Berî rabûna babelîska 12’yê Rezberê hevdunasîna min û helbesta Nazim:
Ji Welatê Min Dîmenên Mirovan, Destana Şerê Rizgariyê, Êrîş li Rojê…
Wan salan, şaîrên herî bi nav û deng, yek kêm yek zêde ev in: Nazim, Ahmed Arîf, Enwer Gokçe, Hasan Huseyîn…
Çend ristên helbesta Hasan Huseyîn ya bi navê ‘kurekî min dê çêbibe, ez ê navê wî bikim Temmûz’ ji wan wext û dewranan de bi bîra min de maye!.
Ji bilî yên ku di dema perwerdehiyê de: Yahya Kemal, Cahît Sitki, Orhan Welî… nav û jiyan û hunera wan bi me dane zanîn, wekî xwendevanekî şiîrê, haya min ji Ulkû Tamer, Salah Bîrsel, Hasan Îzettîn Dînamo jî heye.
Gava ku dihizirim, tê digihim ku wê demê jî mîna aniha kêfa min ji helbest û helbestkariya nêzî helbesta gelerî hatiye!
Erê karteka li dil û li rih a şi’îra Arîf, bi zimanekî din wekî ‘me’ala’ kul û êşan bû, lê cihê Nazim ê di dilê min de wê gavê jî cuda bû ji ber dengê wî yê bi qeb-qeb, qube… mîna çemekî boş:
‘Hê ku wext heye gula min, hê ku wext heye,
Hê ku nerûxiyaye Parîs bi ser hev de tax bi tax
Pişta te bispêrim diwarekî ji van dîwaran
Û ramûsim ji devê te, gula min te ramûsim ji devê te…’
Nazim zêdeyî deh salan ma di heps û zindanên wî welatî de. Di helbesteke xwe de dipirse ji Abîdîn Dîno: Tu dikarî bextewariyê biwînînî, Abidîn?
Helbesta wî ya her rist pendek, her rist şîretek jî di bîra min de maye:
‘Tu bikevî hundir rojekê
Razî deh salan panzdeh salan
Belkî jî zêdetir…’
Wekî risteke kurwate, Nazim di cihekî helbestê de vê şîretê dike li yê ku têkeve hepsê:
Di hundir de çiya bîne bîra xwe’!
Ez jî gelek caran hatim girtin. Lê ne bi salan, ne bi qasî ku ‘di hundir de çiyan bînim bîra xwe’! Girtina min a ewil û hevdunasîna min û hepsê vedigere sala 1976’an. Bi dû re sala 1979’an; desteseriya 27 rojên di Tugaya Mêrdîne dê…û pişt re jî hatina 12’yê Rezberê, û desteseriya 53 rojên li Girêmîra, Nisêbîn, Mêrdîn û Diyarbekirê…
Lê tu rojan û tu wextan wekî ku bên devê deriyê şa’îrekî, nehatin devê deriyê min: herdem bi tawana ‘teroristiyê’ hatim desteserkirin û darizandin!
Di sala 1981’ê de ji ber vê gotina bi şik û gilî, ‘Min fahm nekir; ez şa’îr im an qatîl im’, ‘heseb’ ji min heta xwestin…
Jixwe yek ji diruşmên wê gavê, tije gefûref, û ku serê xwe li desthelatê kil dikir ev diruşm bû:
Roj wê bê, em ê hesap bixwazin ji we..!
Hesab hat xwestin…hem jî misqal bi misqal…hem dilop bi dolp, hem jî sal bi sal…
Niha piştî ew qas salên derbasbûyî, di hizûra we de heman pirsa Nazim ji Abîdîn Dîno kirî, ez ê ji Zekî Kayar bikim:
Tu dikarî sûretê bextewariyê çêbikî, Zekî?
Zekî; xwediyê dîwana helbestan a bi navê ‘Dilê Xembar’ e.. Ji sala 1993’yê ve di girtîgehê de li dû ‘qedandina sûretê bextewariyê’ ye. Bi eslê xwe ji Dihê ye, Zekî. Bi qasî ku şa’îrekî ji medreseyê derketî ye, ne bêhn; bêhna bixûra helbesta klasîk jî ji helbesta Zekî nayê:
DlLÊ XEMBAR
Zêde xwe raht neke Delal
Ji bo paşdeanîna dîmenên dilgeş
Piştî te
Bagera karesatên gewre
Viqî vala kir
Aloleya gizikên ciwan
Bi anteroza sêguçeya bêxwedî ve
Li sûlaveke bêbinî wer bûm
Feleka xayîn
Berevajî kir siûda min,
Hêj wekî rqekê bostanan bixuyêm jî
Hew baweriya min tê
Bi çarenûsa rehçikiyayî.
Di buhara jiyaneke xeşîm de
Reftarên ciwaniya tiroleyî
Serî li min gerandin
Û ez bi temenê neseridî ve
Li derbendên talûke qelibandim.
"Heya ku min xwe nas kir,
Min temenê xwe xilas kir"
Bila hew vebêjin çîroka dilê xembar,
Di rûpelên peyamên dildaran de ...
Zekiyê ku dibêje ‘Heya ku min xwe nas kir/Min temenê xwe xelas kir’ ji sala 1993’yê ve heta niha ku di van 13-14 salên bihurî de ji vê girtîgehê birine ya din; niha di girtîgeha Sêrtê de ye.
Rêveberiya Girtîgehê (Lijneya Xwendinê) bi gotana Zekî, ‘bi navê neteweyê tirk’ du sal e ku pirtûka Zekî nadiyê.
Zekî bi nameya ku ji min re ji girtîgehê şandiye, dixwaze balê bikşîne ser vê hêl û helwesta kêfî ya ‘min kir, min xweş kir’ ya rêveberiya girtîgehên li Tirkiyeyê û li herêmê.
Min bi xwe, du dîwanê xwe rêkirin ji bo Zekî Kayarê girtî!
Ji vir ez bang li hemû nivîskaran dikim, ku pirtukek du pirtûkên xwe ji Zekî re rêkin.
Tika min ji hemû nivîskaran ku Zekî bêpirtûk nehêlin!
Bila ‘Lijneya Xwendin û Nirxandinê’ pirtûkan nede Zekî; ew dê bi girtina her pirtûkê hê bêhtir bitengijin ji zimanê Zekî!
Zekî di girtîgehê de ye.
Zekî ji ber ku PKK’yî ye sal lê hatine birîn!
Lê Zekî helbestkarek e.
Bi ‘Dilekî Xembar’ di nava çar hîman de diafirîne û me bi ‘xemên me’ dihesîne!
Navnîşan:
Zekî KAYAR
E TİPİ CEZAEVİ
D-40
SİİRT
*Dilê Xembar,Zekî Kayar,Wş.Tevn,2007
**Dîwana Zekî Kayar ‘Dilê Xembar’ bi alîkariya Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê hatiye çap kirin.


