Bi bihîstina nûçeya diyarkirina dema darvekirina Hebîbila Letîfî û heta dema biryara taloqkirinê her kêlî ev pirs di serê min re derbas bû;
Gelo şiyarbûna neteweyî ya kurd û pê ve girêdayî wê yekê refleksa hevparî ya hestî çê bûye an na.
Mesele ji bo min ev e; Hebîbila Letîfî ji ber dîtinên xwe yên kurdewar û belkî jî daxwazên xwe yên sirûştî yên mînîmal bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû dimîne.
Biryara darvekirinê di bingeha xwe de mesaja komara melayan ya ji bo kurdan e. Armanc tenê û tenê çavtirsandina kurdan e û dixwazin vî mirovê kurd bikin qurbaniyê vê armanca xwe.
Em mafên mirovan yên gerdûnî, demokrasiyê, fikra azad û mafê takekesan deynin aliyekî û tenê li ser vê yekê bifkirin; Ev kesê bi vê metirsiya darvekirinê re rû bi rû dimîne kurd e û dixwazin wî kesî ji bo çavtirsandina hemû kurdan û bi wê ve girêdayî devgirtina kurdan bi fîzîkî bikin qurban.
Darvekirina kesekî bi vê armancê bêguman hewleke temsîlî ye. Ev qurbanî li wir kurdan û daxwazên wan yên mirovî temsîl dike.
Ev yek jî tê wê wateyê ku pêwîst e hemû kurd bi refleksekî li dijî vê biryarê rabûban li ser piyan.
Ez dîsa divegerim li ser pirsa xwe ya destpêkê û piştî van her du rojên tije hest min ev yek dît: Kurd ji reflekseke neteweyî dûr in. Çalakî û hewlên hatin dayîn li gor hejmara kurdan yên li her çar parçeyên Kurdistanê û li welatên rojava di asteke zêde kêm de bûn.


