Xelekên xebata hêja Michael Chyet, yên di malpera Kulturname de hatin weşandin, bûn sebeb ez hewl bidim hin peyv û biwêjên ji devera Varto bidim hev. Bi vî awayî, ger her kesê/a kurd yê/a bi qelem, (saetek du saet wext ji zemanê xwe bide) ji devera xwe peyvan bi bîr bîne, biweşîne wê ji bo zimanzan û kesên bi folklorê re eleqeder ê bibin derfet û delîl.
Heya ji destê min bê ez ê xwe ji şîroveyan bikim, aliyên zanîstî yê zimanzaniyê bihêlim li dera ha!
Min guhdariya xeleka derbarê peyva “dewar” de kir. (http://www.kulturname.com/?p=7057#more-7057)
Li Vartoyê peyva “mêşinî” jî heye, peyv, ji nav ajalên ku wekî pez têne derbirîn ji bo mih, berxan tê gotin.
Birêz Michael Chyet ji bo peyvên şkestî ji deverên curbicur mînak dane. (Heman navnîşan)
Li Vartoyê, di derbirîna peyvên şkestî de peyva “par” cî digire.
Mînak: Ji sê paran parek.
Ji deh paran parek.
Ji du paran parek.
Baş e, li dû van agahiyan, em dest bi xwendina peyv û biwêjên berhevkirî bikin.
Sî û star: Ev qalib, ya rast biwêj ji bo mal, avahî û herweha cî tê bikaranîn.
“Em man bê sî û star.”
“Sî û star tune em tê de bisitirin.”
Star: Ev peyv bêtirîn ji alî manewî ve bi mehne ye. Qe nebe li Varto wisa ye.
“Lawe min stara min e.”
“Keça min stara min e.”
“Çêleka min, ji bo min, star e.”
Heger bala me lê be, li vir, “star” weke egerek sereke ya jiyanê ye.
Şirik: Ji derî mehneya ava ku dişirike, wateyeke din ya vê peyvê heye; ji bo objeyên sûsê yên wek morî, pel û pûlên li ben rêzkirî jî şirik tê gotin.
“Te çi şirik bi xwe ve kirine.”
“Şirika li stuyê te xweşik e.”
Şiv: Li hin deveran ev peyv di wateya ço/çov de jî tê bikaranîn. Şiv dûz, zirav û dirêj e. Mînak; bi ço/çov hûn nikarin hiriya şûştî ji hev bikin. Şiv bê girêk e. Bi şivê li hiriyê tê dayîn.
Şirdan: Ew alav e ku masiyên hatî girtin lê têne rêzkirin.
Bijênek: Goştê dawa pez yê qelandî.
Terazin: Nêzî wateya peyva keresî ye. Terazin bêtir ciyên keresî yên li palên bilind derdibe.
Ji derî paşgira “tî” ku rista “lik” ya bi tirkî li peyvê dike paşgira “kî” gelek cî daye xwe ku rista “çe” ya bi tirkî li gelek peyvan dike.
mêranî/mêrantî(erkeklik), mêrankî(erkekçe)
Belê, peyva wekî mêrane heye ku hevwateya mêrankî ye lê însan çiqas dikare kerane, an serseriyane, paşpaşane bêje, nizanim.
Dewarkî, serserkî, kerkî, hurumkî, paşpaşkî, sewskî, bajarkî, gundîkî, heywankî, beramberkî, şivankî...
Sîs: Halê biriqî, yê bi teys. Mînak; piştî sewax tê kirin bi melikê tê sîskirin. Her wiha rûberê hevîrê kateyan bi rûn tê sîs kirin.
Sîskirin: Wekî biwêj tê bikaranîn. Ji bo şêweyên şelafiyê vedihewînin tê gotin.
Berçûvî: Peyv û gotinên bê mehne, yên belesev.
Mala matê: Biwêj bêderfetiyê, rewşa herî xedar ya ku însan tê de ye derdibe.
Çarçek: Mehneya egîtiyê dide der.
“Bawer nedikir mêr bike mêr kir îca dewa mêrê çarçek dike.”
Dewbir: Giş, bi tevahî.
“Pezê xwe bi dewbirî firot.”
Biryan: Ev peyv li Bedlîsê herku navê xwarinek be jî li devera Varto bi wateya qewl e.
“Biryana me heye, ew nikare ji soza xwe were xarê.”
Şoderb: derbeya herî xedar, ya bi yekcarî tê lêxistin û bêtirîn bi hukum e.
Teşenekî: Birîn ku neyê dermankirin dikeve rewşeke xedar.
“Birîn teşenekî bûye.”
Sûka sar: Sûka ku xalî ye, kes lê tune.
Sikûsar: Mala kes tê de tune.
Kapê çik: Ji bo rewşa bi wîze tê gotin; însanên bi qewet, yên amade ji bo rewşa xwe dibêjin, “ Ez wekî kapê çik im, amade me.”
Hêş: Wateya peyvê nêzî peyva “eksen” ya di tirkî de tê bikaranîn e.” Hay ji hêşa gurz hebe xirab bi cî neke.”
Mexso: ewan.
çiçik: Ji bo hinavên zarokên keç yên piçûk tê gotin.
Memik: Ji bo beşê bedena keçikên azev.”Memkên tolê sêva tal e.”
Bistan: Bo hinavên pîrejinan.
Pêsîr: Bo jinên bi zarok, ji bo memikên bi şîr tê gotin.
Guhan: Bo hinavên ajalan tê gotin.
Zîstan: hemle(Zî/jî: Jiyan. Zîstan: Ciyê jiyînê.
Hurcahil: Ev biwêj wateyek felsefîk dihewîne. Kesên ku ji bêhemdî nezan mane lê azad tevdigerin, qanûnên civakê ji xwe re nakin xem, ji bo wan kesan hurcahil tê gotin ku yek ji wan biwêjan e ku ez bi xwe jî bikartînim gelek jê hez dikim.
Şelpate: Ji bo guhên ajalan yên dirêj, fireh û li ba dibin tê gotin.(Wekî nîşeyekê bêjim ku di xebatek ji bo zarokan de min wekî nav daye qerekter. Navê qerekterê din jî qaqot e)
Qaqot: Tasa serî.
Aşobaşo: Axaftina kesên nexweş yên ji xwe bêhay.
Vîzalvîzalî: Halê parçebûyî yê cil, paçik, şelt...
Danavî: peza ku nehatiye dotin, bişîr hatiye hiştin.
Hozor: Şivên ter, yên nerm ku pê sivî(zembîl) tê çêkirin.
Şût: Dirêj, bilind.
Ji keçikên bejinbilind û zirav re, şûtê, ji xortên bejinbilind û zirav re şûto tê gotin.
Şûtik: ji keçik û lawikên piçûk re tê gotin: Tu li min û eva/evê şûtik binihêre!
Çakil: qance


