Gelek tesîr li min kiribû vê yekê; Bi dengê ku ji kûrahiya dilê wî derdiket digot: "Bêrîvan! Peyvek bêje, Bêrîvan! Hema bêje A bes e!"
Tarik Akan bi navê xwe yê di fîlm de Şivan li ber serê jina xwe Bêrîvanê (Melîke Demîrag) rûniştibû. Bêrîvan di şoqê de bû, ziman lal bûbû, têkiliya di nav malbatê de, neyartiya di navbera eşîra mêrê wê û eşîra birayên wê de zor dida wî, nekirî hilgire...
Û ziman nedigeriya. Bi ser de jî nexweş bû. Ne dikarî peyvekê bibêje, ne tişteke din. Lê ji dil, tevî hemû hest û kîteyên laşê xwe ji Şivan hez dikir. Bes nedikarî gotinekê jî bibêje.
Dema bavê Şivan li Şivan dida û Şivan li hember dest ranedikir ku her ku diçû Şivan diêşiya bi wan derban... Wê demê, tam wê demê dilê wê disojiya, dilê wê dişewitî, agir pê diket, dilê wê digirî lê nedikarî bi deng bigirî, ne dikarî bêje, 'ax', ne dikarî bêje bise. Lê digirî, ji nava kûrahiya dilê xwe digîrî, hêstirên xwe jî bera hundirê xwe, bera nava dilê xwe didan. Ew li wir dibûn xwîn, dibûn êş, dibûn keser û dê biba sedema mirina wê di dawiya vê kêliyê de.
Ew digirî ji ber derbên ku Şivan dixwarin lê nedikarî deng derxe, lêvên xwe gez dikir, xwe dixwar, serê xwe dikir ber xwe, ji dêvla Şivan ve ew diêşiya...
Ji Şivan pir hez dikir, Şivan jî ji wê. Ew li ser cih dirêjkirî, Şivan li ber serê wê û peyv diherikîn ji devê Şivan: "Bêrîvan, xezala min...tu dizanî ez çiqas ji te hez dikim, hurmetê didim te, alîkariya min bike. Binêr em ketin çi halî. Hemû Weysikî bûne yek li hemberî me. Bila bêdengiya te êdî biqede. Ez xemgîniya te fêm dikim, lê gava tu xeber nadî, em bi temamî dibin bêçare. Bi min re xeber bide. Çi yê te heye ji min re bêje. Qet nebe derdê xwe bêje, êşên xwe bêje. Ez bibim şirîkê eşên te. Tenê peyvek bêje, ez razî me..."
Lê na, ne deng, ne hes, ne hawar û ne peyvekê... Ne digot ax, ne digot wax...
"Min ji te bawer kiriye Bêrîvan, ez dizanim mîsqalek jî sûcê te nîn e. Ma kê zarokê di zikê xwe de dikuje? Bavê min xurifî ye, neyartî dilê wî reş, çavên wî tarî kiriye. Bêrîvan, xezala min, bawer be, tuyê baş bibî, wê zarokên me çêbin, em hê ciwan in. Hemû Weysikî ji ber êşên ku bi te dane kişandin wê şerm bikin. Bi min re biaxive, hadê xezala min, peyvek bêje. Ez tiştekî din naxwazim, biaxive bes e, bêje ez baş im, nexweş im, çi dibêjî bêje, tenê peyvek, tenê gotinek. Ezê te bibim ber doxtor. Kî çi dibêje bila bêje, me ji derwêş û şêxan xêr nedît. Yek jî bikêr nayê. Emê biçin qezayê, hem biçin cem doxtor, hem jî ezê ji xwe re li karek bigerim. Mêrg êdî tên ajotin, sewalvanî têk diçe, her kes dibêje bajêr, dibe ku bibe. Hinek pere xwestibû, emê peyda bikin, bidin. Emê keleşkofê bifroşin, bidin sih hezar. Li bajêr demançeyek ji me re bes e. Ev zehmetî wê bi dawî bibe. Bêrîvan, emê baş bibin, ez bi te bawer im Bêrîvan, min ji te hezkiriye, dilê xwe bi te ve girê daye. Bi min re xeber bide, min neşkîne, xeber bide. Tenê peyvek, peyvek bêje bes e..."
Na, peyv ji devê Bêrîvanê dernakeve, Bêrîvan ker û lal bûye, Şivan bi lava ye, Şivan bi gazin e, Şivan evîndar e, peyvekê tenê diwaze, tenê peyvekê...
Diaxive nabe, radibe wê bilind dike nabe, hêrs dibe, diqîre, gazinan dike, di dawiyê de radibe lê dide, na, na, peyvekê, tenê peyvekê jî dernakeve ji devê Bêrîvanê...
Tu dibêjî qey Bêrîvan peyvekê bibêje dê dinya geş bibe, dê başî bibe serdest, dê zarokê wan çêbibe, dê eşîra Weysikan hesûdî bikişîne li hember wan, dê evîna wan xurt bibe, dê, dê û gelek dê'yên din...
Ez nizanim min çend caran li fîlmê Zekî Okten û Yilmaz Guney "Suru (Kerî)" temaşe kiriye. Lê her carê hema bêje hemû fîlm min daniye aliyekê û ez di nava vê sehneyê de mame.
Bandoreke mezin li min kiriye vê sehneyê, bê hejmar car ez li ser fikirî me, ez li ser kûr bûme, ketime ber bextê Bêrîvanê ku peyvekê bibêje, di nava hêrs û hezkirina Şivan de winda bûne, hemû kîteyên laşê min di nava vê sehneyê de êşiyane û ez her mat mame.
Ji ber vê sehneyê her min li hemberî derhênerên vî fîlmî hurmet nîşan daye, her ku min li vê sehneyê temaşe kiriye, min xwestiye ez rabim piyan û ji bo wan li çepikan dim, li hemberî serketina wan serê xwe bitewînim...
Vê sahneyê bêpîvan, bêwezin bandor li min kiriye, bandora wê ne bi hesab û kîtab e... Û her ku ev sehne hatiye bîra min, dengê Şivan di guhê min de olan daye; "Bêrîvan! Peyvek bêje, Bêrîvan! Tenê peyvek!"
Di nêzîk de ev fîlm dê bi kurdî bê lîstin, di nêzîk de dê bi kurdî deng bidinê. Li ser vê yekê dema min careke din lê temaşe kir, careke din ew sehne hat xwe li min qeliband...