Diyarname
Çar rapvanên kurd ligel mêvanên xwe di şeva "Kurdish Rap Night" de tên ba hev.
Rapvanên kurd Xem, Reqso, Ronî Artîn û Adar êvara 15'ê mehê dê konserek pêşkêş bikin. Şeva ku navê "Kurdish Rap Nihgt" lêkirine dê 15'ê vê mehê li Beyoglu Sanat Performansê li dar bikeve. Di şeva ku Deno Ozer pêşkêşvaniya wê bike de dê hunermend Vedat Yildirim û Harûn Elkî jî wekî mêvan beşdar bibin.
Li ser çalakiyê hunermend Xem dibeje ku ev sêyemen çalakiya wan a bi vî rengî ye ku ew dikin bi vê rêzeyê ber bi muzîka rap a kurdî ya mezin û ber bi festîvala hiphopê ve bimeşînin. Li gor gotinên Xem ew diwazin li çar parçeyan, her wiha li Ewropayê jî muzîka rapê bigihînin kurdan.