Diyarname
Odeya Bazirganî û Sanayî ya Amedê (DTSO) bi navê "Konserên Amîda" rêzekonser lidar xistibûn. Heta niha li Kelela Zêrzevan, li Şikeftên Hesûna û li Gêlê ev konser bi beşdariya hunermendên Ma Muzîkê li dar xistibûn vê carê e li Sûra Amedê bûn.
Konsera ku li Sûra Amedê hat li dar xistin roja 6'ê mehê li ser kanala wan a youtube hat weşandin. Ev konser li Dêra Katolîk li Sûra Amedê hat lidarxistin. Di konserê de hunermendên Ma Muzîkê ligel hosteyê mey Ertan Tekîn û hosteyê kemençeyê Haşem Raşadad konsera xwe pêşkêş kirin. Di konserê de stranên bi kurdî (zaravayên kurmancî, kirmanckî, soranî û hewran), tirkî û ermenî hatin strîn.
Ji bo temaşekirinê lînkê bitikînin:
- Konserên Amîda - Sûr - Amed


