logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Edebiyata Kafkasê, kurdên êzîdî û “xwedîlêderketin”

  • Dîrok: 15/12/2015
Têgeha “xwedîlêderketinê” her tim ez aciz kirime lewre heke hûn xwedîlêderkevin hûn hêz in, hûn desthilat in yên li hemberî we bêhêz in, mexdûr in. Yê ku çareyan pêşkêş dike, yê ku her tiştî baştir dizane her hûn in! Li ser encameke wisa em ê karibin pirseke bi vî awayî bikin; sebeb çi ne ku hûn desthilat in, ew mexdûr in, mecbûrê şewqet û alîkariya we mane? 
Ew sebeb ji holê werin rakirin, hiqûq hebe, demokrasî hebe, zilm û zordarî tunebe, her bawerî her fikir û raman, her reng azad be ê mesele nemîne. Ew “beledbûna bi xwe ya li hemberî mexdûran” hûn alîgirên wan bin jî carna hukum li şêweyê dike. Wisa ku carna di derbirînan de (helbet ji niyetan tu şik nîn e) em pirgî xeletiyan tên. Heke yek bi yek em li derbirîn û têgehan hûr nebin di rabêj û tevgerên me de kêmanî dimînin, ev detay xuya bikin jî ji bo “yên din” ji bo mexdûran ne detay in… 
 Têgeha “Gelê Êzdî” jî yek ji wan derbirînan e ku bi problem e, wextê ev têgeh tê bikaranîn wekî êzdî miletek cuda bin têne hîs kirin û bi vî awayî halek îzoleyî yê din xwe dide der. Ew kurd in lewre têgeha kurdên êzîdî rastir e. 
Her wisa heke bi mexduriyeta wan re em li serkeftin, hewl û têkoşîna wan nefikirin emê dîsa bibin sebebê kêmaniyan. Ji cudabûna baweriyê ketibe bi çand, ziman û kultura xwe kurdên êzidî, zimên hem xweş parastine hem jî dewlemend kirine. Zimanê Mishefa Reş û Kitêba Cilwe bi kurdî ne, jiyana wan her bi kurdî reng û şikil girtiye. 
Di warê edebiyatê de li Kafkasê ew war û bingehek in. Em aliyê îdeolojîk deynin hêlekê (çiqas dixwestin îdeolojîk tevbigerin an jî çiqas mecbûr man, ev pirsên dîtir in, li gorî kesan rewş û rastî çi mehneyên xwe hebûn û hwd pirsên wisa dikare werin kirin) û em ziman esas bigirin em ê bi rihetî karibin bêjin kurmancîaxêv deyndarê wan in, çawa deyndariya me ji bo Hawar û gelek gavên dîtir heye.
Binihêrin di warê edebiyatê de, di warê lêkolîn û kedê de ew hewqas serkeftîne lê kesek ji wan navê xwe neda pêş, negot, “ez”. Dîsa ger em hinek hêlên naverokê û aliyên îdeolojîk deynin aliyekî emê bi rehetî bêjin Hewariya Heciyê Cindî ji alî modernîzasyona kurmancî ve, ji alî afirandina zimanê romanê ve şaheserek e. Min di romanûsiya xwe de rûmet li nihêrînên Mehmed Uzun girt ku ew bi hewl bû azadiya takekes derxe pêş, têkiliya edebiyatê û azadiya qelemê bi bîra me bixe.  Bala me bide edebiyata dinyayê. Lê heçî ziman, zimanê edebî û zimanê romanê yê Heciyê Cindî ye kurmancî di romana wî de derya ye. Çi eleqeya tiştên wisa û babetê pev ve heye, helbet hewl didim bi bîr bixim ku em serkeftinên wan bi bîr bînin ev ji derî moralê wekî vehesîn dibe sebebê siyanet û hurmetê. 
 Kesên wekî Erebê Şemo, Qanatê Kurdo, Ordîxanê Celîl, Eskerê Boyik… Lê nirxên wekî Celîlê Celîl û gelek gelek rûmetdarên din… Baş e, heke em li detayan difikirin em li ziman, çand û edebiyatê difikirin ev pirs xweş bi mehne dibe; gelo kê li kî xwedîtî kiriye? Helbet ji hestiyariyê û ji halê romantîk, gotin ji devê min dernayên, berhemên wan referans in. Pirêzeya wan li meydanê ye. Ji jiyan û trajediyên bi serê wan de hatî peyv di berhem û derbirînên wan de bi can û rih in, xwedî xweseriyan in, bi şikil û şemala xwe behsa welatekî dikin ku erd, cî war cuda bin jî ew welat bi mirov re bi bizav e.
Ferqek wan heye ku şayanê rêzdariyek bêhempa ye; bindest bi awayek hewl didin xwe bidin begemkirin. Di bîst sî salên dawî de di edebiyata me de bi awayek hewlên wisa hatine dîtin. Em dibînin ku edebiyatvanên Kafkasê neketine nav hewleke wisa. Edebiyat û xebatê ji bo şexsê xwe nekirine pêpelûk, ziman û edebiyatê esas grtine belkî sirek serkeftina wan jî ew e. Li Celîlê Celîl binihêrin, we di kîjan gotin, nivîs an jî lêkolînên wî de, hîs kiriye ku ew xwe, navê xwe derdixe pêş…
Heke em li sernavê nivîsê vegerin em ê ji alî jiyaneke demokratîk ve jî bi bîr bixin ku bawerî, çand, deng û rengên cuda dikarin jiyanê bi şikil bikin. Lewre em kurd her ku azadiyê bi dest bixin ji alî rêveberiyê rastiyên wisa ji bo me şens in.
Nîşe: 1.Heya niha gelek caran min dixwest nivîs lê bikim, hestê xwe der bibim lê her ditirsiyam ku hukmê nihêrînên oryantalîst yên hundur xwe bide der! Yanî, ez jî bikevim halê şîretkar û xwedîlêderketiyan! Bila gotineke klîşeyî neyê dîtin lê serbestiya êzidiyan pêşeroj û azadiya miletê me ye jî. 
2.Di sala 2004’an de li Îzmîrê min pêşniyar li Lal laleş kir ku wekî weşanxane ew me ji lezeta berhemên edebiyata me ya Kafkas nekin. Hat dîtin ku wî pêşniyar li ber çav girt.  Em ji hin berheman mehrûm nekirin. 
3.Di modernîzasyona kurmancî de ji bo derfetên derbirînê û helbet ji bo îmkanên ziman, edebiyata Kafkas tecrube û arşîveke muhîm e. Bi wê arşîv û danehevê ve ger em çavên xwe li edebiyata dinyayê vebikin gavên me siviktir bin.

Hin Nivîsen Nivîskar

Têkiliya nivîskaran a bi jiyanê re

  • 27 Pûşper 2009

Bila ev nebe îdayek lê wekî rastiyek sivik em ê bêjin têkiliya nivîskarên kurd bi gelemperî bi jiyana rojane re, bi objeyan re lawaz e heta kêm e. Bi dehan belkî...

EV ‘30 KITÊB’ LI KU NE?

  • 11 Tebax 2012

Di nivîseke xwe de, min helbesta Boraboz wekî metna  nivîskî ya pêşî derbiribû. Gelo wisa ye? Bi îhtimalek mezin na! Valahî, bêderfetî û...

LÊ EZ ŞOQ NEBÛM!

  • 30 Pûşper 2016

Hin însan hene ku  kevirên wan di bêrîka wan de ne û dimînin li benda keysa xwe, ji rojên bi mij hez dikin. Xuyaye min pê li zikê kesên din kiriye! Baş e,...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

TRT 6'ê ala kurd a li pişt Şivan Perwer sansur kir

ad

Nexşeya 'syria.liveuamp' qedexe kirin

ad

Ev jî çêbû: Bi kincên leşkeran derketin sehayê

ad

Li Wanê aşît bi ser malan de hat: Kesek mir

ad

Axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane

ad

Ji bo hezkiriyên wî: Fermo fîlmên Bertolucci

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname