Wekî raya giştî jê haydar e, birêz Mahmut Alinak berî bi çend rojan bi girawa pereyan ji girtîgehê hatibû berdan.
Niha jî ji ber ku Alinak giliyê li Serokwezîr û Serokerkan biriye ber destê Neteweyên Yekbûyî, li ser daxwaza Dozgeriya Qersê, di derbarê wî de bi daxwaza doza cezakirinê di 1’emîn Dadgeha Ceza ya Aslî de doz hatiye vekirin.
Alinak di parêznameya xwe de tiştekî di ‘bin cilik de nahêle’; hemû kirin û kiryarên kirêt ên bi hest û dest û destûra rayedarên di serdema avakirina komarê de di parêznameyê xwe li ber dadgeriyê radixe… û dibêje, wan belgeyan derxin da em jî, hûn jî û alema dinyayê jî bizanibe bê wê çi aniye serê me:
‘Di zaroktiya min de hinek rabûna û ji min re bigotina,’ ji ber ku tu kurd î, kurd û kurdî rûberûyî şerekî bêdad e’; rêwitiya jiyana min a îroyîn ya ku bi pêngava ewil ya wê gava min avêtî re dest pê kir û ez di vir re derxistim, dê cuda bûya!
Mînak; hê di vî temenê zarok de min ê serî rakiribûya li hemberî wî mamosteyê ku di wê dibistanê de bi ço em fêrî tirkî dikirin…
Barebara me di felekan re derdiket di wê dibistanê de!
Ew êşên ku wî çoyî di bedena min a zarok de vekirin niha, îro ez di rihê xwe de pêjna wan êşan dikim.
Sed sal jî derbas bibin girî û qajîna hevalê min Edo ji bîra min naçe, di guhên min de her û her dê bike zingînî!
Ji ber wê lêdan û tevgera erzşikên ya mamoste bû, di wî temenê zarok de min ji kurdeyatiya xwe nefret kir û bi wê hêrsê ez çûm mekteba li gund a ku bi hizra ‘ wê min bike zilam’!
Lê, min ê ji ku bizanibûya ku ev mekteb di binyada xwe de aşekî asîmîlasyona Komara Tirkiyeyê ye! Û min ê ji ku bizanibûya ku Îsmetê Kerr, Îsmetê ku mezinên me bi çavên ocaxekî lê dimeyzandin, di sala 1935’ê de, di dema ku Mustefa Kemal Ataturk Serokomar û ew Serokwezîr e, di der barê kurdan de raporeke weşarî pêşkêşî Serokomar kiriye!
Ez celba vê raporê dixwazim…’
…………………………………
08/02/09
Ev nivîs kurtewergereke ji parêznameya birêz Mahmut Alinak e ku wî pêşkêşî 1’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Qersê kiriye…


