Diyarname
Îrfan Amîda ji destpêka salên 90'î ve bi kurdî re eleqedar e, dinivîse... Qedr û dîmeteke wî ya mezin heye di nav nivîskariya kurdî de. Em vê hefteyê wî dikin mêvanê Porteya Mehê...
Îrfan Amîd di sala 1968’an de li gundê Qesrê yê bi ser Mêrdînê ve ji dayîk bûye. Wî BeÅŸa Dîrokê ya Zankoya Dîcleyê xwendiye û bûye mamoste.
Îrfan Amîda di sala 1991'ê de li NÇM’yê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) li ser çand û folklora kurdî dest bi xebatê kiriye û dema kovara RewÅŸenê derketiye ew yek ji kesên ku karibûye bi kurdî têde binivîse bûye û nivîsiye. PiÅŸtî çend hejmarên pêÅŸî vegeriyaye Mêrdinê lê têkiliya wî bi RewÅŸenê (paÅŸê Jiyana RewÅŸen, RewÅŸen-name û dûre kovarên din) re qut nebûye. Nivîs û helbestên xwe yên pêÅŸîn di van salên pêÅŸîn ên 90'î de nivîsandine û weÅŸandine. Heta salên 2000'î ev xebata wî dom kiriye lê pêÅŸî di sala 2002'yan de wekî yekem pirtûka wî helbestên wî gihîÅŸtine ber destên xwendevanan: "Dîmenên Derizî" (WeÅŸanên Sî, 2002). Û dûre pirtûkên wî yên din derketine.
Heta niha ji RewÅŸan, W, Azadiya Welat, Evrensel, Ozgur Gundem bigire di gelek weÅŸanên çapkirî de nivîs û helbestên wî hatine weÅŸandin. Her wiha wî gelek gotar ji bo Diyarnameyê jî nivîsîne û ew hatine weÅŸandin.
Amîda li Mêrdînê dijî, ligel nivîskariya xwe demek Serokatiya Egîtîm-Sena Mêrdînê jî kiriye.
Nivîskar Îrfan Amida di sala 2014’an de di Zankoya Artukluyê, BeÅŸa Ziman û Çanda Kurdî de master kiriye.
Amîda gelek qîmetê dide kurdî û nivîsa kurdî û ji bo yên nivîskarên kurd wekî "gihayê hewÅŸê" dibînin di gotarek xwe ya di Diyarnameyê de wisa nivîsiye: "Meseleya hewÅŸê û giya jî mirov dikare di heman pêwendiyê de binirxîne. Heger dê mirov behsa hewÅŸekê bike ji bo nivîskarên kurd, ew hewÅŸ kurmancî ye û têra xwe bi gul û kulîlk e. Dilê kê bibijê bila bê vê hewÅŸê û wan gul û kulîlkan bêhn bike û ji fêkiyên wê bitahmîne. Ji xwe, kêm zêde, kesên/xwendevanên ku di vê hewÅŸê de digevizin hene û cih jî heye, kî dixwaze bila bê bigevize. Tu kes nikare wan biqewirîne ji vê hewÅŸê. Ji xwe dilê tu kesî jî tune ye wan biqewirîne. Meseleya me ne lêgerîna hewÅŸeke din e. Mesele ew e ku dengê ji vê hewÅŸê derdikeve, li hin hewÅŸên din jî bê bihîstin. Heger ku nayê bihîstin a dengê ji vê hewÅŸê bilind dibe, qels e ya jî pirsgirêka “bihîstinê” heye di hewÅŸên din de. "
Heta niha ev pirtûkên Îrfan Amîda derketine:
Roman:
- PêÅŸangeha Sûretan, WeÅŸanên Lîs, 2011
Helbest:
- Dîmenên Derizî, WeÅŸanên Sî, 2002
- Nameyên Nabersivin, WeÅŸanên Aram, 2003
- Åžopa NeÅŸûÅŸtî, WeÅŸanên Lîs, 2005
- Zaremya, WeÅŸanên Lîs, 2009
Werger:
- Balgîfa Mar / Yilan Yastigi, Murathan Mungan, helbestên bijartî, li gel Lal LaleÅŸ, WeÅŸanên Lîs, 2007
Lêkolîn:
- Qonaxeke Modernîzma Kurdî Helbesta Tîrêjê, WeÅŸanên Lîs, 2016