Nirxandina li ser “Sînor” a Menaf Osman
Koma xwendinê ya amedê roja 24.03.2021ê pirtûka Menaf Osman ‘’Sînor’’ nirxand. Þêwir li ser bernameya zoomê online bi moderatoriya endamê komê Mirad dest pê kir.
Mirad bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir; em ê îro pirtûka Menaf Osman Sînorê binirxînin lê ji bo ku nivîskar girtiye nikare tevlî þêwira me bibe. Di þêwiran de gava nivîskar dibin mêvanên me em daxwaza wan a xwenasînê dikin lê ji bo ne pêkan e nivîskarê vê pirtûkê bihata þêwirê û xwe bida nasîn ez ê wî bidim nasîn. Menaf Osman 28 sal in girtiye, hevalekî ji hêla wêjeyî ve berhemdar e gelek berhemên wî hene. Em niha berhema wî ya di 2018'an de derçûye dinirxînin.
Mirad berhemên ku di beriya Sînorê de çap bûne jimart. Piþtre got hevala/ê ku bixwaze dikare mafê axaftinê bigire û dest bi nirxandina xwe bike.
'PEYAMÊN ZEHF XWEÞ HEBÛN'
Endamê komê Huseyn mafê axaftinê xwest û dest bi axaftinê kir û got: ez dikarim bibêjim ev roman tarza min bû min pirtûkê bi hezkirin û dilþewatî xwend,roman bîranîn,dîrokî,civaknasî û psîkolojîk bû lê belê bi pirayî rasteqîn bû dibe ku nav guherîbin lê çîrok rasteqîn bû. Di romanê de derûnî hebû,pênaberî hebû, êþ hebû,þoreþgerî hebû bi van mijaran roman xwîner dixist nav xwe, nivîskar vê tarzê tercîh kiribû bi min xweþ bû, ziman herikbar bû, peyvên mirov nizanibûn derdiketin lê dîsa jî xwendina wê xweþ bû, mirov xwe di pirtûkê de didît. Di pirtûkê de peyamên zaf xweþ hebûn; di hêla ziman de,di hêla kurdayetiyê de,di hêla yekîtiyê de peyamên di cih de dabû. Mekan berfireh bû,carînan zeman li hev diket,çend xeletên mantiqî hebû, karakter li mala Þêxo ye lê dibêje ez ji mala Misto derketim tevlîheviyên wisa hebûn,ev dibe þaþitiya redektê ez naxwazim pirr li ser bisekinim. Bi gelemperî pirtûk baþ bû hevalekî di nav ewqas bê derfetiyê de berhemên wisa afirandiye ez dibêjim mala wî ava be.
Endama komê Eyþeyê mafê axaftinê girt û wisa got: Navê roman û naveroka romanê pirr li hev dihat. Armanca nivîskar li holê bû peyamên ku dixwest xwîner bigire veþartî nebûn. Mijara yekemîn wateya sînor derketibû pêþ çawa sînor welatan ji hev qetand mîleta kurd çawa ji hev qetandiye derketibû pêþ. Di bin çîroka mezin de çîrokên biçûk hebûn. Çîroka Evdîl pirr balkêþ bû ji ber ku bavê wî jî qaçaxçî bû li wan sînoran, ji ber sînorê jiyana xwe ji dest daye evdîl ji hêlekî din ve wê têkoþînê digire li ser milê xwe,ji bo welat rizgar bibe sînor ji ortê rabe têkoþînek dide û ji wê sînorê derbas dibe. Beþa ku herî min eciband di zarokatiya Evdil de bavê wî qala gundê wan dike lê gava ew diçe li wir ne wekî bavê wî qal kiribû cihekî ji rêzê bû. Wê derê peyama ne xweþikbûna gund bû xweþikbûna welatê mirov bû.Di romanê de psîkolojî hebû mesela tirs tirsa dilê mirov hem tirsa aliyê þoreþgeran ve hem jî tirsa aliyê serdestan ve hatibû gotin. Mesela Evdil ditirse û meraq dike gelo hevalên wî yên din jî ditirsin yan natirsin metafora tirsê pirr derketibû pêþ. Çîroka Emînê Qop çîroka darizandina bê zanîn bû berê Evdil dibêje xayîn e lê piþtre hîn dibe ku tiþtekî wisa tune bû. Çîrok bi gelemperî vekirîbû di xwe de meraq nedihewand,qala Emînê Qop dike û dibêje çima qop bûye û çima vî navî li wî kirine.Ez ji xwendina pirtûkê aciz nebûm lê divê hin tiþt veþartîbûna xwîner meraq bikira.
'DU ÇÎROKAN EZ XEMGÎN KIRIM'
Endama komê Sevgulê dora axaftinê girt û wisa got:Nirxandina pirtûka Menaf Osman gelek min xemgîn kir ji bo ku ew di nav me de nîn e,em bê wî dinirxînin. Di vê pirtûkê de çîroka bavan bûbû qedera lawan 22 beþ û 176 rûpel birastî jî sînor tena serê xwe tiþtekî watedar bû,çîrokeke balkêþ bû, tiþtên bala min kiþand Rizgar bû, Mizgîn bû Leyla bû, Evdil bû her nav temsiliyeta tiþtek dikir kesek li ser navê Êzîdiyan li wir bû,yek kirmanc,yek soran hem ol hem jî zarava bûbûn mijar. Vegotin ji kesê yekemîn dest pê dike bi kesê duyemîn berdewam dike. Karakterê sereke Evdil bû hertiþt di binê banê Evdil de dihat qal kirin. Ez bi du çîrokan gelek xemgîn bûm yek çîroka di bin erdê de xwe veþartin heta lêgerîn qediya ez li wir hestiyar bûm û giriyam.Gava ew tirsiyan ez jî bûm ji wan yek ez jî tirisiyam. Çîroka duyemîn gava bavê Evdil qala gundê xwe dike di vir mesele ne xweþikbûna gund bû mesele azadiya axa mirov bû.Ew çîrok gelekî watedar bû.Ji hêla jinan ve karakterên jin gelek xurtbûn herdu karakterên jin bêtirs tevdigerin.Çîroka Xelo û Emîn çîroka kesayetiya mirovan bû.Çîroka Evdil mirov diêþandin bavê Evdil ji bo nanê zarokên xwe ji wê sinorê derbas dibûn Evdil li ser navê þoreþgeriyê derbas dibû. Min jî pirtûkê bi kêfxweþî xwend xemgîn im nivîskar di nav me de nîn e em nikarin nirxandina xwe rû bir û bikin.
Endamê komê Eyup mafê axaftinê girt û got:Ez gava her berhemeke kurdî dixwînim tiþtên nû hîn dibim,li gorî min mirov dikare bi saetan li ser Pirtûka bi navê Sînor biaxive. Di nav de jiyana me perçebûna welat,têkoþîna li hemberî sînor,êþ û kul hemû di nav hev de hatibû sewirandin vî karî Menaf Osman bi awayekî pîsporî anîbû li ber hev.Ez di gelek cihan de giriyam di dawî de gava Evdil pîra xwe û kalikê xwe Soro dît bi min pirr bi êþ bû,Evdil gava diçe gundê bavê xwe dibîne çiqas xeyalên wî jî diþkîn dîsa dizane bavê wî qala hesreta welat kiriye gotina ‘’bilbil kirine qefesa zêrîn gotiye ax welat ax welat’’ anî bîra min. Di çîroka Evdil de min çîroka zarokatiya xwe dît ew çawa ji axa xwe dûr ketibûn ez jî dema gund þewitîn wisa ji axa xwe dûr ketibûm gava piþtî çend salan çûm gundê xwe ez bi qîrîn giriyam.Çîroka pirtûkê jiyana vî gelîye em hemû bi awayekî sînorê dijin. Di pirtûkê de stargeha zarokan cih girtibûn em dizanin ew jî rastiyek e.Nivîskar ketibû nav karaktera Evdil piþt xewn û xeyalên xwe ve diçûn.
RAKIRINA SÎNORÊN SER ZIMAN
Endamê komê Ehmed mafê axaftinê girt û got:Di hêla romanê de hîn xalên girîng hene yek jê karaktere yek jê zeman û mekan in û yek ji wan jî bûyer e yek jî cihana çîrokê ye. Þayesandin pirr girîng e cihekî bûyer lê diqewîme bi þayesandinê tê xemlandin. Di hevoka ewil de bûyer ew ê çawa were þayesandin derdikeve pêþberî me. Sê karakter rûpela ewil derdikevin pêþ Mîrza, Leyla û Evdil. Evdil dilê pirtûkê bû nivîskar çîroka xwe li ser karaktera Evdil derdixist pêþberî xwîneran. Min çend romanên nivîskar yên din jî xwendine bi xwe þervanekî kurd e di nava çar diwaran de ye lê bi aweyekî hûnerî bi xweþbêjiyê rewanbêjîyê bûyerê pêþkeþ dike. Bi van karakterên ku honandiye jiyana þervanan þênber vedibêje. Hewldana wî ya rakirina sînora li ser ziman hemû zaravayên kurdî bikaranîye ev di berhemê de nîþaneyekê girîng e. Gava welatên me perçe kirin armanca wan a yekemîn ji hev dûrxistina zaravayan bû armanca sînorê ew e ku kurdan ji hev perçe bikin.Çîroka pirtûkê çîrokeke pirr xurt e,çîrok þênber e ji hêla zeman ve ji hêla mekan ve. Beyî ku demê bibêje demê diyar dike.Peyama herî girînga di nava pirtûkê de ev bû;dibêje em ê sînoran di nava welatê kurdan de rakin. Di romanê de bendemayîn hebû.
Endama komê Remziyeyê dest bi axaftina xwe kir û got:Mijara romanê di serî de diyar bû bi navê Sînor derdiket pêþberî me. Di pirtûkê de tiþtekî veþartî tune bû rasterast bûyerê vegotibû. Karakter dihatin li ber çavên me,gava qala stargehan dikirin xweþ dihatin li ber çavên me. Romanên þoreþgeriyê yên beriya vê pirtûkê xwendibû neþidibiyan wan romanan belkî wekî hevalan jî got karaktera Evdil nivîskar bi xwe bû. Pirtûkên þoreþgeriyê yên beriya vêya min xwendibû karakter tim dimiriyan ew jî mirov diêþandin di vê pirtûkê de ev tune bû. Mazûvaniya kurdan derketibûn pêþ di vê pirtûkê de îxaneta nav xweyî tunebû ev bi min xweþ bû. Beþa bîst û diduyan pirr bandor li min çêkir gava Evdil pîr û kalê xwe dîtin,min jî xwe li wir negirt û girîyam. Ev jiyana me ya rastîye û gelek bandor li ser min çêkir. Ziman herîkbar bû mirov ji xwendina pirtûkê aciz nedibû. Dest û tiliyên nîvîskar sax bin û înþallah di wê cihê teng de derkeve.
Endama koma Seyhanê dest bi axaftina xwe kir û got:Em hemû heman pirtûk dixwînin kêm zêde em ê heman tiþtan bibêjin. Ji pirtûka bi navê Sînor pirr tiþtên cuda jî dernediket wekî hevalan jî got pirtûk bîranîn bû. Hevalan got em giriyan cara yekemîn e ez pirtûkeke bi vî rengî dixwînim û nagirîm bi gelemper pirtûkên wisa dawiya wan bi þahadetê diqedîn ev pirtûk wisa neqediya. Serkeftina nivîskaran di cihekî de derdikeve pêþ ew jî xwîner karakter rasterast dijî û xwe dixe cihê karakteran min gava beþa karaktera bi navê Mizgînê xwend min xwe xist cihê Mizgîn û hewldana wê û hînbûna zaravayan û hewldana min hatin li ber çavên min û min got ger nivîskarekî dikaribe karaktera xwe bi rih û can bike ew serkeftina pênûsa nivîskar e. Em vegerîn li ser çîrokê nivîskar bi her awayî karakterên xwe derxistibûn pêþberî me,mayîna li stargehan derbasbûna sînorê,tirsa derbasbûnê,hevaltî,rexneya di nav xwe de hertiþt bi awayekî zelal hatibû nivîsîn. Menaf Osman tiþtên di nav þoreþgeran de tê jiyîn derxistibû pêþ negotibû ez ê bixemilînim û tiþtên di vê jiyanê de pêkan e ez ê veþêrim. Gava Evdil di sînor de dixwest Mîrza xilas bike diket nav dudiliyê ez xwe xilas bikim yan hevalê xwe xilas bikim. Nivîskar tiþtan mukemelîze nekiribû çîrokeke hasas lê ewqas jî serkeftî honabû.Navê pirtûkê û naveroka pirtûke hevdu digirt çîroka pitûkê û peyamên dabû hevdu digirt bi kurtasî Menaf Osman tiþtên ku xwestibû bigîhîjîne xwînerên xwe gihiþtandibû.
'ÊÞA ME DERÛNIYA ME'
Endamê komê Mirad mafê axaftinê girt û got:Kesek bîst û heþt salan li girtîgehê be û tiþtên wisa zindî girtibe hest avakirin tiþtekî wisa hêsan nîn e. Hevalên li zindanê di çapkirina pirtûkan de jî alozî dijîn. Di vê pirtûkê de kêmasiyên di hêla teknîkê de mirov bînê ziman hene lê ji bo ku nivîskar li girtîgehê ye û derfeta wî ya xwendina piþtî redektê tune ye van kemasiyan ez ê nebêjim.Hevalan qala naverokê kirin ez ê nekevim nav naverokê ez dixwazim di hêla temamkirinê de lê zêde bikim. Hêla erenî çîroka me bû çîroka hemû kurdan bû êþa me bû derûniya me bû vana tev rast in lê tiþtên tuneyî ku wî lê zêde kiribû çi têde hebû? Mesela di her romanekê de tiþtên lê hatibin zêdekirin divê hebin min pirtûkê bi kêfxweþî xwend lê tiþtekî lê nehatibû zêdekirin xeynî bîranînê tiþtekî bibêje ez zêde dikim sewirandineke bingehîn min nedît. Pirtûkên Menaf Osmanê ku min beriya vêya xwendibû sewirandin zêdetir bû lê min di vê pirtûkê de nedît. Ji min re bêhna bi peyam dayinan pêþiya bûyerê girtin hebû.Di hemû beþan de wekî divê peyam bide xwe wisa dabû hîskirin.,di pirtûkeke de ewqas peyam hewce ne yan ne hewce ne ez bi fikarim nivîskar mecbûr e peyama hertiþtî bide? Ji bo kaliteya berhemeke divê ewqas peyam ne pêþ bin ew peyamên vekiri jî dîsa bi dubare derketibû pêþ ev tiþt pirtûkê lawaztir dike.Bûyerê ser nuxumandî bihêþta mirov jê encameke derxista. Em werin ser honakê çiqas mijar bîranîn be jî honandina çîrokê ne hêsan e. Li gorî mijara bîranînê honak baþ hatibû kirin. Beþa serkeftiya di nav romanê de li gorî min bikaranîna demê bû dîroka rasterast nebêje jî bi hinek peyaman mirov xwe bi xwe ji nava demê derdikeve. Mekan rasterast bû lê ne xurt bû. Mekana gelemper hebû mekanekî tiþtên taybet derxe holê tunebû. Honaka karakteran jî baþ bû dema hemû hêlên pirtûkê didim berhev tiþtekî serkeftî derdikeve. Di romanê de tiþtê zêde bala min kiþand nivîskar li vir bûya min dixwest wekî pirsek jê bikim ev dubendiya nav zaravayan xwestibû bal bikþîne hevalên kurmancîaxêv li hemberî kirmackîaxêv yan jî soranîaxêv ne razîbûna xwe dianiyan ziman digotin bi zaravayê min biaxivin gelo ev rexneyekî bû? Di wir de derûniya wan karakteran negotibû ji xwîner re hêþtibû. Gelo ev derûniya serdestiyê bû yan tiþtekî din bû ez ji navê derneketim. Siheta Menaf Osman sax be di nav çar diwaran de jî berhemên wisa derdixe. Piþtî Mirad sê mêvanên tevlî þêwirê bûbûn pirtûk nexwendibûn lê kêfxweþiya xwe anîn ziman û bi xatirxwestinê þêwir bi dawî bû.
MENAF OSMAN KÎ YE
Di sala 1965'an de li Hesekê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li wir xwendiye. Piþtre li Zanîngeha Þamê beþa jeolojiyê xwendiye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di sala 1993'yan de hatiye girtin û cezayê mûebedê stendiye.
Deþîfrasyon: Seyhan Þaþmaz