ENQERE
HDP'ê ji meclisê xwest li ser gorên Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û Åžêx Seîd lêkolîn bê kiin û cihê wan bê diyarkirin.
Wekîlên Serokên Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Fîlîz Kerestecîoglu, ji bo cihê gora Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û Åžêx Seîd bê diyarkirin ji Serokê Meclisa Tirkiyeyê xwest lêkolîn bê kirin. HDP'yiyan ji bo vê yekê pêÅŸnûmaya lêkolînkirinê da Serokê Meclisê.
Di pêÅŸnûmayê de bal kiÅŸandin ser girîngiya goristanan a di Îslamê, cîhan û dîrokê de û wiha hat gotin: "Goristan di dîroka mirovahiyê de û civakan de bêyî ku qutbûn bê çêkirin xwedî bîrhatineke bê dawî ne û cihê bîranînê ne. Divê li gorî wê cihê wan ê girîng bê parastin. Ji sedsala 20'an heta niha gelek bûyerên goristanan li Tirkiyeyê derketin holê û ev polîtîkaya bê goristanî êdî îflas kiriye. Ji van goristanan hin ji wan gorên Seîd Riza, Åžêx Seîd, Seîdê Kurdî û hevalên wî ne."
HDP'ê xwest cihê gora van kesayetên girîng ji gel neyên veÅŸartin û ji bo lêkolînê pêÅŸniyar kir ku Serokê Meclisê lêkolînekê bide destpêkirin.