Bala wê çû ser keçika biçûk û şîrîn ku ew, ji xwe bawer, ber bi dibistanê ve dihat. Temenê wê du sal û nîv, an sê sal bû. Penyeyek reş yê mil kin, şalwarek reş ê gul gulî yê rengo mengo lê bû. Ferek terlikê naylon di lingek de, lingê dî pêxwas bû. Keçik a bozik û por xanxolik, her dû çavên wê wekî zeviyên ajotî, şîn û kehlî dikir. Dev biçûk, poz bilind, ji hêsirên çavan sûretên hingivîn şil bûbûn. Wekî perîyekê ku ji tabloyên wênesazê bi nav û deng fir da be…
Ew rewş û keçik bûbûn sebeb ew biçe bîranîneke xwe; roj roja despêka dibistanê bûye. Ew roj, wekî fîlmekî reş û spî, di ber çavên wê re derbas bûn; wê rojê, li bexçeyê dibistanê, bi tena serê xwe bûye. Pêşî dengê li bexçê dibistanê, dengê bi zimanê biyanî ew xistibû nav metirsiyê!
Bi wî halê metirsî û ne diyar, mîna ji xewnek xirab şiyar be hay çêdibe, li bexçeyê bi tena serê xwe maye. Li welatê xwe, li bexçeyê dibistana li hember mala xwe, ew wekî bêkes, êtîm, biyaniyek bûye; nikaribûye bi zimanê xwe pirsan bike, derdê xwe bêje. Ew roj û ew kêlî, hînî tenêtiya navxweyî, jiyanek bêdeng û biyanîbûnê bûye.
Wê rojê, cerîbîna despêka dibistanên bi zimanên biyanî jiya ye. Roja bi çavên xwe ên hunguvîn, melûl nihêriye, bi pişta destên xwe yê biçûk, hêsrên li ser pozê xwe yê bilind paqij kiriye şaxek maye li dilê wê.
Çîroka keçikeke wisa bi qelemekê temam nedibû. Xeyalên wê ên roja pêşî wekî zeviyek ajotî bûne, zîpik lê barî ne, bi xwe jî wekî teyrek bûye, bask lê şikestîne!
Ji bîranînê hat. Hewla wê ew bû midexele bike çîrokek dubare nebe; bi huzn li keçikê nihêrî, ji dilê wê hat, bi destê xwe yê biçûk, deste wê keçika piçûk bigire, jê re bibêje, netirse, xeman nexwe! Ez li kêleka te me! Bi zimanê te dizanim, ji te xweş fêm dikim!
Gerek nehişta rengê şîrîn ê keçikê cî bide rengê zarokên çilmisî, neçar û bi nihêrînan diaxivîn!