Riha
160 pêşmerge tevî erebeyên leşkerî û çekên giran ên li cem wan ji deriyê ku li ser sînor ji bo wan vebû re derbasî Kobanî bûn.
Pêşmerge ev sê roj bûn li Pirsûsê dihatin rawestandin lê vê evarkî destûr hat dayîn û pêşmerge derbasî Kobanî bûn. Ji bo derbasbûnê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê nehat bikaranîn. Pêşmerge ji cihek sînor ketin hundir û piştî sînor derbas kirin lembeyên erebeyan temirandin û ber bi gundê Boydê ve ber bi pêş ve çûn. Li cihek bi taybetî têl hatin rakirin û ji wir derbasî Kobanî bûn. Di dema ku pêşmerge ji sînor derbasî wî alî dibûn de balafirên Hêzên Koalîsyonê jî li aliyê rojhilat bombe bi ser DAIŞ'ê de barandin.


