Diyarname
Agahiyên nû yên li ser 28'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku îsal 28'emîn car li dar dikeve tên. Vaye mêvanê rûmetê û mijara fûarê:
Îsal Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP 28'emîn car dê di navbera 31'ê kewçêrê û 8'ê sermaweza 2008'an de li dar bikeve. Mijara bingehîn a fûarê ya îsal "Di nav diyaloga nav çandan de werger" hatiye diyarkirin. Wekî mêvanê rûmetê yê fûarê jî helbestvan, rexnegirê şanoyê û werger Cevat Çapan hatiye hilbijartin.
Li gor vê yekê di fûarê de dê li ser helbest, werger û jiyana Çapan gotûbêj û panel bêne li dar xistin.


