Piştî nivîsa "Gelo haya nivîskar û şanogerên kurd ji hev nîn e?"* a di Diyarê Me de vê hefteyê emê li ser lîstika herî serketî ya di dîroka şanoya kurd de bisekinin.
Em qala lîstika koma Teatra Jiyana Nû (TJN) ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya bi navê "Komara Dînan / Şermola" dikin. Lîstik di meha yekem a sala 1998'an de derket ser dikê. Gelek eleqe dît. Di sê mehen pêşî de çend caran lîstiye, em tenê wan nîşan bidin wê bê fêmkirin ku em qala serketineke çawa dikin. Di meha rêbendanê de 7 caran, meha reşemî de 6 caran, meha adarê de 7 caran lîstik derketiye pêşberî temaşevanan. Vane dîroka rojên ku Şermola hatiye lîstin (tenê sê mehên pêşî):
Meha Rêbendanê ya 98'an:
1- 10.01.1998
2- 11.01.1998
3- 17.01.1998
4- 18.01.1998
5- 24.01.1998
6- 25.01.1998
7- 31.01.1998
Meha Reşemî ya 98'an:
1- 01.02.1998
2- 08.02.1998
3- 15.02.1998
4- 21.02.1998
5- 22.02.1998
6- 28.02.1998
Meha Adara 98'an:
1- 01.03.1998
2- 14.03.1998
3- 15.03.1998
4- 22.03.1998
5- 27.03.1998
6- 28.03.1998
7- 29.03.1998
Dîrokên li jor me pêşkêş kirin tenê li Salona NÇM'ê ya li Stenbolê hatiye lîstin. Ne cihek din.
Helbet piştî adarê jî lîstiye; hem ji bo em dirêj nekin, hem jî mînaka ji sê mehan têra mijara me dikin, em qala mehên din nakin.
Di vê çarçoveyê de çend jêrenot:
- Tu tiştek serkeftî çêbikî wê gelek kes werin lê temaşe bikin (bixwînin, guhdarî bikin).
- Tu bi kurdî, bi rihê kurdewar çêbikî wê zêdetir bala temaşevanên te bikişîne.
- Tu bikevî nav wêjeya kurdî miheqeq ji bo lîstikê tiştên ku tu bi dest bixî wê derkevin pêşberî te,
- Ne hewceye lîstikeke wekî şano, bi taybetî ji bo şanoyê hatibe nivîsandin. Jixwe Helîm Yûsiv jî "Şermola" ne bi diyalog, ne wekî tekstê şanoyê nivîsiye. Çîrok lê kiriye, şanogerên TJN'ê ew girtiye li diyalogan par ve kiriye, rih dayê û derxistiye ser dikê.
- Derxistina lîstikek wisa hem ji bo nivîskarê çîrokê, hem ji bo lîstikvanên ku ew derxistiye ser dikê serbilindiyek e.
- Niha jî hê lîstikek bi kurdî ku derkeve ser dikê û sê mehan ser hev de her meh 7 caran bê lîstin tune ye.
- Şermola di dîroka şanoya kurdî de lîstika ku herî zêde lê hatiye temaşekirin e.**
- Di Şermolayê de li dor 15 kesan dilîst. Îro ji bilî Şanogeha Bajarê Mezin a Amedê, TJN jî tê de hê jî komek şanoyê ya kurd ku li dor 20 lîstikvanan di nava xwe de bihebîne tune ye.
- Îro hê jî komên me yên şanoyên nikarin lîstikek bi 15-20 lîstikvanî derxin ser dikê.
- Lîstika Şermola piştî ku li Stenbolê ew qas mehan hat lîstin derket tûrneyê. Li Îzmîr, Edene û Mêrsînê lîst. Li Enqereyê beşdarî Festîvala Şanoyê bû û dûre hate qedexekirin. Şanogerên TJN'ê ji ber vê qedexeyê êdî nekarîn li cihek din bilîzin. Rabûn li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) a Ewropayê doz vekirin. DMME'yê serîlêdana TJN'ê pejirand, paşê biryara da û ew qedrexeya li ser Şermola ji holê rabû.
- Berî lîstik qedexe bibe lîstikvanên TJN'ê di serdema tûrneyê de seranser mehekê li gelek bajarên Almanyayê lîstin. Her wiha li cihên wekî Parîs û Viyanayê jî lîst.
- Dibe pirsek wisa bê bîra mirov: Wê demê helwesteke xurtir a siyasî hebû, loma zêde dihat temaşekirin. Berevajî wê ev jî heye: Wê demê derfetên şanogerên me bi qasî yên niha nîn in. Niha kurd li bajarên kurdan (nîv)desthilatdar in. Di serî de Amed, Batman, Şirnex, Culemêrg, Wan, Îdir, Sêrt, Dêrsim bi giştî 98 şaredarî di destên kurdan de ne. Li ser vê em dikarin wisa jî bibêjin: Şermola di roja me ya îro de bihata lîstin wê li van 98 şaredariyan hemûyan bihata lîstin. Ez bawer dikim ku wê wan şaredariyan hemûyan gazî bikira. Ji ber ku nav û dengê Şermola gelek belav bûbû û her wisa lîstik serketî bû jî.
Wekî gotina dawî: Di çarçoveya nîqaşa me ya Pirsgirêkên Şanoya Kurdî de bibîrxistina lîstika şanoyê dibe ku rê li ber şanogerên me jî veke.
***
* Gelo haya nivîskar û şanogerên kurd ji hev nîn e?/Cemil Oguz/Diyarname
** Helbet haya min bi lîstika "Çîroka Zivistanê" ya Şanoya Bajarê Mezin a Amedê heye. Lîstik 26 hefteyan li ser dikê ma. Hefteyê du sê caran lîst û dûre li hin bajaran derket tûrneyê. Lîstika ku derhêneriya wê Haldun Dormen kir (Dormen çiqas pere girtiye hê jî di nav şanogerên kurd de mijara nîqaşê ye), bi alîkariya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê lîstik derket tûrneyê jî. Digel ew qas lîstinê û derketina tûrneyê ya li hin bajarên kurdan jî bi ya min di dîroka şanoya kurd de hêrî zêde Şermola lîstiye.
***
Nivîsa din a Cemil Oguz a li ser vê mijarê:
- Gelo haya nivîskar û şanogerên kurd ji hev nîn e?
***
Ji bo nivîsên ser pirsgirêkên Şanoya Kurdî li beşa NÎQAŞ'ê binêrin.


