Di siyaset, civaknasî û zanistê de daliqandin wateyek xwe heye. Ez dixwazim şopa ku daliqandin li edebiyatê dihêle bi bîr bixim; li ku ew qewimîn pêk were dibe şopek û li dil û hişê wêjevanan dimîne.
Ger kapê we hebe û hûn kap biavêjin stûyê însanan ê dengê mexdûrên daliqandinê bimîne li cem helbestvan û wêjevanan. Wexta hûn kap biavêjin stûyê însanan ê helbestvan jî risteyekê ji bo we lê bikin, ê ew riste bimîne li pêsîra dîrokê.
Cerib û jiyana însan çendî caran selmandî ye ku daliqandin ne çare ye. Di sedsala me de wijdan û mexdûriyet du têgeh in ku her ku diçe dibin bingeha fikir û ramanan.
Hûn çi însan bin, çi dewlet bin ferq nake ger we însan mexdûr kiribe an jî wijdan ji bîr ve kiribe di cîhana îro de, hûn nikarin bandor li dil û rihê însanan bikin.
Bes dengê mexdûran heye li cem wêjevan û helbestvanan, dengan zêde mekin.
**
Carna di medya me ya tirkî de nivîsên der barê edebiyata me de têne weşandin. Di nivîsan de hûn dibînin ku kes ne haydarî çavkaniyên edebiyata me ne. Êdî mîna benîştê qusîyayî her agahiyên ansîklopedîkî tên nivisîn û dubare kirin.
Carna jê jî, ji bo nivîsan, nûçeyên medya tirkî dibin referans!
**
“Gelo ji bo çi berhemên utopîk ên navdar xwe di edebiyata me de nadin der?” Ev pirs pirsa Berfo Barî ye. Pirsek bes watedar û li cih e. Bi qasî aqilê xwe, min çend tişt got.Tiştên ku min gotin bila bimînin li dera ha, ev pirs bila ji bo bersivan xwe bigihîne we jî…
**
Pirsa din ya ku Berfo kir jî derbarê zimanê Mîr Qasimlo de bû. Berfo behsa şêweya wî dikir.
Ez ê çend tiştan der barê bikaranîna kurmancî de lê bikim. Di nivîs û berhemên Mîr Qasimlo de bikaranîna kurmancî xuya ye bala gelek kesan vedikişîne, ê her balê vekişîne jî.
Ji bo em wî halî baş têbigihîjin gerek em, Ehmed Huseynî bi bîr bînin. Di helbestê de, Ehmed bi çi awayî nêzikî ziman dibe Mîr jî di romanê de dixwaze bi wî awayî ziman bikar bîne.
Ziman ji bo Ehmed Huseynî bi tenê ne navgîn e, armanc e jî lewre Ehmed Huseynî bi qasî midexaleyî jiyanê dike ew qas jî midexaleyê jiyana kurmancî jî dike. Çarçoveya li jiyanekê digere bi wî awayî ji bo zimên jî li jiyanekê digere. Belê, îmana zimên diçikîne ji bo zimaneke din bi dest bixe, ji bo ziman jî azadiya xwe bi dest bixe.
Bikaranîna wan , ji bo hal û jiyana zimanê me îtîrazek e, ew wî halî qebûl nakin. Ew qas jî bi kurmancî bawer in.
Di heman demê de hêrsek e jî, hêrsek evîndarî. Ehmed Huseynî çarçoveya di helbestê de rihek dide ziman hêvîdar im ku Mîr jî di pexşanê de wê heman rihî bide kurmancî.
cihanacirokan@hotmail.com


