Roja ku min bi kêfxweşî sertîfîka girt, hinên din ji ber sertîfîkayê hatin girtin.
Sertîfîka. Di îngilîzî, almanî, fransizî de hema hema eynî ye. Ez nizanim ji kîjan zimanî tê lê wisa ketiye tirkî û helbet bi heman awayî ketiye kurdî jî.
Berî salên 2000'î sertîfîka zêde ne di rojeva kurdan de bû. Lê piştî salên 2000'î, bi taybetî piştî vekirina qursên kurdî kete rojeva kurdan jî.
Her serdemê qursiyerên ku beşdarî qursên kurdî bûn, sertîfîkaya xwe girtin. Di hin merasimên dayîna sertîfîkaya ji bo kesên qursên hînbûna kurdî bi serketî derbas kirine de ez jî amade bûme. Em bûne şahidên kêfxweşiya wan.
Min yekem car di sala 2004'an de sertîfîka girt. Di qursê îngilîzî de piştî bidawîkirinê sertîfîka dan me. Ya min hê li mal e, ger hûn bipirsin bi kêrî çi tê, ezê bibêjim: Qet.
Hefteya borî, sê rojan ez çûm qursa sînemayê. Di çarçoveya Festîvala Fîlmên Sûc û Cezayê ku Zanîngeha Stenbolê li dar dixe de li ser mijarên cur bi cur ên sînemayê (derhênerî, senaryo nivîsîn, derhêneriya dîmenê, vesazkirin, lîstikvanî, production) de di rojên 23, 24 û 26'ê mehê de qurs li dar xistin û di encamê de sertîfîka dan me. Qursê bi li dor 60 kesî dest pê kiribû, bi li dor 25-30 kesî bi dawî bû û tenê van (ji ber beşdarî hemû semîneran bûn) sertîfîka girtin. Ez jî yek ji wan bûm.
Par jî ez sê mehan çûbûm qurseke sînemayê (li Mala Çandê ya Nazim Hikmet) lê li wê derê sertîfîka nîn bû. Dema qursek zanîngehek çêbike û şaredariyek piştgirî bide rewş diguhere.
A rast sertîfîka ne di xema min de bû, kesên ku dê bihata ders bida bala min dikişandibûn, loma ez çûm. Helbet ji bo min bi fêde bû jî. Lê gelek ciwan hebûn, hema bibêje sertîfîka ji bo wan ji beşdarî û fêmkirina ji mijaran balkêştir bû.
Di kêliya ku min sertîfîka girt û ez vegeriyam de, li ser rê min ji rojnamefiroş Azadiya Welat û Ozgur Gundemek kirîn.
Sernavê nûçeyê ev bû: "Sertîfîkaya Dibistana Siyasetê ya BDP'ê jî wekî 'Sûc' hesibandin!" (26.09.2011, Ozgur Gundem)
Dîsa di çarçoveya operasyona li hemberî BDP'ê de, vê carê li Îzmîrê polîsan 38 kes girt bin çavan, jê 4 kes serbest hatin berdan û 34 kes hatintewqîfkirin.*
Di nav hêmanên "Sûcê" ku dozger nîşan dane de sertîfîkaya ku Dibistana Akademiya Siyasetê ya BDP'ê daye rêveber û endamên xwe jî heye.
Bifikirin, we temenê xwe xistiye bi ser 18'an re, (belkî 25, yan 30, ne muhîm e), hûn dixwazin bibin sînemager, berber, tamîrkarê erebeyan, yan jî şanoger... Hunermend jî dibe. Hûn diçin qursekê, qurs bi serketî derbas dibe û sertîfîkayê didin we, kêfa we tê. Ji nav we, hinekên wekî we, ji van karan wêdetir dixwazin bibin siyasetmedar. Ew dikarin herin dibistana siyasetê ya CHP'ê, yan ya AKP'ê, ya MHP'ê jî dibe, here ji van yekê pirsgirêk dernakeve, lê na, ew diçin ya BDP'ê. Û piştî serdemek temam dibe, sertîfîkayê digirin. Pêre jî bi awayekî xwezayî dixwazin li nav BDP'ê de kar bikin. Lê dozger wekî we nafikire. Eynî wekî li Îzmîrê...
Cihê ku gotin lê bi dawî dibe ev der e.
Belê di roja ku min sertîfîka girt û ez bi serbilindî ji cihê qursê veqetiyam de, hevalên me li Îzmîrê hatin girtin û delîl "Sertîfîka" bû.
Hejmara siyasetmedarên kurd, ên BDP'î ku hatin girtin 3 hezarî derbas kir.
Di sedsala 21'ê de rewşa kurdan li Tirkiyeyê ev e...
***
*Di nav 34 kesên hatin girtin de Serokê BDP'a Bayrakli Zeynel Hasdemir, endamê Meclisa Partiyê (MP) ya BDP'ê Ahmet Demiroglu, Rêvebera BDP'a Îzmîrê Emine Aslan, Rêveberê BDP'a Bornova Hamit Sarı, Rêveberê BDP'a Gaziemirê İbrahim Çagdan, Rêveberê BDP'a Çigli Cemil Akçay, Xebatkarê BDP'ê yê Taxa Bayrakli Mehmet Turan, Rêveberê Navçeya Karabaglar Hasan Daş û Celal Ecevit, Rêveberê Navçeya Doganlar Fehmi Çiftçi, Rêveberên Navçeya Aliaga Mustafa Karahan, Ayşe Şimay, Tulin Yılmaz û Gani Poyraz, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê BDP'ê Nizamettin Ozturk (li Stenbolê girtibûn û anîbûn Îzmîrê) jî hene.
***
Notek ji bo Evdile Koçer: Koçercan, min wê rojê dît pênasa te guheriye, bûye "Mamoste". Ser xêrê be. Bi hêviya ku tuyê xizmeke baş bikî. Û bila mamostetiya te ji malpera te serketî be.


