Meral Çîçek
Wergera ji tirkî: Aytenxan
Hinek wêne an sernivîs hene bang li rihê mirov dikin, mirov keremê xwendinê dikin…
Berî çend rojan ez rastî wêne û nivîsek bi wî awayî hatim. Fotografê Nelly Sachs bû. Meral Çîçekê derheq wê û helbesta wê de di PolîtîkARTê de nivîsîbû. Her ku min nivîs dixwend, ji gelek sebeban jiyana Nelly û helbesta wê, taybetiyên helbesta wê bala min dikişand. Min xwest, wekî ceribekê û bo qedrê helbesta Nelly Sach ez nivîsa bi tirkî hatiye nivîsîn li kurdî wergerînim. Cara pêşî ye wergereke wiha diceribînim; ger kêmanî hebin li min negirin.
Kerem kin, nivîsa Meral Çîçekê ev e:
(Wergera nivîsa Meral Çîçek a bi navê; “Dîlî yarasindan opmek”)
Di sala 1921’ê de bi piştevanî ya Stefan Zweîg re yekemin pirtûka wê ya helbestan a bi navê “Efsane û çîrokan” (Legenden und Erzohlungen) tê weşandin. Ew helbestên dema pêş her ku rengên melankolîk, neoromantîk lê hebin jî, li der dora nexşeyên xweza û muzîkê dizivirî.
Berdin dibêjim, berdin…
ji guhên pirxweş dibihîzîn re jî dibêjim
Bila pistepist tunebin
Tişta ji bo mirinê were gotin nebîne
Bihêle û li min temaşeke (…)
Lê belê bila ev tunebin:
Hêma û ketîyên kîteyan ên di nav toz û axê de
Gotindariyên bi peyvekê…
yek peyvekê nebêjin,
hûn peyvinon!
Her trajedî berî her tiştî birîn li ziman vedike. Ne tenê birîndar, qirêj jî dike. Her ku diaxive qirêjiya xwe li der dorê belav dike, hevoka jehrî dike, derbasî hiş dibe. Birîn her diçe kûr dibe û tragedya jî êdî tenê di ferhengêde dibe peyvek berya trafoyê anjî piştî trahomê. Êdî ziman birîndar e. Û tenê neaxife, lê bibêje jî, gerek wê wextê xwe ji hemû qirêjîyê, xwe ji xwelî û axa li ser xwe bike. Xwe xelas bike kû karibe bibe xilasker û qenebe îhtimalek bimîne. Helbestvan jî, cengewarê wê cengê ye ku hevokên berdane hewayê her bi şûrên tûj diqelêşe.
Nelly Sachs yek ji wan kesan bû. Ew helbestvan bû, hewl dida li dijî îxaneta li zimên dihat kirin heqîqetê xilas bike: ‘’ax tu dram, zemanê reş/ bi gotinên vikîvala ên bê dawî//li paş devên ji strîyan nûxumandî…’’ Lê çi bû berê wê dabû zimanê Almanî ê hatibû qirêjkirin ku têxe rewşek pak a helbestî wekî dema pakîyê, çi bû ew xistibû pey alfabeya wendayî. Çi bû ew û Ingeborg Bachmann anî bû ba hev ku Bachmann li destpêka helbesta bi navê “Hûn peyv” wekî îthaf wisa nivîsîbû:”Ji bo dost, helbestvan Nelly Sachs, bi hurmetek bêdawî.” Çi bû ew û Paul Celan ê ku bi bêdengîyên tirsnak, axaftinên mirin dianî, yên neçar di man di nav hezar çûre tarîyê de derbas bibe, anîbû ba hev? Ya ziman birîndar dikir tragedya bixwe bû, yê şîrê sibê yê reştarî di wextên şevê de dida vexwarin, hostayê mirinê Fuguy bû yê ji Almanyayê hatî, zemanê bi keder dibirin goristana şilûpil. Ku Nelly Sachs a qet nezewicîbû, bi awayek, destgirtîya kederê bû…
Di 10’ê berfanbara 1891'ê de wekî zarokek tenê yê malbatek cihû ku hatîye bişavtin, her ku bi navê Leonîye Sachs li Berlînê ji dayik dibe, lê herkes bi navê ‘’Nelly’’ xîtabê wê dike. Rewşa aborîya malbatê gelek baş e, pirsgirêkên wan ê aborî tune, lê zarokanîya Nelly yê bi gelemperî, bi tenêtî, di mal de, li ber dayîka wê derbas dibe. Derdora ku lê mezin dibû dibe ku tenê derfeta bi destxistina hevaltîyê dibistan bû, lê belê di alî tendûristîyê de Nelly nesax bû, dema pirsgirêkên tendûristîyê jîya ji dibistanê hat girtin û 3 sala di mal de, ji mamosteyên taybet ders girt.
Xelatek ku di rojbûyîna 15 salîya xwe de digire, herikîna jîyana wê diguherîne. Berhema nivîskara Swêdî Selma Lagerlöf’a bi navê Efsaneya Gösta Berling. Roman ewqas bandor li ser dihêle, biryar dide ji nivîskar re name binivîse, hay jê tune ku ev dostanîya 35 salan, ya bi wê nameyê destpêdike wê rojek jîyana wê xelas bike. Êdî tenê bi xwendinê namîne, ew jî dest bi nivisînê dike; pêşî helbest, piştî wê bi çîrokan re lîstikên bûkok-ximbil yê şanoyê dinivîse.
Dema di 17 saliya wê de li nexweşxana, ku cardin pirsgirêken wê yê tendûristî derketiye holê, tê derman kirin, cara ewil mêrek nas dike û dibe evîndara wî kesî, ku navê wî wê tu car eşkere neke. Lê wiha dixwîye ku hestên wê bê bersiv dimînin. Jiyan di çavên wê de bê mehne dibe, xwe di destê depresyonên kûr de berdide. Dema loqek nan naxe devê xwe, wê li sanatoryûmê didin razan. Di navbera salên 1908-1910 ande Rîchard Cassîrer yê ku Nellyê derman dikir, dibêje; ew cara yekem bû rastî rewşek ku ev risteyên helbestvanê Alman Heinrich Heine ê wekî ‘’û ez ji qewmê Azra me/ewên bi evîndarbûnê re dimirin’’ piştrast dike hatibûm. Nelly helbestên xwe nîşanî bijîjk ê xwe dide, li Cassirer bandor dihêle, Cassîrer ji bo Nelly berdewam bike dil dide wê. Û êdî helbest dibe pirûseya Nelly a rêya jîyanê nişan dide.
Di sala 1921'ê de, bi alîkarîya Stefan Zweîg yekem pirtûka wê ya helbestê a bi navê Destan û çîrokan (Legenden und Erzöhlungen) tê weşandin. Ew helbestên dema zû her çiqas rengên melankolîk, neoromantîk lê bin jî, li der dora nexşeyên xweza û muzîkê dizivirî. Di dawîya salên 1920'î de, helbestên wê li rojname û kovaran tê weşandin. Dema dihatin salên 1930'yî li Almanyayê sazkirina jîyana çandî bi pêş ve diçû. Lê cihû li derî her alîyê jîyanê dihîştin. Qadên kû demek jinên zana bi qireqîj dişewitîn, êdî pirtûk bi durişmeyan diavetin nav agirê bilind. Nelly, di vê demê de, ji nû ve bi evîndarê xwe yê ewîl re dest bi hevdîtinê dike, hevdîtinên wê veşarî ne, bi cihûyên hunermend û ronakbîr re tê ba hev, li hemberî wan helbestên xwe dixwîne. Her ku diçû xeleka jîyane teng dibû, mal û karxaneyên cihûyan dihat talan kirin, malûmilkên wan dihat desteserkirin, ew bi vagonên reş dikirin rêwîyê rêya nehatê. Nelly jî ji neçarî, dawîya ku ew li bendê bû bi paş ve dixist. Ew eşqa ku bûbû sebeb Nelly dev ji jyanê berdabû hey ku wê ew eşq dîsa bi dest xistibû, bi neçarî ji bo dîsa eşqa xwe ji dest nede li ber xwe dida. Lê di dawîyê de ew roja ji bo birina Kampa Nazîyan kaxiz dikeve destê wê, bi vîzeya ku Selma Lagerlöf jê re alîkarî kiribû, bi balefirek sîvîl a ku cara dawî ji Berlîn Tempelhofê radibû di 16 ê Gulan a 1940 î de, bi dayika xwe re, di destê wê de tenê baholek ku hemû alavên du jinan tê de bûn. Almanyayê diterikîne.
8 salên ewil ê li surgûnîyê di malek tarî, ya yek ode de, di nav feqîrî û tecrîtê de dijîn. Bi roj li dayika xwe a nexweş dinêre, bi şev jî dinivîse; ‘’ew jîyana di wan şevan de, a bi salan bê xew, her car ji nû ve meriv werin avêtina nava “derveyekê’’ di eslê xwe de, her şev ji nû ve naskirina mirinê…. Hezkirîya min a dawî ew mirova ji min re mayî, wexta li derdora xwe a ew qas
dûr dizîvîrî dîtina wê, li hemberî êşkêşan, ew peyv li min ferz dikirin, ku wê pey re biketana helbestên min.” Di wê deme de bi alîkarîya hevalê xwe yê nivîskar Leo Hîrsch re bi karê wergerê debara xwe dikir. Sibata 1950'î de dayika wê diçe ber rehma Xwedê. Bi şiklê rojnîvîskê dest bi nivîsîna Nameyên Şevê (Brîefe aus der Nacht) dike. Helbetvan di 60 salîya xwe de cara ewîl e tenê dimîne.
Di salên ewil ê li Swêdê, di helbestên xwe de zimanê neoromantîk didomîne. Lê bele zivistana 1942/43'yan de li welatê wê û li Evropaya Rojhilat serpêhatiyên li kampên ji bo kuştinê hatine avakirin tên jîyîn, pê dihese ku hezkiriyê xwe, eşqê xwe yê di helbestên xwe de wekî zavayek gelêrî, nemir dikir, ew jî li wan kampan hatiye kuştin. Qêrînên ku ji welatê wê yê li dû xwe hîştibû bilind dibû Nelly Sachs ji kûr ve dihêjîne, her çiqas dûr be jî, yên diqewimîn li ber çavê xwe nedîtibin jî, li wê travmayên mezin çêdikir. Her qêrîn li ser çermê wê yê spî dibû birînekê, ji çavîyên wê hergav xwîn diherikî. Bi zimanê xwe yê kevin nekarîbû deng bida wê qêrînê. Tofana ku dihat jîyîn pedîvîya zimanek nû dikir, edî helbest bikarîbaya qolincê xwebûnê bikar banîya. Helbestên nû yên di sala 1943'yan de dinivîse di sala 1947'an de bi navê "Li Mala Mirin" (In den Wohnungen des Todes) diweşîne, piştî wê dixwaze ku yên berya 43'yan nivisîne ji wan jê risteyek jî neweşînin. Êdî di despêka helbestê de Shoah hebû.
Di sala 1950'î de piştî mirina dayika xwe hema histeriya ewil derbas dike. Li gorî hin nûçeyan, dadgehên qaşo, ên li Almanyayê, di jiyana siyasî û civakî de ji nû ve derfet dabû gelek naziyan, nûçeyên di wê mijarê de, wê perîşan dikir.
Ew pirtûk a dema li nexweşxanê hatiye razandin, ji alî hêrisek ve di dema serlêdanekê de bo wê tê dîyarîkirin, deriyên nû li hember asogehên wê ve dike: ew belge wergera herî muhîm ya mîstîzma Cihûyan a Zohar bû, ku ew werger bi terîf û bi pênase ya, "Gerdûn herdem xwîn û hilma me ye’’ nêrînên cîhanek nû ku bi kurtasî bi wê gotinê hatibûn destnîşankirin, bandora xwe li ser helbestên wê jî dihêle. 1957'an de pirtûka bi sernavê ‘Û Kes Ji Wê Wêdetir Nizane’ (Und niemand weiss weiter) û ‘Rev û Guherîn’ (Flucht und Verwandlung—1959) helbestên wê ên gerdûnî, kozmîk yê bi zanyarî di navbera do û îro, zindî û mirîyan, cîhan û axretê de ji girêdanên ji por çêdike. Wekî ya Celan di Mirina Fugu de dikir:’’Zilamek rûdînê li mal yê bi maran re dilîze dinivîse / dema hewa tarî dibe li Almanyayê Margirete porê te yê zêr dinivîse/ porê te yê bûne xwelî, gorek Sulamîth dikolin / li hewa rehet tê razan…’’
Di bihara 1960’î de, hêjayî xelata wêjeyî ya ji bo bîranîna Annette von Droste-Hulshoff ê, tê dîtin. Pêşî ji bo çuyîna merasima li bajarê Meersburg yê li sînorê Almanya-Swêdê ye, dudilî dijî, lê bîryar dide wê cara ewîl derkeve derê sînorê Swêdê. Lêbelê ji ber Holocaust a li ser axa Almanyayê hatîye jîyîn newêre bişev li wir bimîne û ji bo razanê li otelek Zurîhê dimîne. Kesên ji bo pêşwazîya wê tên balafirgehê, Paul Celan û Ingeborg Bachmamn ê, ku ji 1957’an de heta niha name ji hevre dişandin. Sohbeta li terasa otêlê dikin, dibe wesîleya nivisîna helbesta Celan ya navdar a bi navê Zurîh, zum Storchen ê. Celan ji bo wê demê, wekî korsanê wêjeyî tê tewanbarkirin, demên gelek zehmet dijî. Nelly jî ji bo di wê demê de ji dostê xwe re bibe taqet, bi wî re derbasî Parîsê dibe. Celan jî di payîzê de ji bo dîtîna Nelly diçe Stocholmê. Nelly ya ku di wê demê de her diçe derûnîya wê xerab dibe, taqeta herî mezin ji Celan dibine. Bi taybetî di van salan de gelek caran li nexweşxanê tê razandin û di wê demê de yê herî zêde pê re, bi nameya di nav dialogê de ye Celan e. Ya bûbû sebeb bên ba hev, tenê ne qedera wan ya hevpar bû. Û, yê Celan jîya bû hê girantir bû: hem dayîka wî, hem jî bavê wî ji alî Nazîyan ve hatibû qetilkirin, ew bi xwe jî di kêlîya dawîn de karibûye ji kampê bireve. Hevparbûna wan ya bingehîn kurehîya hîskirina birîna dil, hêza paqijkirin û xelasîya wê bû: "(Ziman) di nav bê bersivbûnên xwe de, bêdengîyên tirsnak de, neçar mabû di nav hezar cûreyên axaftinên tarî, yên ku mirin dianîn re derbas bibe. Di navê re derbas bû û ji bo tişta dihat jîyîn terîfa wî tiştî soz neda; lê di navbera yê hatî jîyîn re derbas bû, di navberê re derbas bu û cardin derket ronahîyê, bi tevî van tiştan ‘li xwe zêde kir’. Ev e bi vî zimanî, di wan salan û salên piştê wî wextê de, min hewl da helbest binivîsim.’’ (Ji axaftina Celan a di merasîma xelat girtina Xelata Wêje yê a Bremen a sala 1958’an)
Şaredarîya Dortmund ê ji sala 1961’ê vir ve li ser navê Nelly Sachs xelat û weşanên berbiçav Suhrkampê û nişan didin ku dengê Nelly Sachs di dema pîştî şer de dengê herî taybet e. Di sala 1965'an de Xelata Aştiyê ya Yekîtîya Weşanxaneyên Alman, salek pişt vê jî wekî helbestvanek alman hêjayî Xelata Wêjeyî ya Nobelê hat dîtin. Perê xelatê bexşî mexdûran kir.
Nelly Sachs a 11 pirtûkên wê derçûn, ziman rizgar kir. Hevokên wekî eşq, hezkirin, bêrîkirin, stêrk, hîv, xweda, candarbûn an jî wekî welat, yên mehsûmîyeta wan hatî lekekirin di nav têkilîya torek nû de, bi helbestê ji nû ve welidandina wan da îspat kirin. Di nava tirajedîyekê de ew jîyana ku tu peyvê nekarîbû ew pênase bikira, ziman ji nû de saz kir û bi mehne kir. Bêdengbûn mirin bû. Lêbelê gerek deng li mirîyan jî bihata kirin. Helbestên ewil ên li pey sala 1943'yan ji bo bîranîna mirîyan nivisîbû ku wekî kitabeyên goristanê, ji qelemê herikî bûn, belkî ji hewla deng lê kirina mirîyan bûn.
LÊBELÊ BELKÎ
Lêbelê belkî
Em ên
Bi xeletî dûxan jê dikişin
Gelo hê jî fezayek me a serberedayî heye?
Bi zimanê hilmgirtina hatî afirîn
Borûya rêûresmê
li ser hev bo destpêkê bi pif e pif e
ji hebên xîzên pereyan bi leztirîn
beriya tîrêj pêbikeve dîsa
li ser embrîyoyê
di bişkokdayîna zayînê de ye?
Û dîsa dîsa
Dorlêgirt in
Erdên te
Wexta me şev nedianî bîra xwe jî
Û dema me bi diranên xwe parçe dikir
Rehên bi strêk ên peyvan
Li kûrahiya behran
Û erdê te yê qasî donimekê ê nû hatî cotkirin
Pey re pişta mirinê
Belkî rêyên sûlavên ên bi çivanek
Dişibe fîrarên meteoran ên veşarî
Lê di alfabeya bageran de hatî nîşankirin
Li kêlek keskesorê
Lêbelê kî dizane belkî
Pîleyên îhtimala dolgirtinê
Û awayê xwarbûna garisê hêşîn
Ji axa rizyayî
Ji bo devên mismisok
Tîrêj î?
(Nelly Sachs)
Nelly Sachs li nexweşxaneyek li Stocholm ê li hember şerê ku li dijî penceşêrê dikir di 79 salî ya xwe de kir. Di salnameyan de ew roj 12'yê gulana sala 1970'yî destnîşan dikir. Roja ku dostê wî yê hêja Paul Celan xwe avêtibû hembêza robarê Seîen û xwe spartibû axê bû.


