Diyarname
Pêşbaziya Rojnamegerên Salê ya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat (CGC) dest pê kir.
CGC'ê pêşbaziya Rojnamegerên Salê ya ku her sal li dar dixe îsal jî da dest pê kirin û kesên bixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin divê heta 21'ê rezbera 2008'an berhemên xwe bişînin ber destê CGC'ê.
Di pêşbaziyê de beşên rojnamegerî Nûçe, Fotograf, Spor, Mîzanpaj (sazkirina rûpelê), di beşa Radyo de Sazkirina Bernameya Radyoyê, di beşa Televîzyonkarî de jî Nûçegîhaniya Televîzyonê, Dîmen û Bername hene û kes dikarin bi berhemên xwe beşdarî van beşan bibin. Berhemên ku ji bo pêşbaziyê bêne şandin divê di navbera 15'ê rezbera 2007'an û 15'ê rezbera 2008'an de hatibin weşandin.
Yên bixwazin dikarin ew bi xwe jî berhemên xwe bibin navenda CGC'ê ya li Sumer Parkê yan jî bi posteyê bişînin navnîşana: Guneydogu Gazeteciler Cemiyeti, Şehitlik Mahallesi Mehmet Akif Ersoy Cad. Sumer Park içi- Yenişehir/ Diyarbakir