logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

NEYNIKA BARANÊ Û BAYÊ RUH

  • Dîrok: 20/12/2020
Di neynika pirtûka Eyşana Beravî  a bi navê “ Ya Ba Ye Ya Baran e “ de repîna barana hebûna monologan û xwebûnê ye, di vê neynikê de vîzevîza bayê femînê, ehleq û estetîkê li belengoşka guhên me diqewimin û berî her tiştî em dikarin bêjin helbestên Helbestvan Eyşana Beravî ehleqê, estetîkê û femînîzmê vedirêse û diteyisîne. Helbet ji xêynî van têgehan helbestên me heman demê serîrakirineke dijwar a ruhî jî li dar dixe, li dijber xwe û li dijber civakê vê serîrakirina xwe pêk tîne. Çimkî nivîskar bi şûnikên xwe him civakê û him jî xwe estetîze dike. Bi helbestên xwe rêya estetîkê û ehleqê li ber me radixe û bi vê şêwazê helbestên xwe vehûnaye. Em dikarin bi gelemperî bêjin  nivîskar bi saya neynika xwe him dîtirên xwe, him civakê û him jî jiyanê dide ber lêpirsîna, û her wekî din hebûnê û xwebûnê, têgeha ehleqê, femînê û estetîkê jî dide ber serada lêpirsînan da ku xwe bigihêjîne heqîqetê. Her wekî din helbestên me mîna zîncîrehelbestan e, çimkî heta dawiya pirtûkê jî serenavên helbestan tune ye. Weke yekhelbesteke zîncîrehelbet be didome. Loma jî em dikarin bêjin yekhelbesteke dirêj e. Îcar em li hin risteyên helbestên xwe binêrin û berî bi ber behra helbestên nivîskara xwe vekin:
Bi hezaran fikrên qehpikî yên qirêj
Daye ber şûnikan.
Wekî qerpalên rizyayî,
Li ber tava Hezîranê,
Bi dar kirine...
Çawa bibêjim
Kêwroşkekî qitufî me
Helbestên Eyşana Beravî têgeha ehleqê ji hev vediçirîne û li ber çavên me radixîne, lê dîsa jî bi tirs e, çimkî dibêje “ kêwroşkekî qutifîme" yanê him ditirse û him jî ehleqa qirêj eşkere dike, asas di vir de helbestvan dixwaze fikrên estetîk yên bi ehleq destnîşanî me bike lê bi şêwaz û nêrîneke  berevajî berbiçav dike Yanê nivîskar bi bêjeyên femînal ehleqeke qirêj bi şûnikekî femînal kirasê estetîkê li bejna ehleq û nêrînên qirêj difesilîne. Wekî em dizanin di romanûsan de yê têgeha ehleqê da ber şûnikan jê yek Marqus De Sade ye. De Sade di serdemeke dijwar û oldar de dijiya, di vê heyamê de wêrektî û pênûsşûrî pêwîst bû, Sade pênûsa xwe li dijber dêr û oldaran weke şûrekî rakişand û xwe gihişt heta vê serdemê û mohra xwe li eniya dîrokê xiste. Welhasil nivîskara me jî xwestiye têgehên weke ehleq, femînîzm û estetîkê destnîşan bike û heman demê de wan rûqalî hev bikin....
Nizanim wê hin çend pel,
Ji emrê min biweşin.
Ez ê çend caran ji xwe birevim.
Jinbûna min ku di navbera zarokatîya min
Û ciwanîya min de bê biryar e,
Tevnan diavêje
*
Ji xwe re biyan im.
Dema em li vê risteyê dinêrin em dibîne nivîskara me nîqaşa xweyîn û têkoşîna ruhîn a serdemên temenên xwe berbiçav dike. Lê di helbestan de nivîskar pir zêde hevokên ji xwe re Bîyan im û ji xwe revandin heye. Nivîskar ji xwe direve û xwe Bîyan hîs dike. Jixwe rev û Bîyan hîskirin hinekî tê wateya bêwatebûnê, tê wateya ji her tiştî sarbûnê û heta ji hertiştî acizbûnê an na bo çi ji xwe bireve û xwe Bîyan hîs bike, helbet em dizanin di serdema post-modernîzmê de bîyanîbûn têgeheke serdest e, çimkî di serdema modern û postmodernîteyê de ala tenêbûnê, takekesiyê,  jixwe biyanîbûn û ji hertiştî biyanîbûn têgehên serdest in. Helbet di vê risteyê de helbestvan bi raboriya xwe û bi zarokatiya xwe re ketiye galegal û nîqaşan, yanê nivîskar bi emrê xwe re, bi zarokatiya xwe re û bi niha ya xwe re ketiye şerekî hebûnî û dîrokî...
*
Bila bê dirûtin bimîne,
Bê perde xuya bin, çi hebe.
Em di van herdu hevokan de jî dibîne nivîskar estetîka hunerê a tazî berbiçav dike. Ehleqa orijîn a xwebûnê eşkere kiriye û dîsa dibêje bila her tişt bêperde be yanê bila tiştekî veşartî nemîne em ji vêya re dibêjin lixwemikurhatina xwebûnî. Yanê bi kurtasî xwebûn, estetîk û ehleq hatiye tevnesazkirin. Em dikarin bêjin nivîskara me bi şûnikê xwe kevnik û kirasê ehleqê li ber çavê civakê dikute û tiştên nixûmandî berbiçav dike. Di neynika xwe de ehleq û estetîkê diteyisîne û em jî li neynika wê dinêrin û em ji wê fêrî têgehên ehleq û estetîkê dibin. Em di neynika dîtira xwe li rastiya xwe diqewimin....
Nizanim ev çend rûyên min in, 
Di aweneyê de xeyîdîne, ji hev.
Kîjan mêrkuj e, kîjan hestiyar e, kîjan...
Kîjan e dike ku xwe biafirîne...
Tevlîhev im...
Em dibîne dema nivîskar li neynika xwe dinêre, li gelek dîtirên xwe rast tê, loma jî di nav van dîtirên xwe de tevlîhev dibe, li ber çavên nivîskar dîtirên xeyidî, mêrkuj û melankolîk diafirin. Çimkî nivîskar di monologa neynika xwe de veguheriye gelek monologên dîtir û cihê loma jî nivîskar tevlîhev û bêbiryar maye û dibêje kîjan...
*
Nizanim min dilê xwe li ku ji bîr kir.
Bê dil-be dil dikim ku
Li ber ruhê xwe bidim.
Yanê dêmeg dilê xwe li cihekî ji bîr kiribe, ev nişîdê sarbûnê ye, çimkî a ku mirov bi hest û zindî û li ser piyan dihêle dil e. A ku dil li ser piyan dihêle xwîn e. Çimkî dil tune be, ruh jî dê tune be û wateya ji yekî/e mirî namîne. Lê dîsa jî dibêje li ber ruhê xwe bidim, yanê asas hîna dil û ruh nemiriye. Ji hêlkê ve nivîskar nakokiyê di helbesta xwe de çêdike. Welhasil  xwîna di dil de serî radike û dibêje ez heme, têkoşîn didome...
*
Qira peyvan li hev anî
Tu bêdeng, ez bêdeng, şev bêdeng...
Ruhê min di bêdengiyê de pepûk
Tu carî li tu cihî bi cih nabe
Carekê dinêrim,
Her tişt wekî bêdengiyê bêdeng e...
Koç dike ruhê min, ji laşê min
Em di vê risteyê de jî dibînin, dîsa heman hêman û rewş li ber çav e. Pepûk di vir de metafora neyîniyê ye û bi helbestê hatiye xemilandin, helbet li helbestê jî hatiye yanê li hev e. Yanê bêdengbûn, koçkirina ruh jixwe tê wateya ji her tiştî sarbûn û dûrketinê, yanê nivîskar di navbera xwe û dîtirên  xwe de dûrketinekê pêk tîne. Nivîskar bi dîtirên xwe re ketiye nîqaşên rengorengo. Nivîskar bi şêwazeke sar û cemidî li neynika xwe dinêre û di neynika xwe de bi dîtirên xwe yên di her serdemê de jiyane ketiye dîyalogên monolojîk û bi vê şêwazê helbestên xwe tevnesaz kiriye.
Tarîyeke qetran xwe bera nav xewnên min daye.
Di nexşeyê ku li ser serê min daleqandî de,
Her wiha nivîskar di vir de xewnên groteskwarî dibîne û tim di serê  nivîskar daliqandî ye, mîna bextekê, werhasil di helbestan de mijarên cihê gelek in.Her wiha ji hin helbestan bêhna felsefê jê dihat. Wekî din hin aforîzmayan jî ala xwe bilind hildabûn mînakek: “ Her mirov dinyayek e, lê kes bi rêya kesî nizane...”em dizanin gotinên aforîzmatîk gotinên ramanî ú felsefî ne. Nivîskar li dengê xwezayê jî têra xwe guhdarî kiriye. Di helbestan de têgehên gelek balkêş hene; tarîtî, tenêtî, xwewendakirin, biyanîbûn, jixwedûrketin , lixwegerandin, zeman, paşeroj û zarokatî, jehr, bêdengî, av, agir,  şev û qetran û hwd, dema em li van têgehan û li risteyên helbestên xwe dinêrin, tabloyeke reşbînî xwe di serê me de dixêzîne.
*
Gerdûneke nava min,
Bi zelzeleyekê hildiweşin xipîxerabe
Û ez vediguhêzim kulmek xirbe.
*
Niha tenê dengê segan, beqan û balindeyan e.
Di bêdengîya şevê de li xwe digerim
Şev bîyan, siruşt bîyan, mirov bîyan
Yanê nivîskarek veguheze xirbeyekî û bihelweşe dêmeg hatiye dawiya hertiştî an jî piştî her hilweşandinê dibe ku tistekî nû jî derkeve holê, lê talî di piraniya helbestan de nivîskar bi xwe re û dîtirên xwe re şerekî dijwar daniye û dixwaze hikumdariyê li dîtirên xwe û li xwe bike da ku bibe xwe û xwe bigihêjîne heqîqeta xwe, asas him li pê heqîqeta xwe ketiye û him jî li pê heqîqeta jiyanê ketiye, loma jî nivîskara me çiqas xwe teyisandibe ewqasî jî derûnî û rewşa civakê û jiyanê teyisandiye....
 
Hin Nivîsen Nivîskar

SINDOQA DILŞIKESTINÊ

  • 15 Tîrmeh 2019

Ji bo zimanê kurdî û malbata Celadet...."Mêr, dizanin jin ji wan mezintirîn e, loma jinên herî qels an jî ên herî nezanîn dihilbijêrin. Ger wisa...

LEHENGEKÎ BIŞAFTÎ Û JÎR

  • 13 Rêbendan 2021

Lîncoln, dema serleşkerê xwe tayîn dike wiha dinivîse: “Ji min re gotin hedefa we dîktatorî ye. Ji bo ku hûn karibin bibin dîktator tenê rêyeke wê ya yekane...

ÇAVDÊRIYÊN QEYDKIRÎ

  • 24 Rêbendan 2019

“Ji bo ku mirov êşê fêm bike, divê berê mirov bi xwe êşiyayî be, an na bêwate ye”“Êşâ kesê dinê rasterast û bi teqezî em...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

RTUK: 'Şikir ji Xwedê re çapemeniya me pirdeng e'!

ad

Piştî teqînê Lubnan tevlihev bû: Hikumetê îstîfa kir

ad

Li ser 'Şeşaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin

ad

PYNK û ENKS'ê daxuyanî da: Me li hev kir

ad

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim hat Tirkiyeyê

ad

Ji sê nivîskarên me sê nivîsên nû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname