Diyarname
Di malpera fermî ya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) a Konseya Ewropayê (KE) de hat diyarkirin ku heyet di rojên 28-29'ê avrêlê de çûye Girtîgeha Îmraliyê. CPT'ê di malperê de diyar kir ku armanca ziyareta heyetê lênêrîna rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 4 girtiyên siyasî bû. Heyeta CPT'ê di 2013'an de dîsa çûbû Îmralî, hevdîtin pêk anîbû û ji Tirkiyeyê xwestibû ku şertên Ocalan baş bike.
Heyetê nêriye ku li rewşa Ocalan nêriye û di heman demê de nêriye ka pêşniyarên heyeta CPT'î yên piştî serdana 2013'yan pêk anîne ya na.
Di malperê de gotin ku heyetê zêdetir şert û mercên girtiyan lêkolîn kirine û mafên wan ên kolektif lêkolîn kirine. Dîsa agahiyên parêzer û malbat diçin ziyaretê ya na kom kirine û pirsîne.
Heyeta CPT'ê piştî ziyareta li Îmraliyê bi Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag, Midûrê Girtîgeha Îmralî ya Ewlehiya Bilind Enîs Yavuz û rayedarên Wezareta Edaletê û Wezîrê Karên Derve şên Tirkiyeyê re hevdîtn pêk anîne. Heyeta di bin pêşengiya Mykola Gnatovskyy de, endamên wê jî Hans Wolff û Michael Neurauter bûn.
Turkdogan: Ziyaret muhim e
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ziyaret muhîm e û wiha got: "Berê jî ji bo ziyaret pêk bê me bi dehan caran serlêdan kiribû. Ziyareta heyetê ya Îmraliyê muhîm e. Dîsa NY'ê (Neteweyên Yekbûyî) di Komîteya Li diî Îşkenceyê de rewş ji Tirkiyeyê pirsîbû. Rewşa Ocalan li ser Tirkiye û cemaweriyê bandorê çêdike. Pir eşkere li dijî hiqûqê gav tên avêtin. Mafên Abdullah Ocalan ên zagonî tên binpêkirin. Zêdeyî salekê ye bi tu awayî ji tu kesî agahî nastîne. Dijzagoniyek pir mezin heye. Berpirsiyariya CPT’ê di vê bêzagoniyê de gelek zêde ye. Divê CPT rewşa Ocalan bi raya giştî re parve bike."
Heyeta Konseya Ewropayê li qada navneteweyî tekane heyet e ku xwedî maf e ku çi demê bixwaze dikare here serdena Ocalan.


