Diyarname
Kompaniya madenê dixwaze li Zozana Hasandinê ya Pasûra Amedê kanên madenê çebike. Di rewşeke wisa de wê zozan têk bibe. Li hemberî vê yekê îro li Zozana Hasandinê mîtîngek hat lidarxistin.
Mîtîng bi pêşengiya KULP-DER (Komeleya Pasûriyan a Stenbolê) û Platforma Parastina Zozana Hasandina Pasûrê hat li dar xistin. Endamên DBP û DEM Partî, endamên saziyên sivîl ên Amedê jî piştgirî dan mîtîngê.
Di mîtîngê de dovîzên wekî "Em li zozanê xwe madenê naxwazin", "Bila Hasandin nebe Îlîç", "Li Hasandinê em rê nadin madenê" bilind kirin û diruşmên wekî "Bijî berxwedana Hasandinê" hatin bilindkirin.
Di mîtîngê de hin axaftin hatin kirin. Va ne hin gotin:
- Endamê Komîsyona Hawirê ya Baroya Amedê Ahmet İnan: Maden zirarê didin çavkaniya debara gel û zirarê didin hawirê. Li vir em jiyanê diparêzin. Emê rê nedin projeya madenê.
- Hevberdekvê Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê û Serokê Baroya Amedê Nahit Eren: Ji Çemê Pasûrê me masî digirtin lê niha êdî ew tune ne. Wê çaxê jî hinan dengê xwe bilind kirin lê mixabin têkoşîn nehat bilindkirin. Emê êdî destûrê nedin talanê. Gel li vê zozanê hatiye ba hev û xwedî li zozanê xwe dertê.
- Serokê KULP-DER'ê İflahattin Aslan: Em naxwazin ev projeya madenê çêbe. Em li ku dibin bila bibin dilê me li vir e. Kî dijî projeyê derê em ligel wan in. Em dakirin Hasandinê rizgar bikin.
Foto: MA
***
Vîdeoyek li ser vê meseleyê: