DÎHA - ENQERE
Şandeya ku ji Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Mistefa, Wezîrê Karên Derve Suleyman Cafer û Alîkarê Wezîrê Karên Derve Cihan Mihemmed û Wezîrê Aboriyê Dr. Ahmet Yusuf pêk tê li Enqereyê hin hevdîtinan pêk tînin. Şandeya ku dixwaze bi hikûmet û derûdorên cuda ve bê ba hev dê daxwazên weke di navbera Tirkiye û Efrînê de deriyê sînor bê vekirin û bi her aweyî têkîliyên baş ê cîranan bê pêşxistin bike. Şandeyê diyar kir ku bi berxwedana Kobanê re nêrîna cihanê ya li hemberî kurdan guherî ye nirxandina “hikûmeta Tirkiyeyê siyaseta xwe ya li hemberî me biguherîne, em dixwazin bihevre jiyanê ava bikin” kir.
Li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bênavber didome. Kantonên Rojava jî xebatên xwe yên dîpolomatîk zêditir kirin. Ji Kantona Efrînê ya Rojava şadeyeke ku ji Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Mistefa, Wezîrê Karên Derve Suleyman Cafer û Alîkarê Wezîrê Karên Derve Cihan Mihemmed û Wezîrê Aboriyê Dr. Ahmet Yusuf pêk tê duh li ser vexwandina KCD û Komeleyü Piştevaniya Kobanê re hatin Enqereyê. Şandeya Hikûmeta Kantona Efrînê ya ku dê li Tirkiyeyê hefteyeke bimîne dixwazin li Tirkiyeyê û hin derûdora ve hevdîtan pêk bînin.
‘Em dixwazin di navbera me û Tirkiyeyê de deriyek bê vekirin’
Serokwezîra Hikûmeta Kantona Efrînê Hêvî Mistefa der barê hatina şandeyê de diyar kir ku ew dixwazin gelek derûdoran re hevdîtinan pêk bînin, pergela xwe ya xweseriya demokratîk û kantonan bidin nasîn û pirsgirêkên ku li kantonan dijîn di van hevdîtinan de parve bikin. Mistefa ev tişt anî ziman: “Em dixwazin hevditinan bi derdorên berfireh re hevdîtin li dar bixin, em dixwazin xweseriya demokratik û kantonan bi wan bidin nasîn. Der barê pirsgirêkên me yên heyî de em dixwazin van derdoran agahdar bikin, em dixwazin alîkariyê bistînin, têkîliyên xwe xurt bikin. Em dixwazin, têkîliyên diplomatîk ên dostane li dar bixin. Em serî de dixwazin ku di navbera me û Tirkiyeyê de deriyek vebe.”
Helwesta hikûmetê ya li hemberî Rojava
Mistefa der barê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî şoreşa Rojava û kantonan de jî da zanîn ku heta niha piştgiriyek nedaye wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di destpêka şoreşa Rojava heta niha piştgirî neda Rojava, em bangawazî dikin, ku xweserî dijmantiyê bi kesî re çênake. Em dixwazin bi cîraniyek baş, jiyanek hevpar li dar bixin. Ji bo vê yekê em li vir in, em ê van nêrînên xwe bi wan re parve bikin.”
‘DAIŞ zêdetir ji bo Tirkiyeyê xeter e’
Mistefe destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li hemberî kantonên Rojava zêditir ji bo Tirkiyeyê xetere ye û wiha berdewam kir: “Niha sinorê Sûriye û Tirkiyeyê piranî di bin parastina YPG-YPJ'ê de ye. Em dibêjin tehdîda DAIŞ'ê ji Rojava zêdetir li ser Tirkiyeyê heye. Ji bo vê yekê divê em bi hev re bersiv bidin van êrîşan. Ew dibêjin ku kurd li Rojava destkeftiya bi dest bixin dê li Tirkiyeyê kurd jî bigihijin maf û azadiyên xwe ew dixwazin ku kurd her tim di bin desthilatdariya wan de be.”
Mistefa der barê têkîliyên wan a bi Tirkiyeyê de jî nirxandin kir û got heta niha bi riyek fermî wan bi Tirkiyeyê re têkilî çênekirine lê dixwezin têkîliyên fermî bi Tirkiyeyê re pêş bixin.
‘Têkçûna Kobanê dê bibe têkçûna mirovahiyê’
Mistefe li ser berxwedana Kobanê ya di bin êrîşa DAIŞ’ê de ye û berxwedaneke bê hempa tê nîşandan jî nixnadin kir û ev tişt anî ziman: “Li Kobanê berxwedaneke mezin heye. Em bejna xwe li hemberê berxwedana kobanê ditewînin. Berxwedaniya Kobanê ji bo hemû mirovahiyê, têkçûna Kobanê tê wateya têkçûna hemû Kurdistanê û mirovahiyê. Ev berxwedan ji bo tunekirina terorê tê dayin. Ev yek ji aliyê cîhanê ve jî hate qebûlkirin. Cihan ket nav liv û tevgerê ji bo Kobanê. Dîsa li çar parçeyan vê berxwedanê kire yek. Gelê kurd îspat kir ku kurd yek in tu sinor nikarin me qût bikin. Ciwanên Bakur çûn piştgiriya Kobanê, dîsa li ser sînor çemberekî ji mirovahiyê hate li darxistin. Vê yekê berxwadana Kobanê xurtir kir û dengê Kobanê gihand cîhanê. Dê berxwadana Kobanê bibe tunekirina terorê. Tehdîda DAIŞ li ser hemû Rojava û mirovahiyê ye. DAIŞ berê Kobanê êrîşî Efrinê kir, lê têkçû. Amedekariyên me baş in, em amede ne gelê me jî amede ye. Hêza parastina me xurt e, baweriya me bi gelê me heye. Kobanê da nîşan ku çi bê derfetî hebe bila hebe lê gel ku bi rêxistin be tu hêz nikare wan têk bibe. Hêzên bi çek arteşên mezin nikaribûn li hemberê DAIŞê li ber xwe bidin niha gelê me li Kobanê 45 roj in li berxwe dide. Ev jî dide nişan ku îradeya gel hebe tu hêz nikare wî têk bibe. Dê DAÎŞ bi ser nekeve. Li Efrinê çekên me yên mezin tuneye lê baweriya me bi gelê me heye. Lê disa jî daxwaza me ya çekên giran heye. Em bangawazî li hemû derdoran dikin ku piştgirî bidin Rojava û Kantona ku Rojava bi ser bikeve dê bibe çareseriya hemû Suriyeyê.”
‘Divê di navbera kantonan de jî korîdor bê vekirin’
Mistefe der barê hêzên koalîsyonê yên li Kobanê bi hewayî çeteyên DAIŞ’ê bomberana dikin de jî got ku ev alîkarî erênî ye lê çeteyên DAIŞ’ê tenê bi êrîşên hewayî têk naçin. Mistega bilêv kir ku ji ber vê yekê jî divê zêdetir piştgirî ji bo hêzên YPG’ê bê dayîn, di navbera kantonan de jî korîdor bê vekirin.
Ligel bêderfetiyan li ber xwe didin
Wezîrê Karên Derve yê Kantona Efrînê Suleyman Cafer jî der barê berxwedana Kobanê de diyar kir kul i Kobanê gel bi çekên şexsî li ber xwe didin û li Kobanê 3 hezar sivîl hene ji bo vê jî pêwîstî bi alîkariyê heye. Cafer got ku di navbera kantonan de cudatî tuneye, hikûmeta Rojava li ser navê wan jî hevdîtinan li dar dixin. Cager bilêv kir ku Efrîn dorpêçkiriye, lê ew li ber xwe didin ev sê sal in bêceyranin ligel gelek kêmasiyan li ber xwe didin. Cafer xwest di navbera wan û Tirkiyeyê de deriyek bê vekirin.
‘Divê Tirkiye siyaseta xwe biguherîne’
Alîkarî Wezîrê Karên Derve yê Efrînê Cihan Mihemmed, jî diyar kir ku di warê tekiliyên navneteweyî de Efrîn di warê aborî, siyasî û diplomasiyê de di bin ambargoyê de ye, ew dixwazin têkiliyên xwe bi pêş bixin. Mihemmed wiha berdewam kir: “Rewşa Kobanê, rewşa me ye. Ger ku Kobanê têk biçe dê heremên din jî têk biçe, êşa me yek e. Em hatin ji bo pêwistiyên Efrinê, piştgiriya Kobanê. Tirkiye divê siyaseta xwe biguhirîne. Ger ku Tirkiye bi rengê aştî, demokrasî bimeşe divê ku siyaseta xwe jî biguhirîne, em bixwazin nexwazin jî hin piştgirî dide DAIŞ'ê. DAIŞ terorîst e. Em cînarin divêku têkiliyên me baş bibe. Niha pêvajoya aştiyê dimeşe divê ku li gor wî tevbigerin.”
Wezîrê Aboriyê Dr. Ahmet Yusuf der barê pirsgirêkên ku dijîn de ev tişt anî ziman: “Suriye di nav şer de û rewşekî xeter heye, ji sedî 50-60 bingehên erdnîgariya Suriyeyê hilweşiyaye. Rojava jî parçeyek Suriyeyê ye û ev hilweşandin li ser Rojava jî bandor dike. Kurdan bi helwesta xwe hinek pêşî li vê yekê girt. Em di hin baweran de, mesela d ibistan perwerdahiyê de em serkeftîne. Lê di warê ceyranê û avê de derfetê me tûneye. Ev problemek mezin e. Em riya jeneratoran ceyranê bi destdixin. Maliyeta vê yekê salê ji me re 850-900 milyon dolar e. Ev yek jî barê me giran dike. Em dixwazin alternatîfan çêkin. Em bang li derdorên ku projeyên wan hebin, kampanyaya dikin ku werin heremê, emê hêsaniyê bi wan re bikin. Axa me dewlemende xêr û bêr heye. Em nikarin hilberînên xwe derxin derve ye. Pêwistiya me yê mezin bi deriyek heye. Deriyek insanî be jî dê baş be Alikariyên ku ji bo heremên tên jî di bin kontrola OSO, heremên rejimê re derbas dibin lewma nagihîjin destê me. 200 hezar ji derve hatiye Efrinê. Em bi derfetê xwe li wan dinhêrin. Lê em mecbûrin ji ber ku ew cînarê me ne. Me gelek tengasî kişandin, hemû ceribandinên me yê li Rojava di nav demê de derket holê ku rast e. Damezirandina YPG'ê rastê rexneya dihat hin derdoran digot hun çima vê yekê dikin. Lê pêwistiya me bi vê gavê hebû niha derket holê ku ev pêwistî niha bû bersiv. Berxwedana YPG'ê nêrinê hêzên navneteweyî li ser hemû kurdan guhertinek pir bingehîn pêk anî. Gelê kurd ispat kir ku bi hêza xwe ya leşkerî jî, medenî îspatkir ku gelê kurd gelekî aştîxwaze. Derket holê ku êrîşê kesî nake lê ku dinya jî bi serde bê êrişê wî bike dê berxwe bide. Berxwedana Kobanê vê yekê ispatkir.Êriş hovane bûn lê berxwadenek mezin derket. Vê yekê hêzên navneteweyî neçar kir ku li xwe binhêrin. Kurd hêzekî pir xurt e, rêyedarek digot, berxwedêrên Kobanê berxwadanek mezin kirin û surprizek mezin bi me re kirin. Ez bawer dikim derbaskirina Peşmergekî gavekî pîroz e û ev jî bi saya berxwedana Kobanê pêk hat.”