Diyarname
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de ji nav tîmên derbasî çarîk fînalê bûn pişke hat kişandin.
Di encamê de ev tîm bûn reqîbên hev:
- Beşiktaş - Gençlerbirliği
- Teleset Mobilya Akhisarspor -Kayserispor
- Atiker Konyaspor - Galatasaray
- Akin Çorap Giresunspor - Fenerbahçe
Rewşa nîv fînalê
Li gor vê encamê tîmên bi ser bikevin di nîv fînalê de bi vî awayî dê bibin reqîbên hev:
- Serketiyên maçên "Teleset Mobilya Akhisarspor -Kayserispor" û "Atiker Konyaspor - Galatasaray"
- Serketiyên "Akin Çorap Giresunspor - Fenerbahçe" û "Beşiktaş - Gençlerbirligi"
Ji bo serketiyên çarîk fînalê diyar bibin du maç têne lîstin. Maçên yekemîn 30, 31 rêbendan û 1'ê reşemiyê de, maçzên duyemîn jî dê rojên 6, 7 û 8 reşemiyê de bêne lîstin.
Maçên nîv finalê jî dê rojên 27-28 reşemî yan jî 1'ê adarê, maçên duyemîn rojên 17-18 yan jî 19'ê avrêle bêne lîstin.
Maça fînalê ya kûpayê dê roja 9'ê gulanê li Eskîşehîrê bê lîstin.