Her tişt û her kesê afîner û hilberîner di nav temenê xwe yê asayî de temenekî din hildigire; temenê hilberînê afirandinê zayîna hunerê.
Diya min a 67 emr dîtî di bîst salên xwe yên zayînê de deh zik anîn dinê, pênc ji axa sar re çar neçar em pênc jê filîtîn. Yanê jineke heftê heştê salî dijî kêm zêde derdora bîst salan dikare can bide canekî/ê din. Dar jî wisa ne, çend salên bergirtinê û pişt re jî di ber de ketin û…
Wisakî, her hunermendî/a tevî temenê xwe yê asayî temenekî xwe yê hunermendiyê jî heye!
Mozart 35 sal temen kiriye, lê temenî wî yê hunermendiyê di 6 saliyê de destpêkiriye, 29 sal. Yên ji me jî, Arjenê Arî 58 sal temenê asayî borand temenê wî yê şairtiyê nêzî sî salî bû.
Şivan Perwer salên heftêyî de destpêkiriye çendîn ku hê negotiye ji min ew qas jî lê bi min ji 2000’an ve ye temam kiriye. Ciwan Heco jî wisa. Mehmed Uzun 54 sal temen jiya lê afirandinên wî nav 15-20 salan de bû.
Ku mirina hinan ji destê nexweşiyeke xeder be, ku yê hinan heqê xwe yê li cîhanê ew qas be, yên îstîsna ne tê de, ku yên emrekî têr û tije yê dirêj borandî hebin jî, lê bi min; di nav temenê asayî de dibêm temenekî hunermendiyê jî heye; yê bi adan, ê bi afirandin, ê bi hilberîn, yê ta berhema xwe ya sertacî lêkiriye, ê şev û rojê li xwe diherimîne…
Yanê temenekî derdora 20-30 salî yê bi hunerê afirandinê hilberînê her bi ducaniyê bo zayînê bi qolincan dikeve heye…
Di wan 20-30 salan de yên ji jêr de dest pê dikin ber bi jor ve pêkling pêkling hildikşin ta berhema xwe ya sertac lêkirine jî hene, berovajî wê, yên bi jor de dest pê dikin pêkling pêkling bi jêr de dadikevin ji xwe dadixin jî hene; yên di wan 20-30 salan de bes salekê, 5 salan, 10 salan, 15-20 salan temenê xwe yê hunermendiyê bi ristekê, bi helbestekê, bi pirtûkekê û ligel sertaca xwe belkî bi gelek pirtûkan heqê hunermendiya xwe de derketine jî hene…
Heçî yên virnî mayî ne; yên hunermendiya xwe di malzaroka xwe de kuştine, yên xwe û derdora xwe li derdora gotegotekê ‘ez hunermend’im’ ê xapandine û yên qet hay ji cewherê di nava xwe de nebûyî wisa hatî û wisa çûyî jî hene û yên bûne ‘navekî giran warekî wêran’ û yên gotine ‘qey ez’ û wisa bi ‘qey’ê ve mane jî hene…
Helbet temen sî salî jî dom bike penc-deh salan jî dom bike, temenê bi xêr ê bi berhema xwe ya sertacî şa bûyî ye!
Ne karê her hunermendê camêr e, mînakên vê kêm in; dema temam bûbe karibe bêje ji min heya vir..!
Loma çi bi bext e, ê sertaca xwe honandiye xemilandiye; ya pêşî û ya girîng jî jixwe ev e, xwe bi sertacekê xelatdarkirin; bo sertaca cîhanê, yê dizane dizane ku egerên din divên!..
Axirî bi bext in, yên di temenê xwe de xwe bi sertacekê payedar kirî, yên li pey xwe ristek hiştî… Wekî din, behs û dubareyek e, nebêjin filan 40 sal e, bêvan 50 sal e dinivîse; ma ser û binî ne 20-30 salek û sertacek e; lê rastiyek jî heye, eger ew cerebe û dubare nebin a sertac jî naye rûyê dinê…
20-30 sal heke bikeve ber ristekê, çi şanaz û bi bext in ên ristek li pey mayî û çi dilmezin in yên li pey risteke li pey mayînê ne…
Ya min bûye hijdeh sal. Nizam ji temenê asayî çiqas maye ji yê hunermendiyê çiqas… û nizam ji nav bireke ji min zayîne wê di rê û resmê de jê kîjan wê wekî sertac li ber kevirê gornê were danîn, nizam ez ê bi kîjanê bêm bibîr…
***
Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin:


