Diyarname
Weqfa Sabanci îsal 5'emîn car pêşbaziya kurtefîlman dide dest pê kirin. Pêşbazî îsal bi diruşma "Kî guherîna kişwerê dikişîne?" li dar dikeve û mijara bingehîn "guherîna kişwerê, guherîna jiyanan" e. Serîlêdana dawî roja 20'ê sermaweza 2020'an e. Midûra Giştî ya Weqfa Sabanci Nevgul Bilsel Safkan di daxuyaniya belav kiriye de diyar kiriye ku guherî kişwerê dibe sedema kêmbûna pircureyiyên biyoyê, xirabûna behran û ekosîstema peravan, ziwabûn û çolbûn, talûkeya xurekê û koça bi girseyî, ligel van dibe sedema gelek pirsgirêkên hawir û civakî. Safkan bang kiriye û gotiye ku divê bandora guherîna kişwerê bê kêmkirin û ji bo li gor vê guherînê tevgerîn çêbibe xebat bên kirin.
Ew vê pêşbaziyê jî ji bo balê bikişînen ser vê meseleyê li dar dixin. Kesên bixwazin dikarin kurtefîlmên xwe yên ku herî dirêj divê 5 deqe bin û li ser guherîna kişwerê bin ji wan re bişînin. Ji berhemên ku bêne şandin herî hindik 10, herî zêde 15 heb dê derkevin fînalê û jurî ji nav wan dê neqandinê bike. Şertek din jî ew e ku kesên berhem bişînin divê heta niha tu fîlmê metrajdirêj nekişandibe.
Ji bo kurtefilmê yekemîn 20 hezar, yê duyemîn 15 hezar û yê sêyemîn jî bi 10 hezar TL'yî bê xelatkirin.
Ji bo yên bixwazin serî lê bidin:
www.kisafilmuzunetki.org


