Diyarname
Fîlmekî alman bi navê “Das Leben der Anderen” (Jiyana Hinên Din) heye ku di sala 2006’an de hatiye kişandin. Li Tirkiyeyê yek ji kanala dewletê TRT2’yê êvara 9’ê mehê ev fîlm nîşan da lê di gelek cihan de sansur kir.
Derhênerê fîlm Florian Henckel von Donnersmarck e û Martina Gedeck, Ulrich Muhe û Sebastian Koch serlîstikvaniya fîlmî dikin. Fîlm di sala 1984’an de li Almanyaya Rojhilat derbas dibe. Almanyaya Rojhilat ku “Stasi” (Rêxistina îstîxbaratê ya wê demê) û brokratên wê demê ku her tiştî ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin, hene. Rewşeke wisa ye ku kes newêre dengê xwe bike, newêre tiştek azadîxwaz bîne ziman. Newêre tiştek derveyî van binivîse. Fîlm wê serdemê bi zimanekî xweş, bi rengek sînematokrafîk tîne ziman.
Fîlm dema ket vîzyonê gelek eleqe dît. Fîlmî di warê Fîlmê Herî Serketî yê Bi Zimanê Biyanî de Xelata Akademî, bi navê din Xelata Oscarê girt. Dîsa Xelata BAFTA (Li Îngilistanê didin fîlmên serketî), “Bodil (Li Danîmarkayê didin fîlmên serketî) û xelata Cesar (Li Fransyê didin fîlmên serketî) girt. Ligel van li qada navneteweyî 58 xelat girtin. Fîllm di nav lîsteya IMDb de di nav 250 fîlmên herî serketî de di rêzên pêş de ye. Dîsa BBC roja 23’yê gelawêja 2016’an ji temamê dinyayê ji 177 rexnegirên sînemayê dîtin girt û lîsteya “Fîlmên Herî Serketî yên Sedsala 21’ê” çêkir. Di vê lîsteyê de ev fîlm ket rêza 32’yan.
Ev fîlmê wisa navdar li Tirkiyeyê hem li festîvalan hatibû nîşandayîn hem ketibû vîzyonê (2007). TRT2 ku di vê meha gelawêjê de lîstiyeke baş a ji fîlmên serketî amade kiriye û her şev yek ji wan diweşîne, êvara 9’ê mehê dora vî fîlmî bû. Hezkiriyên vî fîlmî bi meraq derketin pêş kanalê û dest bi temaşe kirinê kirin lê ev çi ye? Fîlm bi awayekî sansurkirî hat weşandin.
Fîlmê ku bi dengê orjînal û bi jêrnivîsa tirkî hat weşandin di gelek cihan de ew jêrnivîs neweşandin. Her wiha di orjînala fîlm de, di sehneyekê de her du serlîstikvan Crista-Maria Sieland (Martina Gedeck) û Geeorg Dreyman (Sebastian Koch) pev şa dibin lê ev sehne tune bû. Dîsa di sehneyeke din de Serbaz Gerd Wiesler (Ulrich Muhe) gazî jinek karê seksê dike, jin tê lê TRT2'yê hem pevşabûna vê sehneyê hem diyalogên vê sehneyê sansur kirin. Bi tiştên bi vî rengî tehm û tevna fîlmê orjînal xira bû.
Heta niha hatibû îdîakirin ku TRT 2’yê hin fîlm, hin gotinên di hin fîlman de sansur kirine, niha fîlmekî din û bi awayekî gelek zelal û eşkere sansur kir.
Gelek kesî li ser tora civakî ev sansura TRT2’yê bi twîtan rexne kir. Lê ligel vê yekê yên ku yekem car li fîlm temaşe kiribûn û jê hezkiribûn jî derketin holê.