Wexta min li vîdeoyê temaşe kir* û gotina Cîhan Roj a wekî, “Azadiya zarokekî azadiya milet û welatekî ye” bihîst ez li zemanê mamostetiya xwe a li pêşdibistanan û li a “perwerdehiya malbatan” vegeriyam, gelek bîranîn hatin bîra min bê rola azadhiştina zarokan di perwerdehiyê de çiqas muhîm e.
Her wiha ji zarokaniya xwe û zarokaniya derdora xwe dizanim bê rola mêwe û darên mêweyan çiqas muhîm in. Ez dikarim bibêjîm bîranînên min ên dema zarokatiyê yên herî bi kêfxweşî û zîndî, dema di meha payîzê ya navîn de, ez bi pîra xwe re diçûm ser rezan. Ji berhevkirina tiriyê bigire, heta ku ji lûleya mehserê şîre dihat xwarê, û tevî çêkirina meşlûl (benî) û raxistina bastêqê ji bo min wekî temaşekirina filmekî yê herî xweş û bi bandor bû. Îro li dinyayê, bi qasî em dixwînin dibistanên li nav xwezayê di perwerdehiyê de pir balkêş û serkeftî ne.
Ji min re bû mereq, bi nav hin çavkaniyan ketim û min dît di çavkaniyên kurdî de rola xwezayê ya di perwerdehiyê de muhîm hatiye dîtin. Li wir min dît bê “xweza” bi qasî di folklora kurdan de, di perwerdehiyê de jî xuya bûye.
Di nivîsa kîjan nivîskar de bû ku min di demên pêş de xwendibû aniha nayê bîra min, lê hatibû bîrxistin ku biyaniyek gotiye, “hişê kurdan dîtbarî ye”. Ew hişê dîtbarî îro di çi halî de ye ez nizanim lê dîmen, estetîk û xwezayek geş wê roleke erênî li perwerdehîya giştî, bi taybetî jî li perverdehiya pêşdibistanê bike.
*Va ye ew vîdeo: