Nizanim, ev derd bi tenê bi min re heye; ji bo çi Memê Alan her li koşeyek hişê min maye, her ku, bi awayek, li gorî xwe wate didimê, bi cî dikim, dengekî bi ser min dikeve, na, ne bes e, dibêje…
Helbet, ger ev dilxweşî be, problem be bi ten xwe li min nade der; ez ê a xwe dîsa bihêlim, bersiva helbestvanên me ên hêja careke din bi bîra xwendevanan bixim; pirsa jêrîn di sala 2004’an de hat kirin.
Cîhan Roj:
Baweriya me ew e ku Memê Alan destanek îngilîzî, amerîkî, yewnanî , frensewî û hwd. bûya dê ji bo wêjeyê bibûya bingeheke mezin û heya niha li her deverê dinyayê nav û deng bida. Li gorî we, Memê Alan tê çi wateyê ji alî wêjeyê û zimanê wêjeyê ve? Gelo çiqas ji berhema we re bû bingeh an jî çavkanî?
Berken Bereh:
Berî her tiştî ez dikarim bibêjim ku di çand û wêjeya kurdî de destana Memê Alan şahkarekî
bêhevtaye. Dema mirov bi hûrgelî bala xwe dide û xwe bera nav gotin û şayesên wê de
digere, mirov rastî civak, kesayetî, derûnî û psîkolojiya kurdan tê. Dîsa destana Memê Alan dema mirov danberheva destanên gelên din bike mirov dibîne ku ew ne ji wan qelstir e. Di gelek waran de hin taybetiyên hevpar jî di navbera wan de heye. Lê mixabin ev destana me ya hêja hê qasî bejn û bala xwe navdar ne bûye. Di destana Memê Alan de lehengên wê xwedî xisletên xwedayî ne, şayesandina wan bi gor vê forma vegotinê tê bikaranîn. Bozê Rewan sewalekî deryayî ye, Qralê eciniyan carna dikeve dilqê Xoce Xizir, Mem piştî strencê ku Beko wî girê dide agir jidevê wî dibare...şayesên; çavên ejdiya, ro li taştê...lê dîsa jî bi rabûn û rûniştina xwe bi temamî mirovin; digirîn, diqehirin, fen û fûtê wan hene, dimirin...Mîna hemû destanan Memê Alan jî bi mijara xwe efsanewî ye. Lê wisa bi awayek rêk û pêk hatiye honandin ku mirov zor pê dihese ku ev destaneke. Hemû xislet û teybaetiyên kurdan bi awayek hostayî û zanistî di destana Memê Alan de hatiye şirovekirin. Çêyî, xirabî,êl û eşîrî, jin û adet û toreya kurdan bê kêmasî bi gewde bûye. Her lehengek bi gor van xisletan hatiye bi gewde kirin. Zimanê destanê zimanê rojane yê ku gel pê danûstendina xwe pêk tîne ye. Sedema vê jî afirandina berhemê ji hêla dengbêjan ve hatiye çêkirin û bi saya wan xwe digihîne serdemeke din. Lew re em dizanin ku zimanî nivîskî ji ber sedemên kolonyalîstan bi derengî di nav kurdan de bi cih bûye. Ji alî şêweya xwe ve bi temamî kurdewar e. Qet naşibe wan berhemên din ên nivîskî. Lew re ên nivîskî di bin bandora zimanê serdestan de mane. Ziman rasterast zimanê gelêrî ye. Di stranên helbestê de; ên ku bo dîlanê ne bi
kafiye ne. Lê ên din de tew rêz, kafiye nayêne dîtin. Temamî rêz û dirêjbûna wan bi gor bêhna
dengbêj hatiye amadekirin. Em dizanin ku gelek caran dengbêj dema diwestin dikarin bi forma pexşanê jî destana xwe berdewam bikin. Jixwe di destanê de bi rehetî ev cure vegotin tê dîtin. Min gelek sûd ji destana Memê Alan girtiye. Berê her tiştî di alî şêwe û forma vegotinê de ku gelek li helbesta nûjen tê. Ritm û awaza hundir bêhtir azad e. Di bingeha helbesta min de şayes bi gor pîvana destana Memê Alan in; carna sirûşt dibe bingeh carna jî civak û têkiliyên însên bo sirûştê. Xeml û xêz jîndar, şênber û bi watene.heta ji min tê di îmaj û hêmayên xwe de
Feraset, mantiq û derûniya kurdewarî li ser bingeha vegotina destanê ava dikim. Heman rêbaz bo ziman û qaliban jî eyniye. Bi kurtasî dikarim bibêjim ku bo nivîskariya min ne tenê destana Memê Alan her wiha hemû zargotin û berhemine devkî xwedî rol û asteke girîng in. Lew re ew hemû berhem çavkaniya xwe ji civakê digrin û dixwazin bi erka wêjeyê bandoreke erênî li ser geşedana civakê bikin.
Bêwar Îbrahîm:
Heger mebesta te (Mem û Zîn) a Mele Ehmedê Xanî be, ku em ji Ararat, Cûdî, Sîpanê
Xelatê, Hindirîn, Sefîn, Pîremegrûn û Bagokê bipirsin, ji Firat, Dicle, Aras, Xabûr,
Ceqceq û Çiwaristûn bipirsin, ji gola Wan û gola Ormiye bipirsin, ji deşta Mêrdînê, Xelef
Axa , Diyarbekir û Behdînan bipirse wê tev bi yek dengî bibêjin: Melayê Xanî Mîrê Netewa
Kurdî ya nivîsandî ye; ez bawer nakim kurdperwerek hebe bê ewarte ku akama Mem û Zîna
wî li ser tunebe.
Û heger mebesta te destana (Memê Alan) be, ya ku Dr.Nûredîn Zaza nivîsandiye, rûpelê
pêşîn bi tenê ji vê destanê zankoyeke bi serê xwe , tew ez basa çîrokê nakim , ew rûpelê ku
Dr. Nûredîn Zaza li ser sînga wî hawar û gazî gelê kurd dike û dibêje: (Gelî Kurdan! Eger
hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiştî, zimanê xwe bixwînin û bidin
xwendin.
Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin nas kirin û hez kirin, û bi hevaltî û dostaniya
miletên din re pêş ve herin, û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixînin û bidin xwendin.
Cankurd:
Dîsa dem derbas ne bûye..Divê em berhemên netewa xwe bi cîhanê bidin xwendin. Bi zimanên wan. Hîngê wê bibînin, ku “ Ekrad xwedî maarîfet in”. Bêguman ta niha van berhemên mezin baş di nav cîhana torevanî da ne hatine naskirin, eve jî ji sistiya nivîskar û wergêrên kurd e. Lê di Kurdistanê da kesekî bibêje: “Ez nivîskar im.” Û bi Memê Alan, an Sad Ehmedê Zilîfî an jî bi Ferhad û Şîrînê hikar ne bûye tune. Di mala me da, xanima min, ku berê hîç nedizanî bixwenda, êdî Memê Alan her demekê di destê wê de ye. Gava hunermendê rehmetî Cemîl Horo piçekî ji Memê Alan distirê, pirça gewdeyê mirov radibe.. Ji zarotiyê de Memê Alan ketiye nav xwîna her kesekî kurdaxî.. Ew evîna paqij, ew fantaziya mezin, ew rewşt û nexşekirina kesaniyên efsaneyê, ew avakirina çêrokî..bi tevayî û giştî, Memê Alan bingehek torevanî ya mezin e bo manda torevaniya kurdî.
Çiya Mazî:
Berhemên her demê yên kurdî hinekî jî di cîhê xwe de mane, li dema xwe mane û bi pêşiya xwe ve nehatiye girêdan. Wateya Memê Alan wateyek jiyanî ye. Jiyana civakê bi awayekî berfireh derdixe holê. Evîn, êş, kêfxweşî, jiyana civakê, serdest û bindest hertişt tê de heye. Tê wateya ku wêjevanên vê demê yên kurdan çiqas ji wê demê dûrin û têkilî pir kêm e. Tê wateya ku berhemên pir hêja jî derketine di civaka berê de. Lê danasîn nehatiye kirin. Bê xwedî maye û nebûye bingeh ji wêjeya kurdî re. heta ku berhemên wisa nebe bingeh jî pêşketin wê pir hêdî here.
Ebdulrehman Efîf:
Çîroka Memê Alan pir nirxbilind e, xweş e, min dema dest bi xwendina wê kir, min
ew nema karîbû ji destan deynim! Min ew di du rojan de xwend, li vir, li Hannoverê.
Min ew ji xwe re bi dengê bilind dixwend, bi stranî, min ew giş bi stranî, bi dengbêjî
xwend!! Ji giyanê min re ew bû kokek e biqewet, kokeke nexuyayî lê timmî li wir!!
Wekî helbestvan û wergervan destanên hemû cîhanê ên min in!!!
Ezîz Xemcivîn:
Bi rastî destan Memê Alan li nav miletê kurd buhayê xwe pir heye û ez jî gelekî li bin
bandora wê bûm, lê di nêrîna min de heger pêçiyên Ehmedê Xanî li ser çap nebûna wê ne ev rol bidîta, gava ku ev destan bi awayekî rêzanî kir destaneke helbestî, ji warê stranê û
sawîrîtiyê anî rastbirast li gor rewşa miletê kurd anî ziman û sedemê serekî ji serketinê bû, û bi vê lîskê Ehmedê Xanî bilindiya felsefe û pehlewnî diyar kir û tekez bû ji hemû kesan re ku ne ji Beko Ewan ba wê çîroka Mem û Zîn jî tuneba….
Hoşeng Broka:
Bê guman “Memê Alan” dikare wekî yek ji girîngtirîn çavkaniyên edebiyata kurdî
were liqelemdanê. Lê di vê derbareyê de dixwazim bibêjim, ku di bîra bi kurdî de, bi
dehan “Memên Alan” hene, ku me xwe bi xwe, wekî kurdên wêranê, ew deqên
“efsanewî û destanewî”, kew û kew talan kirine.
Bo nimûne destana “Xerîbo/ Gilgamişê Êzîdî”, ku bi kurdî panava di navbera “girê
Heyhayê/ girê mirinê” û “girê jiyanê” de, bost bi bost dipîve, û sirûdên navbera
“miriyên zindî” û “zindiyên mirî”, goristan û goristan, bo me radigihîn e. Aya ev
destana ku bi kurdî mirina xerîb, goristanên xerîb, zindîbûna xerîb, heskiriyên xerîb,
“Felek”a xerîb û “sêvên wê yên xelatî û xerîb” dibêje, çiqasî li ser astê rewşenbîriya bi
kurdî, nivîskariya bi kurdî, xwendina bi kurdî û nirxandina bi kurdî....htd., bûye
aliyê yên “bi-kurdî-nivîskar“, “bi-kurdî-xwêner” û “bi-kurdî-rexnegir”???
Ciyê daxê ye, ku bîra efsanewî û destanewî a bi kurdî (ji xeynî çend “Memên Alanên”
ku di bîra her kurdekî de, hişîn bûn e), heta niha li ser astê “kurdên nivîsandin,
xwendin û rexnekirinê“, wekî “bîra edebiyatê”, nehatiye selimandin.
Ew bîra ji efsane, destan, û Xwedayên bi Kurdî, heta neha, wekî bîra “xerafatan“,
“hicrikên dînan” û bîra “aliyê nimêja xwîna biçûk”, tê xwendin. Ew di bîra nivîskarên
bi kurdî, xwênerên bi kurdî û rexnegirên bi kurdî de, “keça ji bîra nimêja jinbavê”
ye.
Konê Reş:
Ez di wê baweriyê de me ku nivîskarekî kurd yê resen nemaye û sûde ji
destana Memê Alan nedîtiye an ji xwe re nekiriya çavkanî (Ez nizanim gelo daxwaza te MemêAlan e an Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye?) Kîjan ji wan be nexem e..
Belê sebaretî Destana Memê Alan û gelê kurd bi tevayî,ez dikarim bibêjim ku tevî ku
Kurdistan çar parçe ye û di rewşek awarte de dijî û çend şêweyên ziman têde têne bikar anîn û ta roja îro hêj rojnameyek kurdî ku li her çar parçeyan belav dibe nîn e, lê 90 ji sedî ji gelê kurd serwextî destana Memê Alan e. Ev xweş nîşane ku gelê kurd gelekî zindî ye kevnê xwe zû bi zû ji bîr nake,û heger derfetên wekî îngilîz û amerîka jêre hebûna bê guman wê niha destana Memê Alan ne kêmî Romyo û Colît an Qeys û Leyla nav û deng di cîhanê de daba.
Mem Bawer:
Destana Memê Alan ez dikarim bibêjim ku xewnên zarokatiya min e. Heta heftsaliya xwe ez
li gundê Safiyayê jiyam, piştî wî jî me bar kir Amedê, gava ku ez mejiyê xwe dikolim û li
bîranînên xwe digerim hemû rêzik û mijara destanê û wekî din pîra min a Hecî Zora tê bîra
min, me serê xwe dida ser çongên wê û wê jî ji me re qala çîrok û destanan dikir; Memê Alan, Elik û Fatik, Mîrze Mihemed, Hesen Evdal, Hedlêlek û Bedlêlek, Gur û Rewî û hwd. Hûn rast dibêjin gava ku em dîroka berhembûna Memê Alan dinihêrin cara yekem 1890 de li
Patesburgê ji aliyê A.Socîn ve bi kurdî û almanî tê çapkirin. Cara duyemîn ji aliyê nivîskarê
almanî Oskar Mann ve di sala 1906’an de tê çapkirin. Akademiya Rûsan jî di 1936’an de bi
sê cureyan çap dike; vê dawiyê di 1932’yan de Roger Lescot, bi saya Celadet Elî Bedirxan 20 dengbêjan guhdarî dike û destana Memê Alan li Beyrûdê çap dike. Kengî em qedir û qîmetê bidin destan û zargotinên xwe wê çaxê wê destana Memê Alan jî nav û deng bibe.
Yildiz Çakar:
Rastiyekî me heye, em zêde bala xwe nadin wêjaye xwe û bingeha wê. Memê Alan û ên wekî
Memê Alan ne tenê ji bo min ji bo gelek nivîskarên kurd re bûne bingeh û çavkanî. Memê
Alan, Cegerxwîn, Melayê Cizirî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Ehmedê Xanî, Elî Herîrî û
hwd. wekî klasîkên kurd cihê xwe girtine. Ji ber ku kurd zanibe ka klasikên me çi ne û kî ne
divê xebatek were kirin. Bi ya min ev xebat were kirin jî wê gelek zehmet be. Ji ber ku dîroka kurdan a xwerû tu car çênebûye. Ev yek berî Îslamiyetê û ya din jî bi serhildan û şerên ku li ser kurdan hatiye qewimandin ve hin berhem û paşeroş ji holê rabûne. Dema hevokek ku li ser koka me piştî sedsalan derdikeve holê wekî ku genciniyek hatibe dîtin kêfa me tîne. Ji ber vê yekê klasikên me hemû ji bo min wekî genciniyekî ne û buhayên vê tiştî ji bo min tune ye. Ji ber sedemên zor û zordestiyê gelek hosteyên vê qadê li qada cihanê cihê xwe hîn negirtine.
Hem ji aliyê zimên û him jî ji aliyê wêjeyê ve. Dibe ku rojek bê sînorên welatan ji holê rabe.
Lê dîsa jî divê em wekî nifşa nû xwedî li van berhemên xwe derkevin û ji bo ku di wê qada ku her kes karibe sûdê jê werbigire hewildanên me hebe. Hîn li Tirkiyeyê di zanîngehekî de bêşek kurdan tune ye ku li ser berhemek dîrokî an bingehîn xebatên zanyarî bike û li ser wê felsefê ramanan ava bike. Ji ber tunebûna gelek derfetan wêjeya kurdan û hunermendên kurdan nehatiye nasîn.


