Diyarname
Belgefîlmê li ser zarokên kurd û mamosteyekî tirk ê bi navê "Du ziman û baholek" Xelata Belgefîlmê Herî Serketî yê Rojhilata Navîn bi dest xist.
Festîvala Fîlmên Rojhilata Navîn a Navneteweyî ku li Abu Dabiya Emeriya Erebîn Yekbûyî li dar ket bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di festîvalê de ji Tirkiyeyê derhêner Pelin Esmer bi fîlmê xwe "11'e 10 Kala" (Ji 11'an re 10 Mabe) Xelata Derhênera Herî Serketî ya Nû ya Rojhilata Navîn bi dest xist.
Belgefîlmê derhêner Orhan Eskikoy û Ozgur Dogan ê bi navê "İki dil bir bavul" (Du ziman û baholek) ji Xelata Belgefîlmê Herî Serketî yê Rojhilata Navîn bi dest xist.
Lîstikvan Hemîd Behdad ku di fîlmê Behmen Qubadî yê bi navê "Kes halê pisîkên Îranê napirse" serlîstikvanî kir jî di festîvalê de Xelata Lîstikvanê Herî Serketî bi dest xist.
Xelatên din ku hatin belavkirin:
- Xelata Fîlmê Herî Serketî: ''Hipsters'' (derhêner Valery Todorovsky)
- Xelata Fîlmê Herî Serketî yê Rojhilata Navîn: "The Time That Remains" (Derhêner Elia Suleiman.
- Xelata Lîstikvana Herî Serketî: Alicia Laguna û Sonia Couch (Her duyan bi rola xwe ya di fîlmê "Northless" ê derhêner Rigoberto Perezcano de xelat girt)
***
- Nûçeyên eleqedar:
- Fîlmên kurdî li Antalyayê xelat girtin
- Deqeya dawî: "Min Dît" û "Du ziman û baholek" xelat girt
- Li Antalyayê li ser "Mîn dît"ê nîqaş derket
- Fîlmên kurdî jî ketin dû Porteqala Zêrîn
- 'Bunun ismi ne?', 'Kew'


