Diyarname
Rêberê Kubayê Fidel Castro bi navê "Guerrilla of Time" du cîld pirtûk li ser jiyana xwe nivîsî.
"Guerrilla of Time" (Mirov dikare wekî 'Dema Gerîla' wergerîne) ku nêzî hezar rûpelî ye bi zarokatiya Castro dest pê dike heta berfanbara 1958'an ku rêveberiya Fulgencio Batîsta têk dibin û Şoreşa Kubayê çêdikin.
Her du cîld ji axaftina Castro û rojnameger Katiuska Blanco pêk hatiye û agahiyên li ser jiyana Castro têde cih girtine. Li ser pirtûkê bernameyeke televîzyonê ku Castroyê 85 salî jî beşdar bû amade kirin.
Fidel Castro herî dawî di avrêla par, di dawiya Kongreya Partiya Komunîst de derketibû pêşberî gel. Di bernameya ku niha hatibû amadekirin û 6 saetan hevpeyvîn dom kir de li Navenda Kongre ya Havanaye hatibû kişandin. Castro di bernameyê de dixwest gelê Kubayê ji bo welatê xwe, ji bo grestêrkê û hemû mirovahiyê têbikoşe.
Rêberê Şoreşa Kubayê Fidel Castro li ser pêşketinên li herêmê û dinyayê sekinî û pesnê têkoşîna xwendekarên ku li Amerîkaya latîn ji bo perwerdehiyê didin da.
Fidel Castro di sala 2006'an de serokdewletî sipartibû birê xwe Raul Castro û ji wê rojê de hindik derdikeve pêşberî gel.