Pêşengeha Frankfurtê ya Pirtûkan dest pê kir û wê heya roja yekşemê bidome. Piştî nîvro wexta min piçekî çêbû û min hewl da ji bo çend saetan jî be weşanxaneyan kurdan yên beşdar bûne di cîh de bibînim.
Berî behsa weşanxaneyên kurdan ên beşdar bûne bikim, ez dixwazim çend agahiyên kurt li ser 60’emîn Pêşengeha Frankfurtê ya Pirtûkan pêşkêş bikim. Bi giştî nêzîki 7 hezar 500 weşanxane, fîrma û sazî beşdarî pêşengehê bûne. Ji van derdor 3350’an ji Almanyayê ne. Ji 100 welatan zêdeyî 40 mîlyon 2280 pirtûk têne pêşkêşkirin. Her wiha ji van pirtûkan 123 hezar 496 yên nû ne.
Vê carê gelek weşanxaneyên kurdan jî beşdar bûne. Ji ber mêvanê taybet yê 60’emîn Pêşengeha Frankfurtê ya Pirtûkan Tirkiye ye, gelek weşanxaneyên wan bi awayekî fermî beşdar in. Ji xwe dema mirov li vî cihê tirkan digere, mirov pêrgî gelek nivîskar siyasetmedar û kesên ji hêla raya giştî ve ji nêzîk ve têne naskirin tê. Piraniya van weşanxaneyan di heman pavyonê de bi standên biçûk yên taybet hatine amadekirin li cem hev in. Di nava van de standa Weşanên Lîsê ji Amedê jî heye. Lîs jî bi awayekî fermî beşdar bûye û li cem standên tirkan pirtûkên wê jî tênê pêşkêşkirin. Her wiha di bin qata ku piraniya weşanxaneyên tirkan û ya Lîsê de jî sê standên din yên kurdan hene. Yek jê ya Weşanxaneya Mezopotamyayê ye. Mezopotamya ev bi salan e beşdar dibe û îsal hevkarî bi henek weşanxaneyên din yên kurdan re jî kiriye. Digel Weşanên Mezopotamyayê, yên Avesta, Aram, Zer û Enstîtûta Kurdî ya Almanyayê jî di bin banê heman standê de têne pêşkêşkirin. Standeke din a kurdan, ya ji başûr e û bi sedan pirtûkên ji weşanxaneyên cuda tê de têne pêşkêşkirin. Vê carê Pena Kurd jî bi standekî beşdar bû ye. Digel pirtûkên ji weşanxaneyên cuda, hêjayî gotinêye ku wan cihekî taybet dane pirtûkên ji bo zarokan ên Apecê.
Ev nivîs bila wisa bi van agahdariyên teknîkî biqede û ezê di nivîsa din de hinek dîtinên xwe yên li ser birêveçûna pêşengehê û beşdariya weşanxaneyên kurdan binivîsim. Lê ez vê jî bibêjim, armanca pêşengehê meseleyên telîfê, hevdu naskirina nivîskar, weşanxane, pirtûkxane û wergeran e û firotina pirtûkan qedexe ye. Ez ê di rojên pêş de di vî warî de pirsên xwe ji weşangerên kurd ên beşdar bûne bikim û ev yek bila bimîne ji nivîsa bê re.
zekiozmen@hotmail.com