaxibe. Avik, dike ji birînê biherike.”
- “Dagirtinê valahî dagirt û valahiyê dagirtin vala kir.”
- “Ez þeveke sapê me; ne ‘mê’ beyî min dibe û ne ‘nêr’.”
- “Her çûyînekê tiþtek li dewsa xwe hiþt û her tiþtekî bang li hatinekê kir.”
- “Tunebûna xwe nake qurbana hebûnekê.”
- “Ez xirrek im û seba xirrandinê direhelim. Bi negotinên xwe dixirrim, bi negotinên min dibêjin qey em dixirrin.”
- “Azadixwaz nîn be, koletî nawelide.”
Birastî ji ber ku ez hevokan giþ nenivisînim ez xwe bi zor digrim. Weke ku hûn dibînin her hevokeke wî bi serê xwe çîrokek e û wexta ku tên cem hev armoniyeke bê qisûr derdixin holê.
Nivîskar, weke ku em ji hevokên wî fehm dikin, xwînerên aktîv, baldar û jêhatî dixwaze. Çawa ku nivîskar xebitiye yan jî dixebite divê xwîner jî weke wî bixebite, xwe biêþîne, bifikire û çîrokê, nivîsê ji nû ve di mêjiye xwe de, di þiûra xwe de her cara ku bixwîne dîsa bi awayekî nû biafirîne û bijî.
Di hin hevokan de ew baweriyên civakê binpê dike, kenê xwe pê dike û ya herî rast jî mîna rojekê tarî rê wan dide. Ji dêvla çalakiyeke pasîf çalakiyeke aktîv a ji hezê hildibijêre. Jixwe alastin seks e, seks welidandin e, xwe avakirin e û xwe afirandin e.
- “ Ez ne Xwedayê hezkirinê, tajiyê alastinê me.”
Me got di hin hevokan de baweriyên civakê ser û bin dike û li dijî wan disekine. Xwedê, ol, exlaq, bawerî û nêrînên civakê yên xuyayî bê qîmet dike. Þexs, nêrîna þexs û tevgera þexs dixe pêþiya tevgera civakê. Civak li paþê dimîne, zeîf dibe. Di vê rewþê de jî bê guman rexneyên xwe yên li civakê dike tîne ziman. Ew tiþtên ku mirov li dijî xwezaya xwe di hundirê xwe de hevs dike û di nava civakê de ji ber zexta civakê dixe hevsê, derdixe holê û þilfîtazî li meydanê mîna oryantalîstekê þûx dide reqsê û adetên civakê, tabûyên wê binax dike.
- “Xwedê nabê; min ‘Adem’ kir cûmaqek heriya ensest û qûl nabên, me herkê cûmek ji heriya ensestiya te dizîye.”
- “Metro, tije çavên serbest û gewdeyên hêsîr in. Bise, ez Bêar jixwe derxim, ez ê we bikim peyvên birçî; ez ê çavên we binixumînim û gewdeyên we, ji bindestiya kincan xilas bikim; ‘nerûmelezbîseksuel’ ên bêdîn, bêîman, bêîdeolojî, bêdizî, bêkuþtin, binamûs, biexlaq, biûcdan, hûnê vê metroyê bikin dikek û þoreþa þiûra nezerdeþt û tazîbûna betanê serbest çêbikin.”
- “Nabe; biraqe musteheqên temaþekirinê, bivên qey aniha wek em tunebin, me nabînin û wek hebin em wan dibînin.”
- “Em xwediyê ‘kirinê’ ne, ew ên ‘temaþekirin’ê.”
- “ ‘Kirin’ para me, ‘temaþekirin’ jî para we. Herkes gihîþt heqê xwe. Em bûn ji ber hev.”
- “Biraqe temaþevan bivên; oxxx, vî em kirine hêsîrê temaþekirinê, nizane ku hinekî ji bo me jî ol’ên arkaîk tevde, avêtine gilika tarîxa ku’ meytên olan, malzarokên qahpikan, qîlen kûçikan, nahlên hespan,’ giþtik dikevinê û nizane têrbûn çi ye.”
Ruhê mirov, bedena mirov mihûz e, birçîye û agir e, divê neyê derdestkirin bi nêrîna civakê, divê bê azadkirin ku xwe bibîne û armanca xwe ya welidandinê bîne cî û rabe hilkiþe asta Frederic’ê mirovê raser.
Eþq derew e. Çawa ku ew pênaseya ku dibêje ‘ eþq fahîþeyek e’ nivîskar jî dibêje “eþq îlîzyonek e; du heb dikevê û hîçek jê derdikeve.” Yanî eþq perdeyek e, qalikek e û bi rastî kirasek e. Kirasê ku mirov li xwe dike û þert û mercên civakê, baweriyên wê bi vî kirasî qul dike û digihîje armanca xwe yî esîl.
- “ Neh kêlîk berê min tu nas kir û kêlîkeke din ez ê te jibîr bikim.”
Ev hevok welidandina çîrokê ye, na welidandina mirov e. Na, na! Binpêkirina civak, ol, exlaq û jiyanê ye. Ev hevok serîrakirin e; serîrakirineke bê þûr, bê mertal û bê çek; serî rakirinek e bi tîp, bêje û hevokan; serîrakirina wêjeya zimanê kurdî ye. Dest xweþ, oxxxxweþþþ…
gunerm201@gmail.com
* Bêexlaq / H. Kovan Baqî / Weþanên Na / Çîrok / 105 rûpel / 2012