Hefteyek di ser hewla qetandina xarîteya Kurdistanê ya li 60’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Frankfurtê re derbas bû û ev bûyer niha ji nişke ve dîsa bû mijara nivîsê ya hinek malperên kurdan. Sedema vê yekê jî bidestxistin û weşandina wêneyê kesê êrîşkarê xerîteyê ye. Ji xwe çapemeniya alman roja piştî bûyerê hem navê vî kesî hem jî dîmenên wî weşandibûn. Her wiha di şîroveyan de jî xuya dike ku nezelaliyek di derbarê birêveçûna êrîşê de heye. Ez roja bûyerê ne li pêşengehê bûm lê belê roja din ez bi kesê bûyer dîtî û her wiha kesên midexaleyî êrîşkeran kirî re axivîm. Ji bo zelaliya bûyerê ezê li jêr bi kurtî behsa destpêkê heta dawiya bûyerê bikim. Digel çavdêriyên min, di nivîsê de dîmen û çavkaniyên din yên ku naveroka nivîsê pişterast dikin hatine bikaranîn.
Di roja 15.10.2008 hinek kes têne ber standa Navenda PEN’a Kurd û baldariya wan a li ser xerîteyê bala birêvebirên PEN’ê dikişîne. Hemen tişt li ber standa weşanxaneyên ji Başûr jî diqewime. Balkêş e ku wê şevê kameramanên Ajansa Nûçeyan a Îhlasê piştî standên kurdan vala dibin û dibe dema girtinê, diçin dîmenên standên kurdên ku vala ne dikşînin (1). Her wiha wê şevê di kanala Ulusal TV de behsa xerîteyê tê kirin û banga êrîşê bi riya vê TV’yê tê kirin (2).
Li ser vê yekê birêveberên PEN’a Kurd roja din saet di 09.00’an de polîsan agahdar dikin lê belê polîs tu ewlekariyê li ber standên kurdan nastînin. Di 16’ê mehê de saet 14.00’an de careke din tên û herî dawî jî piştî nîv saetê hevkarê Dogu Perîncek ê bi navê Ali Mercan bi komeke medyaya tirkan re tên û xerîteya bi standa başûriyan ve jê dikin (3).
Di vî dîmenî de jî baş xuya dike ku çawa medya û provaktor bi şêwir hatine: Endamê PB yê YNK’ê Mele Bextiyar dixwaze here cem Alî Mercan ku li ber xerîteyê li pêşberî medyayê diaxive, rojnamegerên tirk bi dengekî bilind dibêjinê “hop...”, “weg...”, yanî here ango ji pêşiya me rabe!
Li ser vê yekê Mele Bextiyar jî paş de diçe û yên provaktor digel medyayê plana ku pêşiya hingî amade kirine bi hevbeşî berdewam dikin.
Di dîmenan de jî baş xwiya dike, berpirsiyarên standa weşanxaneyên ji başûr di destpêkê de meseleyê bi îhtîmaleke mezin ji ber pirsgirêka zimên fêm nakin û ji vê yekê bi matmayî li provaktor û medyaya tirk dinêrin. Standa weşanxaneyên ji Başûr û ya Mezopotamyayê dor deh metreyan ji hev dûr bûn. Qelebalixa li standê bala wan jî dikşîne û ew jî hêdîka nêzîkî wê derê dibin. Piştî Alî Mercan progandayeke ji ber dike, bi hewla ji dîwêrkirina xerîteyê re du ciwanên ji standa Mezopotamyayê hewl didin rê li ber bigirin. Lê di dîmenan de jî xuya dike ku şokek bi kurdan re bi giştî heye û ne li benda tişteke wisa bûn. Dû kesê provaktor xerîteyê jê dike, ciwanê kurd bi mudexaleya xwe xerîteyê ji destê wî diderxe û ji xwe provaktorê tirk ji wir direve û diçe. Hêjayî gotinê ye ku dîmenên Roj TV ji cihê bûyerê kişandin Reutersê ew ji aboneyên xwe re belav kir. Her wiha malpera fermî ya televîzyona alman a dewletê ARD ya ji bo pêşengehê ew bûyer û dîmenên Roj TV wekî manşet weşand. Di wî dîmenî de jî xuya dikir ku piştî provaktor direviya, bi deqîqeyan her du xortên kurd û rojnamegerên tirkan bi dengên bilind minaqeşe dikirin. Malpera ARD niha ew dîmen rakirine lê belê nûçe hê li ser malperê ye û lînka wê li jêr e.
Piştî vê bûyerê nû polîs ji bo standên kurdan û parastina xerîteyê hatin wezîfedarkirin. Vê yekê heta roja dawiyê jî domand. Lê belê di wê navberê de tişteke din a ecêb jî rû da. Navenda PEN’a Kurd wê 17.10.2008’an de bi navê hemû weşanxaneyên kurd yên beşdar di saet 12.30’yan de civîneke çapemeniyê li dar bixista. Dema rojnameger jî cihê daxuyaniyê ji birêveberiya pêşengehê dipirsin, ew dibêjin ku ev civîna daxuyaniya çapemeniyê betal bûye. Ji xwe dûre li ser pirsa birêveberên PEN’ê ji birêveberiya pêşengehê, wan gotin ku hinek karkerên wan ev yek gotine endamên çapemeniyê û haya wan ji vê yekê nîn e. Lê rastî ne ev yek bû. Rastî ew bû ku birêveberiya pêşengehê ev hewl dan, ji ber dilê “mêvanê xwe yê rûmetê” neşkînin. Bêguman ev biryar ne hêsan hatiye standin û ev yek di pişt perdeyan de gelekî hatiye axaftin.
Digel vê yekê jî çend rojnameger hatin û agahdarî di der barê bûyerê de ji birêvebirê PEN’ê Memo Şahîn wergirtin. Bi van çend hevpeyvîna bûyer li cîhanê jî bela bû û ger gotin di cih de be, hetka tirkan çû. Ji ber bûyer ne wekî êrîşa şexsekî hate dîtin lê belê êrîşeke birêxistinî hate dîtin. Sedema vê yekê ya bingehîn ew bû ku provaktor û çapemenî bi hev re hatin û ev jî tê wateya wê yekê ku ev yek bi awayekî organîzekirî qewimî. Bi vî awayî ehlaqê çapemeniyê jî hatiye binpêkirin û medya di vê bûyerê de bûye aktor ku ev bi serê xwe dikare bibe sedema daxwaza şermezarkirinê ji saziyên medyayê yên navneteweyî ve.
Ji xwe bi xêra vê bûyerê hem diyar bû ku hê kurd nayên tehemûl kirin û hem jî çapemeniya tirkan ji ehlaqê rêzikên çapemeniyê zêde dûr e.
Ez vê jî bibêjim: Frankfurter Rundschau di nûçeya xwe ya di der barê babetê de tîne zimên ku kesê provaktor bi salan e li Frankfurtê dijî û polîs nasnameya wî li cem xwe tomar kiriye. Berpirsiyarê polîsan di heman nûçeyê de dibêje ku wî ji kurdan re pêşniyarî kiriye ku dozê li vî kesî vekin û ji heman nûçeyê diyar dibe ku heta 17.10.2008’an hê doz bi awayekî fermî ji hêla kurdan ve lê nehatibû vekirin. Gelo piştî hingî doz hatiye vekirin, ez jî nizanim.
Bila di dawiyê de ev nivîs bibe wesîleya vê dîtina min jî: Di dîmenan de jî xuya dike ku di nava kurdan de gelek cureyên xerîteyên kurdan hene. Bi baweriya min wekî meseleya zimanê standart, pêwîst e nîqaşa xerîteya standart jî êdî were giftûgokirin.
-1. Video : http://www.vidivodo.com/202547/kitap-fuari-harita-skandali
- 2. Nivîs: Malpera fermî ya Pêşengehê ya qenala dewletê ARD: http://www.hr-online.de/website/specials/buchmesse2008/index.jsp?rubrik=38092&key=standard_document_35529766
- 3. Video: http://www.iha.com.tr/haber/video/guncel/2306-V-O-11/Gurbetciler-sozde-kurdistan-haritasini-yirtti
- 4. Nivîs: http://www.fr-online.de/in_und_ausland/kultur_und_medien/literatur/buchmesse_2008/1615146_Inszenierte-Provokation.html
Nivîsa din a Zekî Ozmen a li ser Fûara Frankfûrtê:


