logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

‘PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’

  • Dîrok: 26/01/2012

Pênûsa xwe şibandiye misasekê jî. Bi ya min pênûsa Rûken, ji misasê bêtir mîna gîsin e.

Bawer Rûken, nivîskarekî ciwan e. Di berhema xwe ya bi navê “Dojeha Veşartî” de, ku di sala 2011’an de, ji nav Weşanên Awesta derçûye de, bi pênûsa xwe ya ku mîna misasê bav  û kalên xwe bikar aniye di nav zeviya ciwaniyê de geriyaye. Her çi qasî wî di çîroka bi navê “Dojeha veşartî” ya ku navê xwe daye berhemê de gotiye; “Pênûsa xwe mîna misaseke tûj di bedena lênûskê de dadiçikîne." Û pênûsa xwe şibandiye misasekê jî, bi ya min pênûsa Rûken, ji misasê bêtir mîna gîsin e. Ew gîsina ku axê serûbino dike, her giyayê tê de jê dike. Wî jî, dilê xwe yê ciwan û zîz, daye pêşî pênûsê û di nav erdnîgarî û ciwaniya xwe de, gotiye ‘xet were xet’. Helbet misas jî di destekî wî de ye û cara ku pêdivî dîtiye wê misasa tûj, di dilê xwe yê ciwan de rakiriye.
Her çi qasî nehatibe gotin jî, tê têgihîştin ku berhema navborî, berhema Rûken a yekem e. Ji serî heta bi dawî, di hemû çîrokên ku di berhemê de cih girtine, dîmenên ji serpêhatiyên ciwaniyê pêşkêşî xwendevanên kurd dike. Gav bi gav di nav hiş, derûnî, hest û hêviyan de diçe û yek bi yek ‘bîr’ên êşa jiyanê ku di giyanê her kesî de veşarî ne û ku mirov bi hêsanî dikare wan wekî dojehê bi nav bike, derdixe ber tava rojê.
Bi taybetî jî di çîroka bi navê “Janên parzinî” de, bi şêweyeke serketî hest û ramanên xwe hunandiye û di nav axa çîrok/wêjeya kurdî de çandiye ku hêvî û baweriyê dide ku dê di demeke ne pir dûr de, gelek berhemên hêja, li pey gîsinê wî şîn werin.
Li vê derê divê ez vê yekê jî bibêjim ku, gelek caran gîsinê Rûken teqiniye, bi herî bûye û wî misasê rast bikar neanîye. Mebesta min li vir ne bikaranîna zimanê çîrokê û ne jî rewşa zimanê wî ye. Bêşik bi zimanekî herikbar wî tevna xwe kiriye lê wekî gelek nivîskaran di warê rastnivîsê de, em di gelek çîrokan de rastî şaşiyan tên. Carnan hin nivîskar li hemberî rexneyên rêzimanî, dibêjin ew  pirsgirêk ne karê me ye, nivîskar ne mecbûr e ku rêzimaniyê bizane. Ew karê redaktor û weşanxaneyan e. Her çi qasî ev raman xwediyê rastiyekê be jî, dawiya dawî rastbikaranîna ziman, her wiha rêziman, xalbendî, hêmanên ziman û wêjeyê yên bingehîn in. Bi ser de ku ev ziman zimanê kurdî be, nivîskar nivîskarê kurd be; divê  mirov zîz û baldar be. Ji ber taybetmendî û rewşa zimanê kurdî, her nivîskarekî kurd xwediyê peywir û rista mamosteyekî/ê ye jî.
Her çi qasî min şaşbikaranîna, zayend, qertaf, cînavk û hwd rêz bi rêz, rûpel bi rûpel xêz kiribin jî, ne hewce ye ku ez wan yeko yeko li vê derê destnîşan bikim.
Ligel van, pênûsên ciwan û serketî mîna Bawer Rûken, hêvî û bexteweriya wêjeya kurdî mezin dikin.  

b.zelal@mynet.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji 100 zarokên mamosteyên kurd çend bi kurdî dizanin?

  • 15 Gulan 2010

Wekî ku tê zanîn, Mîr Celadet Bedirxanê mişextî, mişextiyê mîrekiya Botan, bi hewldan û kirinên xwe yê neteweyî, kirûyeke pîrozwer e. Ew bi ked...

Nivîsên ku di beşa SERBEST de hatibûn weşandin

  • 14 Gulan 2010

Nivîsên nivîskarê me Îsmaîl Dîndar ên ku berê di Diyarnameyê de, di beşa SERBEST de hatibûn weşandin:- Li Amedê Komeke Xwendinê- Werger; Çanda...

JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE

  • 01 Sermawez 2012

Ku mirov, li ber rûbarekî rûnê û biqîre, “Hawar e hawar, av diherike,” ku mirov li rojê binêre û bibêje, “Ev çi tiştekî sosret e, roj...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nameyeke vekirî ji birayê min Î. Seydo re.

ad

Wezîrê Karên Derve diçe serdana DTP'ê

ad

Ev der Tirkiye ye: 3 Gerînendeyên Ozgur Gundemê hatin girtin!

ad

Heyeta CPT'ê çû Îmraliyê

ad

Nivîskarê rûmete yê TUYAP'ê Cevat Çapan e

ad

71 salên kurdî li INALCO´yê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname