logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Tesbîtên ji bo guherînê

Di mijarên sosyolojiyê de tesbîtên giştî û yên qerase bi serê xwe, xwe bi tişta darîçav xuya dike, dilebikînin. Yanî em

  • Dîrok: 02/07/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê

Di mijarên sosyolojiyê de tesbîtên giştî û yên qerase bi serê xwe, xwe bi tişta darîçav xuya dike, dilebikînin. Yanî em bibêjin, gava li nivîsê dinihêre, tiştên di nava civakê de piştî nivîsê xwe dane der, peyde bûne, bi awayekî gelekî reduksiyonîst, wekî encamên nivîsê dinirxîne. Gava li şoreşeke civakî, siyasî, pîşeyî yan jî teknolojîk dinihêre jî, encamên civakî bi vê reduksiyonîzmê dinirxîne. Heger ev nirxandin û ev awayê fikrê tenê di asta jor de bimana belkî tesîra wê bi qasî îro tevahiya civaka me pûç bike, nebûya. Civaka me tê pûçkirin, ji ber ku ev encamên ku darîçav û xuya ne, yên çi ne, bi rastî ne diyar e. Tevî vê jî piraniya mirovan wekî fêrkirî, bawer dikin, encama motora hilmê, hilberîna bêhtir, bilezkirina çûn û hatinê, veguheztina bi tesîr a madeyên xav, mal, meta û mirovan e. Heqîqet tiştekî din e helbet. Motorê hilmê rê li ber gelek tiştên din vekir. Komir bêhtir hat derxistin, dar bêhtir hatin birîn, bêhtir karker hatin mêhtin, bêhtir CO2 hat hilberîn û ew berdan hewayê. Gund bêhtir vala bûn, bajar bêhtir tije û zêde bûn û bi carekê ew nifûsa ji gund û erdan re lazim bû, bû nifûseke bê ser û ber a li bajaran. Lê gelo, çend mirovên li dora me, li nofê yekê yê van encaman nafikirin?

Îstîsna bi xwe jî zêde kêm in. Xwende û ew mirovên divê têgihîştîbin jî ji ber îndoktrînekirineke bêhed û hesab de bi piranî li vê nafikirin. Ez peyva îndoktrînekirinê belesedem bi kar nayînim. Di meseleya devkîbûn û nivîskîbûnê de ew hukmên belav û giştî yên li ser devkîbûn û nivîskîbûnê, di nava wan mirovên ku berhemên zargotinê berhev dikin bi xwe de jî gelekî belav û bi qasî ku neşikin hişk û qalibgirtî ne. Ev fikra hanê çi dibêje: devkîbûn qonaxeke bivênevê ya berî nivîskîbûnê ye û bi peydebûna nivîskîbûnê jî hizra mucerred û pê re jî hilberînên li gorî modernîzma heyî, bipêşketî peyde dibin.

Li vir ya ku ez dixim ber lêpirsînê ne ew e ku piştî di nava civakekê de peydebûna nivîsî, têde guhertin çidibin. Berevajî vê, guhertin çêdibin, lê gelo sedema van guhertinan bi rastî nivîs e? Ya dinê jî, gelo ev guhertinên hanê erênî yan nerênî ne ji bo wê civakê û hawîrdora wê ya yekser bixwe? Ev her du pirs heyatî ne. Bersiva pirsa pêşî gelek caran neketiye ber lêpirsînê, heta bi mînaka Yewnana Kevin*, wekî ayeteke “Xwedê” hatiye dîtin. Lê ya ku bi rastî ji guherînê berpirsiyar îdeolojiya li pişta wê hizrê ye ku dibêje, nivîs “bi pêş dixe“.

Ev yek ne tenê ji bo nivîsê ji bo motorê mazotê jî lê ye. Heta ji bo dibistana dewletê, ji bo kapîtalîzm û sosyalîzma dewletê, ji bo “bipêşketina” teknolojîk û ji bo dinya dîjîtal jî lê ye.

Yanî ne tiştên darîçav û xuya, lê îdeolojî û fikra li pey “tesbîtekê” gelek caran bêhtir diyarker e. Yanî dayik û bavên ji gelek tiştan mexdûr, bêyî ku hay jê hebin ew qasî hatine îndoktrînekirin ku bixwe zarokan ji wê sîstema mexdûrker re digihînin, ku wan mexdûrbûnan careke din, ji nû ve û xurttir hilberînin. Reqabetê piraniya xelkê di nava civakekê de mexdûr kirine, lê dê û bav ji bo ku zarokên wan çêtir bi kêra reqabetê bên, mesrefeke ecêb dikin. Wan dişînin dersan, mamosteyan digirin, dişînin dibistanên taybet heger ji wan bê û ji bo serketina wan a li dibistanê jî xwe diêşînin. Ew dixwazin zarokên wan hindiktir mexdûr bibin, lê ya ku derdikeve holê, ew e ku zarokên wan ji bo wê sîstema mexdûrker bi rengê ku ev mexdûrkirin ji nû ve û girantir bên hilberîn, digihin.

Yanî ji ya xuya û wê de dîtin, gelekî muhim e ji bo ku mirov zanibe, mexdûriyetên civakî, bi tedbîrên ferdî û bi gihandina ferdên xurt û bi kêra reqabetê tên, ji holê ranabin. Ev fikra reduksiyonîst li cem gelekan encama îndoktrînekirina giştî (bi piranî bi destê dewletê û bi rêya dibistan û medyayê) be jî, refleksên me yên parastina xwe, kes û karên xwe jî bi dewrekê radibe. Yanî di dawiya dawî de ne helwêsteke maqûl e ferdî ye jî. Ji ber wê pêhisîn û bi xwehisîna li dijî îdeolojiyên li pey tesbîtên giştî, dikare ji bo peydekirina çareseriyan heyatî be.       

* James Walter Ong. Orality and Literacy. Weşanên Routledge, London 2012 (çapa yekê ya vê edîsyonê 2002. Çapa yekê ya pirtûkê 1982).

01.07.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Stenbolê galaya Qirêj li dar ket

ad

Bavê Şaredar Firat Anli wefat kir

ad

Keça Baydemîran hate dinê

ad

YPG'ê ligel NY'ê du peymanên navneteweyî mor kirin

ad

Çalakiyek ji bo Meral Okay û Gundê Matematîkê

ad

Mahmut Alinak hat berdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname