logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Piştî vê nûçeyê Başûr êdî nikare bibe serbixwe

  • Dîrok: 18/05/2018

Nûçe çi ye? Ji bo yên nizanin:
"Gorran hêza çekdarî pêk tîne!
Tê gotin ku Gorran dixwaze hêzeke çekdarî pêk bîne ji bona “parastina xwe!” Fermandeyekî Pêşmerge jî dibêje, divê Wezareta Pêşmerge li ser wê mijarê helwesta xwe nîşan bide." (1)
We niha fêm kir çima ev sernav me bikar anî?
Werin em hinek din fireh li meseleyê mêze bikin.
Di sala 1992'yan de kurdên Başûr bi xêra Amerîka (DYA) mafê xweserî girtin (ne ku ez dibêjim têkoşîn nedan û ez vê piştguh dikim, na, ez tenê qala realiyetek dikim). Wê çaxê dest pê nekirin û artêşek ava nekirin. Û tiştên din jî.
Sal 2003:
Dema sal bû 2003, erê erê di sala 2003'yan de DYA'yê Sedam ji kar girt û pêre rêya serxwebûnê li pêşberî kurdên me yên Başûr vebû. Lê wan çi kir?
Rabûn artêşek yekbûyî çêkirin? Na. Berevajî vê PDK'ê pêşmergeyên xwe, YNK'ê pêşmergeyên xwe xurt kirin.
Pirs ev e: Li dinyayê welatekî heye ku du artêşên wan hebin? Na. Wê çaxê dê çawa welatek ava bikin? Helbet dê nikaribin. Dema li cihek du artêş hebin gelo mimkûn e yek xiyanetê bike, yek berxwe bide? Belê. Jixwe kirin jî. Piştî van ma muhim e kîjan alî xiyanet kiribe? Na. (Ev ji bo yên dixwazin li Rojava jî du artêş hebin bersivek e)
Sal 2003:
Her du partiyên sereke PDK û YNK rabûn "Başûrek" yek parçe çêkirin? Na. Çi kirin? Yekî dest danî ser Xeta Zer, yekî dest danî ser Xeta Kesk. Li dinyayê welatekî wisa parçeyî dikare bibêje ezê welatekî azad ava bikim? Na. Wê çaxê çima di referandûmê de gotin?
Sal 2003:
Aboriyeke neteweyî çêkirin? Na. Çi kirin? PDK'ê ji xwe re neft firot û deriyên sînor bo xwe bikar anîn, YNK'ê ji xwe re neft firot û ket dû berjewendiyên xwe. Ma aboriya welat ku li ser petrolê be û partî ji xwe re parve bikin li wir welatek yekbûyî ava dibe? Helbet na.
Di rewşek wisa de kes dikare ji kesî hesabê bipirse? Na. Jixwe kes napirse jî, bi gotineke din newêre bipirse jî.
Sal 2003:
Yek bi yek ji gelê başûr heta rêveberî kesî bala xwe da çandinî? Na. Tiştek ajotin? Na. Çi kirin? Her tişt, hema her tişt yan ji Îranê, yan jî ji Tirkiyeyê kirîn. Tiştê herî biçûk, belê hêk (2) jî ji Tirkiyeyê kirîn. Ma welatek wisa dê çawa bibe dewlet? Helbet wê nebe.
Sal 2003:
Her du partiyên sereke rabûn rihek neteweyî çandin li nav gel? Na. Çi kirin? Partîcîtî kirin. Ma wisa dibe? Na.
Em vegerin serî.
Îsmaîl Beşîkçî wisa dibêje: "Ji bo ragihandina serxwebûnê Artêşa Kurdistanê lazim e, çekên giran lazim in." Ger ev gotin rast be ku li axek wekî Rojhilata Navîn ev sedî sed rast e Başûr bê artêşek yekbûyî dê çawa bibe serbixwe? Tu artêşek yekbûyî saz nekî tu hezar referandûman jî çêbikî li herêmekî wekî Rojhilata Navîn tuyê çawa bibî serbixwe? Tu nikarî bibîm. Ev teqez e.
Tu ji 25 salan zêdetir bi awayekî fermî herêmê bi rê ve bibî (wekî herêma xweser, dûre wekî herêma federal) û tu nikaribî artêşek yekbûyî çêbikî, tu nikaribî aboriyeke neteweyî çêbikî, tu nikaribî herêmê ji "du parçebûyî" bikî yek parçe tuyê çawa welatek serbixwe çêbikî? Tu dixwazî bila navê te Barzanî be, yan Telebanî be, yan tiştek din, ma ferq dike? Û piştî biryara ku te da te sedî 51 zêdetir axa xwe winda kiribe û sedî 50 zêdetir aboriya xwe ji dest dabe tu hê çawa li ser kar î?
Piştî ewqas belavbûyînan ji bilî ev du partiyên zêdetirî 25 salan li ser kar in partiyek din rabe artêşek ji bo xwe ava bike tuyê li gor kîjan zagonê bibêjî "Na tu nikarî ava bikî?”
Tuyê li gor kîjan meşrûbûnê rabî bibêjî "Na tu nikarî ava bikî?"
Ha, em bibêjin yê we her du partiyan hêza we ya çekdar heye, hûn bi awayê demokratî bifikirin û bibêjin "Belê rast e, mafê wan e jî" û destûrê bidin wê jî, sibê partiyên îslamî jî rabin bibêjin "Em jî tiştek wisa dikin" hûnê çi bibêjin?
Bi kurt û kurmancî: Pêdiviya kurdên Başûr êdî ne bi pêşmergeyên PDK'ê û ne bi pêşmergeyên YNK'ê hene. Pêdivî pê heye ku her du jî pêşmengeyên xwe belav bikin û ji nav yên dikarin vî karî bikin artêşek ava bikin. Ger wisa nebe îro Goran wê bixwaze tiştek wisa ava bike, sibê Yekgirtû, du sibê Nifşê Nû, sêsibê yeka din...
Niha pirs ev in: Hûn destûrê didin Goran ew jî “pêşmergeyên xwe” ava bikin yan hûn ên xwe jî betal dikin û artêşek yekbûyî ava dikin? Ger hûn destûrê nedin Goran divê hûn ên xwe jî betal bikin û artêşek yekbûyî ava bikin, ger hûn destûrê bidin Goran sibê yek ji yên îslamî jî wê rabin ava bikin û hûn nikarin bibêjin na. Rê li ber we ye.
Ha, hûn dikarin bibêjin “Ev meseleya nava me ye, çi karê we bakuriyan pê heye?” Wê çaxê emê bibêjin biborin û li cihê xwe rûnin.
Ka hûn çi dibêjin?

1- Gorran hêza çekdarî pêk tîne!
http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/437834
2-
Notên ji Duhokê, welatek hêkan jî ji derve bikire?! (Cemil Oguz, Diyarname)
http://diyarname.com/article.php?Idx=5302
3-
Bûyera Ferhat Sangewî û em nizanin referandûmê jî çêbikin Notên ji Duhokê, welatek hêkan jî ji derve bikire?! (Cemil Oguz, Diyarname)
http://diyarname.com/article.php?Idx=5335

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Kek Osman mala te ava

  • 14 Gulan 2008

 Roja 14'ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî qebûlkirine biraderên me. Kî qebûl kiriye, çima 14'ê Gulanê hilbijartine qet ne muhîm e. Tiştê...

Çîroka ROSETO

  • 21 Adar 2020

Li başûrêrojhilatê Îtalyayê cihek bi navê Roseto Valfortore heye. Di sedsala 19'an de cihek feqîr e, ji ber ku hêviya başiya aboriyê bi wan re namîne loma di dawiya sedsala 19'an de komek ji 11 kesî pêk hatî ji wir...

Ozonderê MHP'ê, Dicleyê BDP'ê û Eronata AKP'ê

  • 26 Pûşper 2011

Di Diyarê Me bi nivîsa xwe ya diduyan ez beşdarî EM HILBIJARTINÊ NÎQAŞ DIKIN dibim. Vê carê dê mijara me ji çend aliyan ve hilbijartin be:HEQ Û NEHEQ; Û...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan

ad

Ji niha de kî dê Kûpaya Cîhanê ya îsal bi dest bixe hat eşkerekirin!

ad

Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn

ad

Avakarê Facebookê 3 mîlyar dolar alîkarî dide ji bo tenduristiyê

ad

Kaprî û Xirecirek

ad

'68 Ergenekon'ê alîgirên Amed Sporê tehdîd kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname