Edebiyata devkî berhema jiyana sirûştî ye. Ji tecrubeyan zaye. Eger em bi çavên îro li wê deryaya rengîn mêze bikin, em ê her tiştî şaş şîrove bikin (û jixwe em dikin jî!). Bi hilatina tavê re aşê debarê ziviriye û hemî endamên civakê pê ra rabûne. Bi daketina tariyê re “şer”ê hilberîna heyata rojane rawestiyaye. Bi hatina şevê re “fêkiyên ku hatine berhevkirin” li sifreya heyatê hatine raxistin. Di Ode/Dîwanan de, şevbêrk hatine gerandin. Ode/diwan veguherîne dibistanan. Û di wan dibistanan de, bi şertê ku qisedan/derbirîn estetîkî be her tişt bêsansur ketiye ber pirsê û şîrove li ser geriyaye. Bi gotineke din, bi hatina tariyê re şerê heyata rojane tevizî be jî teslîmî tariyê nebûye, bi afirandinên edebî re şev/tarî çirûsandine. Vê çirûskê şewla xwe berdaye ser rojê jî. Lewra xebata rojane gelek caran veguheriye festîvalên hunerî.
Zimanê nivîskî, roj bi roj geş bibejî, her ku diçe ji çavkaniyên xwe yên esasî bêpar dimîne. Lewra jî Celîlê Celîl dibêje: “Zeman dermanê her tiştî ye, lê dijminê folklorê ye(1)”. Em îro nikarin xwe bigihînin wateyên gelek peyv, motîf û sîmgeyên di nav edebiyata devkî de bi cî bûne. Di edebiyata devkî de, erotîzm bi motîfên wekî “sing û ber”, “dev û lêv”, “bistan û memik” cî digrin. Ji ber ku sing, dev û lêv aîdî her du zayendan e zêde balê nakişine ser xwe.
Ev motifên ku dengbêj û kilambêjan di neqişandina kilaman de bi kar anîne bûne melhema dil û birînên evînî, îro li ser pişta dengbêjan bûne/kirine bar.
Cîhan Roj di nivîseke xwe de dibêje: “Çiçik: Ji bo hinavên zarokên keç yên piçûk tê gotin. Memik: Ji bo beşê bedena keçikên azev. Bistan: Bo hinavên pîrejinan. Pêsîr: Bo jinên bi zarok, ji bo memikên bi şîr tê gotin (2)”. Piştî pênaseya Roj, em bi rehetî dikarin bibêjin:
1. Qîza ezeb bi zewacê re çawa ku qîzanî li dû xwe hiştiye her wiha beşek azadiya xwe jî pê re ji dest daye. Memikên wê ji fonksiyon guherîne, bûne/dibên pêsîr. Bi qewlên zewacê re êdî jin û mêr aîdî hev in, lewre ne pêkan e ku wekî berê serbest û aza bin. Civakê jî rê nedaye ku kes bikeve sînorê vê pevrebûnê. Lewre pêsîr nebûne/nikarin bibin motîfek erotîzmê.
2. “Çiçik û pêsîr” aîdî dergûşan in û masûmiyetê temsîl dikin. Dema ku dergûş birçî bûye, jinan li her derê bê xem pêsîr-li hin herêman çiçik jî tê gotin- avêtiye devê dergûşê. Ev jî delîleke bê emsal e ku civakê bi çavekî masûm li çiçik û pêsir mêze kiriye.
Rohat Alakom di kitêba xwe ya bi navê “Folklor û jinên kurd (3)” de, motîfa memikan di bin sernavê “Di stranê kurdî de navçeyeke erotîk: memik” ji gelek aliyan ve ji hev veçirandiye. Bawer im xebata herî dorbihêl a di derbarê motîfa memikan de ev lêkolîna berdest e. “Dema gilî ji Mem û Zîn hatiye vekirin, di berhema Ehmedê Xanî de em rastî çend îfadeyên li ser memikan jî tên, wekî “keçen memikhinar” û “keçên memikgilover”. Ev agahî ji bo min nû bûn, loma min berê xwe da çavkaniya ku Alakom destnişan kiriye. Bi lêgerineke kurt a li ser înternetê min xwe gihand PDF’ya “Mem û Zîn”ê ya ku ji alî M. E. Borzaslan ve li tirkî hatiye wergerandin (4). Bi rêya lêgeroka PDFê di kitêbê da min çavê xwe li peyvên “keçên memikhinar” û “keçên memikgilover” gerand. Di beşa ferhengê de peyva “Kewaîb: Memikgilover”derket pêşberî min.
Ji nav kitêbên xwe min “Ehmedê Xanî Mem û Zîn a Kadri Yildirim” û “Ehmedê Xanî Mem û Zîn a bi kurdiya Îro: Jan Dost (5)” li ber xwe raxistin. Bi alikariya PDF’ê zû gihiştim encamê. Ehmedê Xanî tenê carekê rasterast peyva memik bikaraniye: “Sêvînzeqen û memikhinaran” Min çi li ser tora înternetê be û çi di nava berhemên çapkirî yên li berdest be lêkolîna xwe berdewam kir. Di kitêb/dîwana Melayê Cizîrî (6), Feqiyê Teyran(7) û Memê Alan(8) de, rastî peyva memik nehatim. Di kilama “Delala Çiyayê Mazî” a ku di pirtûka bi navê “KURDISCHE ZAMMLUNGEN (9)” ji hêla Eugen Prym û Albert Socin ve hatiye çapkirin de, motîfa memikê wiha hatiye bikaranîn: “Dirêjê bejna te zirav e mîna minara Mêrdînê, memikê te mînanê sêvê Dalilê Gurînê..”
Di bin siya van berhemên berdest de, em bi rehetî dikarin bibêjin ku peyva memik wekî motîfeke erotîk ji alî Ehmedê Xanê, Dengbêj Evdalê Zeynikê, Reso, Şakiro û ji Kilambêj/Stranbêjên mîna Miradê Kinê, Huseynê Omerî, Ciwan Haco û hwd. va 350/400 sal in tê şuxilandin.
Di Antolojiyên Dengbêjan ên ku ji alî Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn ve hatine amadekirin de, motîfên erotîzmê di nav kilaman de bi van jimarên li jêr cî ji xwe ra dibinin. (10)
Reso Şakiro Huseyno
Kilam: 111 266 175
Dev û lêv: 4 67 7
Sing û ber: 13 77 6
Zerbistan: 0 9 0
Memik: 17 47 51
Dengbêj Reso:
Ez diçûme bajarê Diyarbekir derî dadayî
“…ezê di bextê we de me
herçî kesê rabe destê xwe di ser dilê xwe da dayne
di gaziya sarê mala bavê min da here
pêşiya terş û talanê mala bavê mi
ji pêşiya cerda Erebê reş ê Mewalî vegerîne
bira were ez pêşkeşa wî daynim palê pûrkirî pûlê nuqusandiyê palkirî
eger pê qayîl dibe bira qayîl be,
qayîl nebû şevê di payîzê hanûn di kalîn donzdeh seatê
ezê pêşkeşa wî daynim ewan cotê zermemikê di paxila xwe da çardeh salî
serê memikane teze nû hildayî hey lo lawo…”
Vebêj/kilambêj keçeke çardeh salî ye, ji bo mal û canê hezkiriyên xwe xilas bike ne xwe ango ne tevahiya bedenê û qîzaniya xwe lê memikê xwe derdixe ber “bazar”ê. Şertê hatiye danîn ne zewac e lê tawafa memikan e. Kesê bixwaze memikan tawaf bike gere kuştina xwe li ber çavan bigire. Keçik jî beramberî kuştinê xezîneya xwe ya bê emsal daniye. Li vir em dibinin ku “kilîta memikan” tenê di destê keçikê de ye. Bê destûra keçikê ne mimkûn e ku tu kes xwe bigihîne wê mêweya kal.
Dengbêj Şakiro:
Derd û meraqê min:
“ca tu rabî, gilî gazin û loma ji dilê min û xwu va neke
kilîta cotê zer memika teslîmê te bikim tu ji xwe ra di cêva xwe ke
rojê careke bîhna te teng dibe tu vê sibengê
kilîtê lêxe ji xwe ra derê cotê zer memika veke
heyanî mîla ber şefekê ji xwe ra pê şa be bike kêf û bi henek e
miskînî heramê mêrê mi şeytan e dêrisê gunda da xeberdar neke ax hay
alîkî singê mi ji te ra gul e, yek sosin e, yek çîçek e
tu rabe qasekî tevî heval û hogirê xwe tim û tim cara lê rûnê
temiya mi li te be li qarişî wî heramî tûxleka jê xirav neke “
Kilam bi devê jinê hatiye gotin. A ku memikên xwe pêşkeşî hezkiriyê xwe dike ne keçeke ezeb e lê jineke zewicî ye. Me li jor got ku memik aîdî keça ezeb in. Li vir tu nakokî tune. Keç/jin bêdilê xwe zewiciye. Wexta ku behsa xwe ji hezkiriyê xwe re dike, xwe bakîr dihesibîne. Keç/jin mexdûr e loma dengbêj li vir sînor/qewlê zewacê nanase û dibe berdevkê mexdûr.
Dengbêj Huseyno:
Silê Sedîkê
“…heft birayê min hene, temamî bi hev ra çûne rew û nêçîrê
birayê min ê piçûk pir di dilê min da şîrîn e
ezê bi qurbana te bikim sertacê xortan û egîta ha van cindiya
eger gava delaliya dilê mi pê qaîl bû ji xwe qaîl bû
gava qaîl nebû cotê zer memikê xwe yê çarde salî ji te ra serbest kim
tu ji êvarê hetanî sibê devê xwe têxe nava cotê zer memikê mi porkurê
li xala gerdena min hê dirêj in…”
Keçik ji bo dilê delalîkê xwe bikirre/xweş bike, piştî qurbankirina, “birê hogeçan, kozê berxa, keriyê miya û heft bira” yan, ancax memikê xwe pêşkeşî hezkiriyê xwe dike.
Keça ezeb: Kesa bakîr, takekesa nûgihayî ya azad e.
Memik: ev beşa bedena keça ezeb, berî her tiştî kana ava heyatê ye: Ev mêweya kal a “nederbûyî”, ji bo berdewamiya heyatê, kaniya herî comerd û pîroz e. Zanistê jî ev pîrozî pesend kiriye. Lewra zanist ji me re dibêje; şîrê dê ji bo zarok, xureka herî xurt û bi ewle ye. Memik ji alî fizîkî ve tişta herî berbiçav e ku mêr û jinê ji hev cihê dike. Ji alî şiklî/dîtbarî ve bi giloverî û belbûna xwe ya zindî bedena qîz/jinê dixemilîne û qîz/jinê bedewtir dike. Ev xeml û bedewî dihêle/dibe sedem ku memik wekî motîfeke ji motîfên berbiçav yên estetîkî û erotîzmê derkeve pêş.
Endamên civaka ku ev motîf afirandine, bi tecrubeyên xwe yên bi heyatê re haydarî van taybetmendiyan in. Lewre civatê motîfa memikê wekî biresereke zayendî nenirxandiye. Ev jî bûye sedem qîz, xort, jin û mêr bi rêya kilaman hezkirina xwe bêsansur eşkere bikin. Qîz û xortan peyamên xwe bi rêya kilamanên ku diavêtin ser hev gîhandine hev. Bi pesin, lîrandin û halan re gelek caran kilam avêtina serhev sînorê erotîzmê jî li dû xwe hiştiye. Motîfa memikan ji van kilamên ku avêtine ser hev zaye/afiriye. Dengbêj û kilambêj jî bûne berdevk û ev motîfa heyî bi gotinên xwe bêtir xemilandine/estetîze kirine û bi rêya dengê wan ev motîf li seranserê welat belav bûye. Asîmîlasyonê mîna giyaya firêzê ev çanda qedim dorpêç kiriye, cî bi cî rizandiye û para mayî jî bi rengê xwe nixumandiye. Loma hin beşên civakê, dengbêj û kilambêjên di vê serdema dawîn de “perdeya şermê” kişandine dor û berê vê motîfê.
Wexta ku meriv bi baldarî bala xwe bide edebiyata devkî – îstîsna hebin jî- keça ezeb bi gelemperî wekî motîf/semboleke hunerî û xelat/soza bihevrebûna hetahetayê, memik tenê pêşkeşî hezkiriyê dike/kiriye.
1. Folklor, zargotin û cureyên wê. Eşref Keydanî.
2.https://diyarname.com/article.php?Idx=1031
3.http://www.nefel.com/epirtuk/pdf/rohat_alakom_folklor_u_jinen_kurd_02.pdf?NR:125
4. https://tirsik.net/danegeh/pirtuk/ehmede-xani/Mem%20%c3%bb%20Z%c3%aen%20-%20T%c3%bcrk%c3%a7e.pdf
5. Weşanên Avesta
6. Melayê Cizîrî/Dîwan :Weşanên Roja Nû
7. Feqiyê Teyran: Jiyan, berhem û helbestên wî. Xalid Sadinî Nûbihar
8. R. Lescot: Textes Kurdes Memê Alan 1942
9. https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/C8S4TNLX7E.pdf
10. Antolojiya Dengbêjan: 2 Dengbêj Şakiro, Omer Guneş& İbrahim Şahin Weşanxaneya Nûbiharê


