PARÎS
Şîrketa Eutelsat a Franseyê weşana Roj TV rawestandibû. Roj TV li hemberî vê biryarê li Dadgeha Îdarî ya Parîsê doz vekiribû. Dadgehê îtîraza Roj TV red kir.
Eutelsatê weşana Roj TV ku bi ser peyka wan re weşan dikir rawestandibû. Li ser vê rêveberên Roj TV li Dadgeha Îdarî doz vekiribû û xwestibû ev biryar bê betalkirin lê dadgehê daxwaza Roj TV red kir.
Roj TV piştî vê yekê bi peyka yewnan Intelsatê 1 W re li hev kiribû û dest bi weşanê kiribû lê ji ber zextên DYA’yê vê peykê jî weşana televîzyonê rawestandibû.


