Li metropolekî mamosteyekî esilkurd li taxekê, ku bi piranî kurd lê dijîn, qursa zimanê tirkî dide jinên kurd ên navsere. Mamoste ji bo dengê “e” bi wan bide fêrkirin qaşo dixwaze ji karwaniya jiyanê mînak bide. Ji jinan re dibêje, “Wexta hûn zarokên xwe dihejînin hûn çi dibêjin?”
Mamosteyê me kêliyekê ji bîr dike ku ew kurd in. Her wiha bixwe jî bîr nabe bê kurd çi dibêjin. Li bendê ye da jin bêjin, “E!E!E”.
Ji jinan jê yek bersiv dide:
- Xoce, em dibêjin A!A!A!Ê!Ê!Ê
***
Li welatekî ku şer hebe her kes bi awayekî bê aram e. Ez ê bîranînek piçûk lê bikim.
Carê ez bi riya têlefonê bi hevalekî xwe re di nav sohbetê de bûm. Dostê min bêyî bifikire, “Ew dever bi te fireh e!” got. Min wateya vê gotinê dizanî. Ji ber ku ew heval bûbû şahidê jiyana min a li van deveran, wî lewma wisa digot; ew li bendê bû ku ez li van deveran bi şort bim, êvaran biçim kafe yan jî bîraxaneyan… Bi gotinek din xwe li jiyana bajarî bigirim! Bila pirsa gelo li vî welatî jiyana bajarî ya ku em jê fam dikin heye an na bimîne li aliyekê. Wexta li welatekî şer hebe her kes bi awayek ne azad e û nikare li gorî şertên xwe yan jî hêviyên xwe bijî; şer her wext dest li pêsîra we ye!
Helbet ê hinek xwendevan bêjin tu li derdên însanan binihêre li xemên nivîskarên me binihêre! Mesele ne meseleya xeman e, behsa rastiyekê dikim li vî welatî hûn bi aîdî kîjan tebeqeyê bin, hûn çi karî bikin, hûn xwe li çi jî bigirin bi awayek hûn bi metirsî ne û aramî xwe di dilê we de nade der.
Mîsal, rojên havînê ne, carnan ji dilê we tê hûn şortê xwe li xwe bikin, rahêjin pêjgîra mezin a behrê, çend bîrayên xwe bixin çente û bêxem bimeşin. Xemek xwe dide der, hûn dibêjin lê bi rê de ez pêrgî nasekî werim! Ê dîsa hinekî bêjin, ma nivîskar an jî rewşenbîrekî mecbûr e li gorî gel û civakan tevbigere, gere ew pêşî li jiyana modern vebikin!
Li vir êdî tercih xwe dide der; belê ez mecbûr im! Lewre ez dizanim ji wan kesên ê pêrgî min werin jê gelek di nav çi halî de dijîn. Ez dizanim ku jê hin dozdeh kes in û di yek çaviyekê de dijîn. Ez dizanim ku kesên koçber li van deveran carnan bi çi karesetan re rû bi rû dimînin û ez di karwaniyê de ji bo wan nikarim tiştekê bikim. Helbet li vir mebesta min ne “gelpariziya stûr û beloq e” lê ger ez wêjevanekî bim û ger wêje û însan mîna goşt û nenûk bin wekî min got ev tercîhek e û hîç nebe mafê min heye bi awayê jiyana xwe hinekî barê wijdanê li xwe sivik bikim û hîç nebe ew kes hebikekî be min xwe nêzî xwe hîs bikin! Ne ku însan nizane yan jî naxwaze xwe li jiyana bajarî bigire.
Ji vê mîsala sivik mebesta min ew e ku ez bêjim hûn li vî welatî çi karî bikin jî, çi malê we jî hebe û hûn xwedî çi nêziktêdayîna sîyasî bin jî û hûn li ku bijîn jî û hûn xwe çiqas bixapînin jî şer rengê xwe dide jiyana her kesî û helbet em dizanin rengê şeran ew reng e ku sar e.


