logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Çi eleqeya Merkel û Demîrtaş bi hev heye?

  • Dîrok: 01/12/2016
Gelek hevalên min ên biaqil, hinek hem biaqil hem jîr hene. Ez bi saya wan heme. 
Dawiya hefteya borî, ji rojan roja yekmeşê bû, zingilê telefona min a destan lêda. Yek ji wan hevalên min hema got:
- Yekşema borî ez geriyam te got ez li Enqereyê me. Nebêje ez dîsa li derveyî Stenbolê me.
- Erê wele, ez li Îzmîrê me. Gavek din Cîhan Roj dê were emê hinek bigerin.
- Baş e, hefteyek din em hev bibînin.
- Xêr bû, tiştek nexweş nîn e, ne...
- Na na, tiştek nîn e, hema min got em hev bibînin çayek/qehweyek vexwin.
Ez ku vegeriyam Stenbolê ez lê geriyam, em li cafeyek rûniştin. Got:
- Tu dizanî ev sê hefteye çi bi çengelê bîra min ve eliqiye?
Min got: Ma ez ji ku bizanim? Lê devê xwe li xêrê veke, êdî em nikarin agahiyên giran hilgirin.
Got: 
- Binêr, li Almanyayê ji bo hezkiriyên Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) Merkel çi be; li Yewnanistanê ji bo Syriza Aleksis Çipras çi be; li DYA'yê ji bo Demokratan Obama çi be ji bo kurdan jî Selahattin Demîrtaş ew e.
Ez ne li benda şiroveyek wisa bûm. Sê hefte bû ev şirove bi çengelê bîra wî ve eleqibû û ji bo kesî qal nekiriye, li benda min sekiniye.
Min got:
- Ji bo vê tu du caran li min geriyayî?
Got: Erê
Min got: Hema ew qas?
Got: Erê.
Ez keniyam, min got: Wê çaxê ez qehweyek tirkan diyarî te bikim, 40 salan deyndarê min be :)
Bi awayekî cidî got: Na! Yek, ez naxwazim ne bibim deyndarê te, ne bibim deyndarê yekî din; ya diduyan jî ew meseleya 40 salan ku tirk dibêjin jî derew e. Tu niha qehweyek didî yekî, di roj paşê berjewendî diguherin ew te jî, qehweyê te jî ji bîr dike.
Min got: Ew jî rast e, bû didu.
Got: Tu bixwazî rastiya sisêyan jî ez bibêjim û em rabin.
Min got: Bêje.
Got: Xwezî em niha li Amedê bana, li ew cihê cîgerçêker ê li hemberî Pirê Deh Derî bana, ji aliyek ve me cîgera xwe bixwara û aliyek de me li çem û wî pirî binêriya...
Min got: Îro ji bo min bes e.
Em rabûn. 
Ew, cixareya ez qet jê hez nakim di dest de, li kolanê, li nav qelebalixê meşiya, çû...

Hin Nivîsen Nivîskar

Gerînendeyên Azadiya Welat niha çi dikin?

  • 19 Gulan 2008

 Saziyeke navê wê çi dibe bila bibe xebatkarên wê çiqas demeke dirêj têde bimînin, xebata xwe bidomînin ew sazî ew qasî dibe sazî, ew qas dibe...

SERTÎFÎKA

  • 30 Rezber 2011

Roja ku min bi kêfxweşî sertîfîka girt, hinên din ji ber sertîfîkayê hatin girtin.Sertîfîka. Di îngilîzî, almanî, fransizî de hema hema...

Bêrîvan! Peyvek bêje, Bêrîvan!

  • 05 Sibat 2007

Gelek tesîr li min kiribû vê yekê; Bi dengê ku ji kûrahiya dilê wî derdiket digot: "Bêrîvan! Peyvek bêje, Bêrîvan! Hema bêje A bes e!"...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji rêzeya 'Erdnîgariya Kurdistanê’ beşa ‘Çewlîg'ê derket

ad

Pêşbaziya CGC'ê li benda berheman e

ad

Namzêtê guhertina zihniyeta yekparêzî Demirtaş

ad

Desteya Çandê hezar pirtûk diyarî parka Xwendinê kir

ad

Diziya li Minbicê û hin gunehên min

ad

Li ser Fûara Frankfûrtê û pêşniyarek ji bo hikumeta herêma Kurdistanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname