Cemil Oguz
Di van salên dawî de êdî li ser înternetê jî pirtûkên bi kurdî têne firotin. Me lîsteya pirtûkên kurdî ku îsal herî zêde hatine firotin amade kir.
Malperek bi navê "www.pirtukakurdi.com" heye. Ev du sal e bi ser înternetê re pirtûkan difroşe, herî zêde jî pirtûkên bi kurdî. Malper tam bû du sal xebata xwe didomîne. Li ser pirtûkên ku di sala 2016'an de herî zêde firotine me bi Kordînatorê Pirtûka Kurdî Bawer Berşev re xeber da. Berşev li gor îstatîstîkên malperê lîste ji bo me amade kir.
Li gor gotina Berşev di firotina pirtûkên di malperê de îsal ji par zêdetir pirtûk hatine firotin. Eleqe sedî 70 zêdetir bûye. Piranî jî yên kurdî eleqe dibînin.
Em pirsa "Herî zêde li kîjan bajarî pirtûk ji we xwestine?" Berşev wisa bajaran rêz dike: "Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrdîn, Bîngol, Wan, Mûş, Amed û dûre bajarên din tên."
Di nav lîsteya herî zêde hatine firotin de klasîk jî hene, pirtûkên ser ziman jî. Her wiha "Şivanê Kurmancan" ku klasîkek kurdî ye jî. Lê digel ku di nav kurdan de herî zêde pirtûkên helbestan têne çapkirin jî di nav lîsteyê de tenê pirtûkek helbestan heye: "Janya". Nebûna pirtûkên din ên helbestan bala me dikişîne, ew dibêje, "Ji ber ku di edebiyata cihanê de an jî di ya me de her diçe helbest kêmtir tên xwendin."
Tiştê dixuye li gor wêjeya dinyayê pirtûkên bi kurdî ew qas nayên firotin. Mînak yê herî zêde firotiye nagihîje 150 hebî. Mînak, "Şivanê Kurmanca" tenê 114 heb hatiye firotin... Wisa dadikeve... Hejmara firotinê çi dibe bila bibe bi qasî pirtûkên herî zêde hatine firotin ev lîste derket holê.
Vaye li gor agahiyên ku Bawer Berşev dan (bêyî em dest bidinê, bi awayê gihîştiye ber destê me) 15 pirtûkên ku herî zêde li ser înternetê hatine firotin:
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
Nûçeyên eleqedar:
- 2016: Di Wîkîpedîayê de rûpelên herî zêde hatine guhartin
- 2016: Yên di tûrîzmê de winda kirin û yên qezenc kirin
- 2016: Kovara Time fîlmên salê hilbijartin
- 2016: Herî zêde me ev lîstikvan meraq kirin!
- 2016: Li Tirkiyeyê fîlmên herî zêde lê hatine temaşekirin
- 2016: RSF'ê beşek ji rapora xwe ya li ser rojnamegeran weşand
- 2016: Ronaldo 'Xelata Goga Zêrîn' girt
- 2016: Li gor BFI 30 fîlmên serketî
- 2016: Vane pirtûkên ku îsal herî zêde hatine firotin