Min îro bername bidest xist. Bernameya 1’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê.
Mîhrîcana ku di 26’ê gulanê de wê dest pê bike û di 3’yê pûşperê de dê biqede.
Amadekar û mazûvan Şaredariya Bajêr e. Şaredariya Bajarê Amedê. Ser-şehrê dîroka wenda! Paytexta xewn û xeyalên lal... û çand û zimanê li ber sekeratê.
Pêşiyan gotiye; “Navî giran e mezelî wêran e!
Ev biwêja mîna ku ji bo vî bajarî hatibê gotin çiqasî li bejn û bala xopên tê.
Û Amedê, bi navê fermî Diyarbekir li dû 15-16 salên bi şerê germ derbasbûyî, Şaredariya Serok-kurd Festivaleke tirkî amade dike. Hema hema ji sedî not hunermend, nivîskar, helbestkar... ên tirk an jî yên zimanê tirkî!
Pêşiyan pirsiye: Bi tirkî min gur dî çi ye?
Me carekê gav avêt... êdî ji vê meşa ku berê me dadigerîne ser riya çûn û nehatinê, veger nîn e. Ne çand, ne ziman, ne nasname; li ser vê riyê hebe nebe hevokeke ku di devan de mîna qajikê benkan li ber pûçbûyînê tê çûtin heye: Aştî!
Kî ne aştîxwaz e?
Ji pîrên me, ji qîz û xortan?!
Kê aştî navê?
Dara berûyê, tu? Te gundo..?
Ger em li ferhengê binêrin pêşberî vê bêjeya “aştiyê” Haşî ye, Bêdengî ye, Aramî ye... Encama lihevhatina du hêzan an du aliyan e, neyîna dijayetiyan e, soxîn; li ser xakekê tunebûna nakokiyan e. Welhasil çîroka şûjinê ye, an jî ya gur û miyê!
Êêê... li vir gur kî ye mî kî ye?
Li vir kî miyê dispêre gur?
Li herêmeke ku bi kurdî bilandina diruşma “Bijî Aştî” qedexe, li ser navê aştiya kurd festivaleke mişt tirkî?! Gurayetî bi min a ev e! Ev e berevajîkirina pêvajoya nû!
Li çar nikarê dinyayê bi navê roj, şahî û festîval û tevger li dar dikevin.
Mîhrîcan ango festîval ji mebest û taybetiyên xwe ji roj û şahiyan cuda, sê çar gavan ji wan pêşdetir û berfirehtir çalakî ne. Yek ji armanca amadekirina festîvala danasîna welatekî, herêmekê yan jî ji bo bajarekî ye. Ku festîval, festîvaleke çandî û hunerî be, nexasim li herêmeke vê axê, li bajarekî mîna Amedê dîrokî û navend bi pêşewayetiya Şaredariya Bajêr bê kirin divê ku dên û bala derve û hundir bikişine bi ser ziman, huner û dewlemendiya çanda ‘herêmê’ de.
Rast e; di dîroka komarê de yekem car e festîvaleke ne bi navê ‘Festîvala Zebeşên Diyarbekir’ê çêdibe. Bername heta tu bibêjî erê, dewlemend e. Hem ji hela kesên ku beşdar bibin, hem jî ji hêla mijar û hunermendên mêvan ve. Yek jî yekî navdartirîn helbestkar: A. Telli, N. Behram, H. İzgoren, S. Temo... çîroknûs E. Oz, S. Samanci... Ma kî û ne kî? Ma çi û ne çi? Muzîk, govend, helbest xwendin... û mijareke ku hew kurd serê xwe pî diêşînin: Di helbesta kurdên tirkînûs de pirsa şopgeriya rojhilat..!
Welê dixuye ku di van rojên festîvalê de Diyarbekir wê di sûrên xwe de hilneyê. Li her cihî çalakiyek, li her salonê mijarek û axaftinvanên navdar: Textor, Prof, lêkolîner, rojnamevan... Em ê vaqasan ji nêz de binasin. Em ê bi wan re, ew ê bi me re biyan biyan bibişirin. Em ê destê xwe bi dostayî dirêjî wan bikin, û em ê bi dilovanî bibêjin: “Wey serseran , serçavan...”
Ez ê jî mîna mirovekî ji ‘herêm’ê herim temaşe û guhdariyê. Ez ê destê A. Telli cara duyemîn bi dilovanî bihejînim. Ez ê bixêrhatineke bi têhn bidim M. Kizilkaya. Ez ê bikim ku guhên diya S. Temo bi kurdî bixulxulin.
Di vê navberê de li şêwirmendê Şaredar Birêz Vedat Çetin rast werim, ez ê pirsekê arasteyî wî bikim:
Vedatê delal li kijan çiya xela kurda ye?
Gulan / 2001
Piştî bêdengiyeke dudiréj silavên ji milkê dil li nivîskar û xwendevanên malpera Diyarnemeyê dikim, û resterat destxweşiyê didim Helîm Yûsiv û hêjayén din: Îrfan Amîda, Omer Dilsoz, Dilawer Zeraq û seyda M.Fergîn… ku di babeta nivîskariya kurdî de tiliya xwe xistine kuninan, û heman tilî bi nazenînî ber bi hêlînan ve kirine…
Nivîskar divê ‘tiliya xwe di kuna mozan’ rake!
Mar jî pê vedin, dûpişkên heft girêk jî hebin di kunê de, nivîskar divê rastiya xwe li ber çavan raxe, çewtiyên heyî diyar bike, û bi bîr û boçûnê xwe balê bikişîne ser mijarên herî xeternak…
Ji ber ku ez ji can û dil li tevî nivîsên hemû nivîskaran ên di vê biwaré dibim, ezê nivîsekê taybetî di vê mijaredê nenivîsim, lê; min xwest nivîseke berî 8 salan hatiye nivîsîn bi we re par ve bikim.
Bi heza ji kurahiya dil…
24/6/09
Têbinî:
1.Azadiya Welat wê demê ev nivîs neweşand
2.Wê demê ji ber ku kompîtura min nîn bû, kevnedostekî di înternetê de belav kir.
3.Dostekî nivîskar piştî ku ev nivîs xwendibû,ev gotibû: Wî jî (yanî min) du rêz nivîsîne, dixwaze xwe derxe pêş!


