logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Bindestî kompleks hegomaniya(!)

  • Dîrok: 15/11/2020
Bi awayekî beloq û nezan xwe nîşandayînên hegomanîk ên bi kompleks ku ji kaniya  bindestiya me avê vedixin, hin kurd wê li dijî hin kurdên din bikar tînin, pê wan biçûk dixin, dikin amûrê henek pêkirinê ku êdî bi awayekî meriv êdî eciz dike.
Çi ku nezantî ye.
Çar mînakan bidim û pê de herim;
1-Rojekê nivîskarekî me ji min re gotibû, “hûn sê-çar hebin li rojavayê Ferêt (Li Semsûrê) hewl didin kurdiya wir xilas bikin” û bi nîv henek lê zêde kiribû ku em ew sê-çar kes hewl didin Semsûrê tevlî Kurdistanê bikin û gotibû ‘hûn nûnerên me ne em bi we serbilind in’!   
2-Di sala 2006’an de li Amedê konferansek li ser mijara zimên hatibû amadekirin, wekî delege ez jî beşdar bûbûm. Bo lê manê meleyekî deriyê mala xwe ji me çend kesan re vekir mazûbanî ji me re kir; sibehê dema em li ser taştê rûniştin pirs kir ka em ji ku ne; min jî got ez ji Semsûrê me. Got pir baş e, go “Elewiyên Semsûrê jî piştgiriya doza me dikin”!     
3-Carinan rêya min pê dikeve, yan li metrepoleke Tirkiyê yan li bajarekî me dema dipirsin, dibêjin ji ku yî, çi dem dibêjim ji Semsûrê me dibêjin aha, “hemşariyê Metîner î”!
4-Van rojên koronayê de li ser tora înternetê dostekî min ê mûzîkjen tevlî qurseke kurdî dibe. Du-sê roj beriya vê di telefonê de em axifîn min pirsî ka qurs çawa diçe. Camêr keserek kişand, got: “qursê nû destpê kiriye, lê deqeya yekem de ez têk çûm”! Min go çima çi bû? Got: “waneya yekem de mamoste gotiye em hevûdin binasin, go min jî gotiye ez ji Semsûrê me; go mamoste û çend beşdaran bi awayekî tinazwerî gotine heee, kurdiya Semsûrê “gelmîş dikim gîtmîş dikim e”. Got: “ jixwe min dizanî di kurdî de belkî ez du-sê gavan li paş wan bûm lê bi tinaz û henekên wan ez wekî derûnî sed gavî bi şûn de çûm”!
Gelo elewiyên Semsûrê yên kurd piştgiriya kîjan doza amediyekî dikin?
Gelo devoka Semsûrê devoka kîjan zimanî ye?
Gelo nivîskarê kurd ê semsûrî nivîskarê wêjeya kîjan zimanî ye?  
Gelo ji semsûrîbûna Metîner girîng e yan kurdbûna wî? Kîjan dikare me jê bişo, pak bike? Tevî ku nezan nizanin Metîner ne ji Semsûrê bi eslê xwe ji Agiriyê ye, macir e, bi salan beriya vê hatine li navçeya Kolikê ya Semsûrê bi cîwar bûne.  
Lê vê nêzikahiyê, nezaniyê londoniyek li hemberî îngîlîziya Liworpoliyekî nake, di şerê netewî de katolîkekî alman bo protestanekî alman nabêje, Orhan Pamûkê ji Stenbolê bo Ahmet Umîtê Entabê nabêje, lê em bo yên xwe dibêjin!..
Çima? Çima ku em bindest in, bi kompleks in û pêdiviya kompleksên me bi desthilatê-hegomaniyê heye; ger li hemberî dijmin serkeftineke me ya em ji nevîçirkên xwe re heta hetayê vebêjin tunebe, nexwe em ê vegerin li hemberî hev bikevin hewlên hegomaniyayê ku pêdiviya kompleksên me yên ji kaniya nezaniyê avê vedixwin pê heye..!
Ew ji xwe razibûn pişta xwe dide çi, dide encamên hilbijartinê yên ji sandoqan derketî û girseyên mîtîngan ên bi sed hezaran. Gelo ew encamên sandoqan û girseyên mîtîngan dibin pîvanên neteweyî, belkî dibên xwe nîşandayîna siyasî lê nabin ên neteweyî, nasnameyî, çandî û zimanî; ger ew encam pîvan bin gelo em ê rêjeya bi kurdî axivtinê ya navenda Amedê ya sedî 70 siyasî û ya navçeya Semsûrê Cêlikan a sifir (0) siyasî lê sedî sed bi kurdî çawa hevru bikin!?
Dema amediyek ji min re dibêje Metîner, ez jî dibêjim lê Galîp, lê Mehdî, lê Evdilqadir û filan û bêvan!…
Bo Amed bibe Ameda îroyîn xwîna bi deh hezaran xort û keçan hatiye rijandin, berdêlên pir giran hatine dayîn, lê bo di mijara neteweyî de pêşketina bajarekî mîna Semsûrê, Gurgimê, Elezîzê û hwd. tevgeran çiqas xebat kiriye, di ber de çiqas berdêl dane?
Nezan in, nizan in; li gorî bajaran behsa qerekterê mirovan kirin ne rêbaza kurdan e ya tirkan e, çi ku kurd ne gorî bajaran gorî êl û eşîran behsa qerekterên baş û xirab dikin.
Çawa ku ev dirûşma ‘bi can bi xwîn em bi te re ne…’ wergera erebî ye, gotina ‘Sirûc embara mêran e’ jî ne bi kurdî ji tirkan hatiye girtin, yanê jê girtina ‘bajarê ‘x’ ulkuculer yuvasi’ ya nijadperestên tirk e.
Heçî meseleya kurdî ye, kîjan bajarî me dikare bêje devoka min a kurdiya standart-navendî ye? Bes di ragihandin û wêjeyê de kurdiyeke navendî, standart çêdibe ew jî ji kurdiya her devokê, bajarî pêk tê, ne ya devokekê, bajarekî bi tenê.
Jixwe bila standardek di devokan de çênebe, bila mîna xwe bimînin ku rehlên kurdî kûrtir dakevin, gewdeyê zimanê me qehîmtir bibe, ferhenga me şêntir û meztir bibe. Çi ku ger ziman hewz be devok jî kaniyên dihêrikin tên hewz tije dikin in.
Yanê amedî dibêjin ‘Sa’ rast e, lê Semsûrî rastiya wê  ‘Sewê’ bi lêv dikin şaş e! Çawa dibe?
Çima ku siyasî hegomaniyayê kompleksek bi xwe re aniye, nabe ku tiştekî Amedê şaş be yê bajarên din rast be…
Nekin heyra nekin! Sînorên bajarên xwe me bi xwe diyar nekirine, loma li gorî bajaran pîvanên çanda rast, zimanê rast, qerekterê netewî diyar kirine  şaş e.
Erê aliyekî kurdan ê xirab ku kêrî dijmin tê heye, ew li her bajarî dikare derkeve holê, ew nayê wê wateyê ku ew bajar bi hemûyî ve, êl, malbat wisa ye.
Loma nebêjin filan bajarî bêvan bajarî, bêjin aliyê kurd ê baş û yê kewê qewmê xwe…
Heçî devok in, kurdî bi wan devokan kurdî ye, zengîn e; ‘gelmîş dikim û gîtmîş dikim, min çaldirmîşke ku te aramîş bikim’ ka biçin li kûçeyeke kîjan bajarî dibe bila bibe bigerin ger ber guhê we neket bêjin kurdiya Semsûrê bi tenê wisa ye!
Ji dewsa hûn tinazên xwe pê bikin, bikin egera henekan hinekî li ser sedemê serê xwe bêşînin; sedem ev e, BI CAREKÊ RE BAJARÎBÛYÎNÊ  Û BIKARANÎNA TEKNOLOJIYA WEKÎ TELEFON Û HWD. têkîliya bireke mezin a kurdan ji kurdî birî, wan nekarî-nikarin gorî rewşa nû termolonojiyeke bi kurdî  bibînin û bikar bînin. 
Loma ne tenê li Semsûrê, li pir bajar û navçeyên me rewş ev e! 
Mekin heyra mekin; devoka xwe li ser kesî ferz nekin, dengbêjê jê hez dikin li ser kesî ferz nekin, li bajarekî kurdan rabûna pir nivîskaran wî bajarî, devoka wî bajarî nake navenda kurdî û wêjeyê.
Mirovan ji ber devok, kêm bi kurdî zanînê û kêm siyasîbûnê piçûk nexin, henekên xwe pê mekin. Mirovan ji kurdayetiyê, ji kurdî sar mekin…
Ez ne nivîskarê Semsûrê me, ez nivîskarekî zimanê kurdî û yê neteweya kurd im. Ê din jî wisa ne; ji Şirnexê, Mêrdînê, Wanê, Elîhê bûyîna nivîskaran wan nake nivîskarên bajaran, ew nivîskarên netewekê ne, yên ziman û wêjeyekê ne.
Dev ji vê hegomaniya bi kompleks a bindestiyê berdin û mirovan gorî zarav, devok, bajar, herêm, gund û malbatê nenirxînin. Çi ku kurd kurd e, wan ji kurdbûna wan sar mekin, bi dûr mexin. 
Lê gelek asayî ye meriv wiha bêje, wiha bihizire, wiha hez bike û yan hez neke:
Ez wekî Welat Dilken; ji axaftinê axaftina bi hev re ya duhokiyan ta Berwariyê, ta Botanê hez dikim, pir nazik û kubar e.
Ji wêjeyê, nemaze helbest û pêxşanê ji ya nivîskarên Mêrdînê hez dikim ku nemir Arjen Arî bi  min pîr û hosteyê vê yekê bû! Sedema wê jî pir çand, pir ziman, pir nijadiya Mêrdînê ye ku rengê xwe dide vegotinê.
Ji devokan ya berferêt hez dikim, hêsa ye, hêrikbar e, bi hêsayî tê famkirin. Ji fonetîkan ji ya  Pazarcix, Elbistana Gurgimê ta Islahiya Dîlokê hez dikim, gelekî kêfa min pê re tê. 
Ji bajaran ji Semsûrê, Dêrsim, Zêtûn, Mîdyata kevn û Tatwanê hez dikim.
Ji dengbêjan ji Huseynê Ferê, Cemîl Horo, Ûzerê Şirîfnî, Kawîs Axa, Meyremxan û Eyşe Şanê, ji destanan ji Memê Alan hez dikim; bila Dilşêr Bêwar dilê xwe qet negire, nikarim pênc deqeyan jî guhdariya Şakiro bikim… Sedemên vê jî hene, çand û seqa; ez ji seqayeke (iklim) nerm û germ mezin bûme lê Serhed sar e, bi min bandora wê sariyê li ser deng û sewta dengbêj-zakiran jî heye, loma…
Erê Amed li ber dilê me şîrîn e, nirx e, paytext e, hêja ye, lê nizam ji ber kevir û axa wê ya reş e, yan ji pir siyasîbûnê ye, bi min pir sar tê, qet lê germ nebûme.
Balam tevî van hezkirin û nehezkirinan jî, ew der û dor, ew devok û bajar, ew hunermend û nivîskar ên me ne, yên min in, ên neteweya min in.
Yanê bo ez wisa hez dikim an hez nakim, nikarim heman tiştî li ser kesekî din ferz bikim, ew hezkirin nehezkirin tiştekî şexsî ye.
Divê em wisa lê binêrin, ne bi çavê ji bajarekî bûnê, devokekê, siyasîbûnê, divê em wekî neteweyeke li yên xwe binêrin, ku di nav neteweyê de cudahiyên wisa rengînî ye, gelek normal in, di her netew û zimanî de cudahiyên wisa hene. 
Bo wê,  hewceyî bi hegomaniyên bi kompleks ên ji bindestiyê tên, ji nezaniyê diçêrin nake. Erê aliyekî kurdan ê xirab heye ku ew jî li her derê dikare rûyê xwe yî reş, kirêt nîşanî me bide, mixabin…
Têbinî: Mînak giş li ser Semsûrê bûn, mebesta min ne ku Semsûrê biparêzim an derxim pêş, lê mînak ji wir bûn loma pir behsa Semsûrê hate kirin. Balam ew mînak bo bajarekî me yê din, yê wekî Elezîz, Bîngol, Dîlok, Amed, Gurgim, Meletî, Êlîh û hwd. jî dikarin werin dayîn.     

Hin Nivîsen Nivîskar

Bandora hin romanên kurdî (!)

  • 09 Sibat 2021

Di wêjeya kurdî de bi gelek cureyan romanên hatine nivîsin hene, gelek roman…Bala meriv dikşîne hin balê dikşînin, bandorekê li xwendeyan dikin, hin bes balê...

Çend gotinên dîplomatîk û ew qas!

  • 11 Kewçêr 2020

Ji naveroka zimanê vê serdemê yê danûstendinên di navbera du hêz an du dewletan re zimanê dîplomatîk tê gotin.Di rastiyê de ew zimanê li...

Sed salê carekê!

  • 28 Adar 2016

Dema meriv li ber kompîtur rûdine û dixwaze nivîsekê lêbike, ji ber bûyerên li ser vê xakê diqewimin, ku ji serê nivîsê heya binê wê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Deng û awazê resen yê kurdî: Tahîr Tofîq

ad

Hemû peywendiyên Amerîkayê taktîkî ne

ad

Kirîza Başûr û rojeva sexte

ad

Etem Xemgîn wefat kir

ad

Parêzerên Demîrtaş dê serî li AYM'ê bidin

ad

Turk-Îşê jî ji bo Taksîmê serî lê da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname