Destpêkê de min nedizanî tiştên dinivîsim çi ne; helbest an li hev anîn in?
Min her guh da şîreta sê kesan, sê hosteyên min; Berken Berehî digo: “xwe ji dubareyê bide alî”. Di yekê de min ew pêk neanî; hesta kêliya nivsandinê li ser min ji şîretê gurtir derket…
Piştî salan tê gihîştim, qasî metnên aqil tevlê bûye yên hevîrê wan bi hestan tê histiran jî hene! Arjen Ariyî digo: “helbest ji ristekê pêk tê, zêdehiyên din bo ew rist bifire perik in”
Piştî salan û cerebeyan helbestkariya min di hewla avêtina wan zêdehiyan de ye.
Evdila Peşêwî bi dîwana xwe ‘Birakijî’yê wêrekî û rexneya tîr û tund a civakî nîşanî min da…
Ji hostetiyê qest ne ku rûniştine çi û çawa binivîsim nîşanî min dane, xêr, min ew ji xwe re mînak dîtine û hew.
Helbet ji yên min xwendine, yên min xweziya xwe pê aniye, gotiye xwezî min ew binivîsandina jî hene; hin ji ber lîrê, hin ji ber retorîkê, hin ji ber hêmayê, hin ji ber hestan û hin ji ber zimanê wan: Şerbeta Ji Êgir Berken Bereh, Xame Sihorî Kaxiz Şiyar Ma Arjen Arî, Li Dor Kevjalan Osman Mehmed, Masî Ku Dikulin Berçema Mişretanî, Dînozor Elîxan Loran, Dara Pel Weşiyayî Bavê Nazê.
Di lêkirina helbestê de hêz û zanîna min hest in, di romanê de jî xeyal! Tucar min xwe li ekolan negirt, min teorî neanîn nexistin nav tevn û honeka helbest û metna xwe. Min pişta helbestkarî û nivîskariya xwe da pênc tiştan; hest, xeyal, ziman, çavdêrî û dîsîplîna nivîsê; min ji dîsîplîna nivîsê meztir rênîşandar nas nekir; dema guh bidî disîplîna nivîsê ew ê metneke kêmqusûr bi te bide nivîsandin. Helbet made û pîvanên di nava metnê de bîr nebin hene; wek dîyaletîk, tişt-made, kîmya, fîzîk û matematîk û ruhê zimên.
Yanê di avê de nikarî bêjî dişewitim, lê dikarî bêjî ketim avê jî arê nava min sar nebû!
Çi helbestê de çi pexşanê de, ji nivîskar û helebestkarên di jêr de destpêkirine hez dikim, ne yên di jor de destpêkirine ber bi jêr daketine; metnên ên di jêr de destpêkirine wek laboratûarê ne, bi metna ji rêzê xwe ceribandine paşê bi ya aloz-tevlîhev û paşê gihane sertaça xwe ya darivî-sade. Belkî jî bi xwe li pey wê me! Lê yên di jor de destpêkirine daketine bi jêr de; bi min trajedî ne…
Û yek jî ji helbestkar û nivîskarên têr nabin; çimkî wêrek in, ji têkçûnê natirsin heya sertaca xwe lê kirine diceribînin dicerbînin dicerbînin…
Perwerde bûyîn an xwe gihandin girîng e, bextê min î çê ev e; li ber destê tirkan perwerde nebûme, a min şîret û edeba min ji kurdan dîtiye; digotin “eyb e meriv behsa xwe bike”!!!
Di dema nivîsandinê de rexnegir û nirxandinkaran li kêleka xwe nadim rûniştandin, ji ecibandinên bûrjûvayî re nanivîsim, (dibêm bila bi qusûr be, çimkî metnek-helbestek ne bi bêqusûriyê bi çîroka xwe metn e!)
Min tucar azadiya metna xwe bi pîvanên teoriyan sînordar nekiriye, bi çakûçan neketime ser min ruh û samîmiyeta wê nekepandiye; ne li pey metna bêqusûr li pey çîrok û vegotina xweser im.
Nivîskarî-helbestkarî ne ji zankoyan tê hînkirin ne bi perwerdeyê; bi hewesê destpê dike, bi hezkirin û daxwazkariya yê heweskar di sifrê de destpê dike bi demê û ceribandinan re, bi xwe gihandinê; bi xwe danê û ji xwe danê, bi xweserî û poetîka xwe zevtkirinê dom dike ta berhema xwe ya sertacî lê kiriye. Arjeno digo, ‘ev nebû belkî ew’!
Nivîskarî-helbestkarî naye hînkirin bi demê re bihost bi bihost çê dibe; ne li qurs û atolyeyên nivîskariyê û nivîskariya afirîner a nivîskarê dersdar tê de ajoyê xwe bi şagirtan dide mistan! Nivîskarî-helbestkarî bihîstina dengê nava xwe-xwezayî û bi nivîsê derbirîn-xemilandina wî dengî ye; li wir destpê dike bi rik li pey çûyînê xwe bi xwe çê dike-pêş dixe; dibistana herî mezin a nivîskariyê cerebeyên nivîskar bixwe ye!
Nivsîkarê herî baş tune, metna herî baş jî tune! Ger hebûya Qu’rana misilman dibêjin pirtûka Xwedê ye wê bûbûya pirtûka 7. mîlyer evdên wî, wan ê tev ew bixwendina û bawerî pê baniyana!
Nivîskarê herî baş ê ‘derdorekê’ heye, metna bo ‘derdorekê’ ya herî baş heye, ewqas.
Nivîskar-helbestkarî rêwîtiyek e, cîhaneke ku nivîskar-helbestkêr-bi şertê tiştên tê de nîşanî yên din jî bide-ya di nava xwe de ji xwe re ava kiriye; helbet kesayet û sekneke temam a xwedî hizr û hestan e jî nivîskar-helbestkarî; kesayet û sekneke ku reş û spî ji hev derdixe, reş re bêje reş e spî re bêje spî; ne ku li devê ‘netemamên’ li qehwexaneya sosyal medyayê galegalê dikin binêre, ‘kê li kê çi kiriye, kê ji kê re çi gotiye’!...
Bi nêrîne min, nivîskarî ne rûxînerî û avakariya civakê ye, karekî bi estetîkî nimandina wêneyê herî mirovane ye.
Deyndarê hosteyên xwe Arjen, Berken û Peşêw im; deyndarê hest, xeyal, ziman, çavdêrî û dîsîplîna nivîsê me lêêê,-lê wê nîvê şevê min dikarî dev ji helbestkariyê-nivîskariyê berdim! Nîvşeveka sala 2006’an li vegera mîhrîcana çand û hunerê ya Amedê, li nêzî Sêwregê ku hosteyê min kenê xwe bi performansa pêşî ya helbestkariya min a derketî ser dikê anîbû! Dema Şêxmûs Sefer dora axaftinê dabû min, mîkrofon li ber devê min qasî du deqeyan zimanê min negeriya bû, xwêdanê di pişta min de kiribû der; naye bîra min piştî zimanê min vebibû min çi gotibû…
Ew li kursiyê pêşî yê seyarêyê ez li paşiyê rûniştibûm bi kenê wî re xweziya girî di gewriya min de ase mabû… Wê nîvşevê min dikarî dev ji helbestkarî û nivîskariyê berdim; dev ji rêwîtiya ku nivîskar-helbestkar bi dev jê berdana heyînan qedera xwe û azadî-xwebûna xwe ji destê civakê digire berdim, lê… Jê poşman im? Na! Pê şad im? Na!
Lê qonaxeke nivîskariyê-helbestkariyê heye; dema ji şibandinê-taqlîdê diborî reseniya xwe bi dest ve tînî, dema barê xwe ispatkirinê datînî û dema bi rastiya li bazarê dihesî ji pêşbirka serkeftinê xwe didî alî; dema dibe nexemî ‘derbarê de kê çi bêje, kê çima tiştek negotiye’, ku bi metn û rista xwe hem bawer hem kêfxweş dibî, ne poşmanî tê bîrê ne şadnebûyîn. Ku mirovekî ji rêzê bêheyînên madî bî jî, lê qasî hêz û azadiyeke Xwedayî xwebûnek î; pêdiviyê ne bi pesnan dibînî ne ji nedîtinê ve hatin dibe derd û ne jî belangazê/a li devê netemaman dinêre yî… Bi naskirina mirovan re ku tenêtiyeke hizrî û hestan bî jî, lê qasî minet nekî têra xwe cîhaneke şên û tije yî.
Axirî, ku bi hewesê bimîne hewesdar wê her li devê netemaman binêre emrê xwe bi mistana egoyê wan derbas bike (ku netewên bindest de piranî wisa diqewime) lê ku hewesê pêk bîne bi hevokên xwe dê tiştekî li bîr û ruhê mirovan zêde bike.