Diyarname
Mebûsê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu ji bo Cîgerê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne li ser bûyerên li maça Amed Spor û Sakarya Sporê derketin pirsgiyarnameyek da meclisê.
Gergerlîoglu wisa got: "Ji dêvla ku di maça Amedspor-Sakaryasporê de biratî, dostanî bê axivîn, em îro dîsa li ser nefret û şîdetên diaxivin. Mixabin êdî bûyerên mirov êdî pê şaşwaz nabin têne jiyîn û ev yek bûye tiştek ji rêzê. Divê civat vê yekê qebûl neke. Mirov diçin temaşekirina sporê ku di bingeha xwe de aştî divê lê hebe. Zarokên me pir xirab dikvin bin bandora zimanê nefretê. Em ji dêvla pirsgirêkên xwe vê demê çareser bikin, em şîdet û nefretê ji bo zarokên xwe wekî mîrate dihêlin.
Hin pirsên ku Gergerlîoglu kirin bi vî rengî ne:
- Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye kirin? Ger hatine bikir di çi astê de ye?
- Liger ku heyeta teknîkê û rêveberiya Sakarya Sporê gotiye ewlehiyê baş ewlehiya wan girtiye û ev yek rast e çawa lîstikvanek 90 deqîqeyî bi jilêtek li nav sehayê sekiniye?
- Ji ber cudaxwazî û propagandaya îdeolojîk 3 sal û 6 meh ceza dabûn lîstikvanê Amed Sporê Denîz Nakî. Gelo dema Sirûda Îstîklalê dihat xwendin lîstikvanê Sakaryayê Dilaver Guclu nîşaneya gur çêkiribû ji ber vê dê heman ceza li wî jî bê birîn?
- Di civîna Kordînasyona Ewlehiyê ya Walîtiya Amedê de biryar hatibû girtin ku tenê 15 rêveberên Sakarya Sporê bên, çima 35 rêveber hatin? Îdîayên ku ev yek provakasyonê rast in?
- Gelo rast e ku rêveberên Sakarya Sporê daketine odeya ku lîstikvan lê cihên xwe diguherînin û gotine "Em hatine vir bimirin"?
- Gelo çima lîstikvanên Sakarya Sporê berî maç dest pê bike destên lîstikvanên Amed Sporê negirtine?
- Li hemberî îdîayên çima di serî de A Spor, kanalên din ên sporê mafê bersivê nedan lîstikvanên û rêveberên Amed Sporê? Di vî warî de RTUK (Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê) dê bikeve nava tewgerê?
- Gelo rapora çavdêrê maçê hatiye eşkerekirin? Çavdêr di raporan xwe de li ser kîjan mijaran sekiniye?
- Îdîayên daxwaza girtina Amed Sporê tê kirin, ev îdîa rast e? Ger ev îdîa rast e kî û ji ber çi planek wisa çêdike?
- Di 15'ê kewçêra 2018'an de me pirsgiyar name dabû û li ser maça Sakarya-Amed Sporê pirs pirsîbûn, we hê jî bersiv nedaye. Wê demê me xwestibû ji bo pêşî li bûyeran bê girtin tevdîr bên girtin. Di roja îro de bêyî mirov bimirin, li welat zêde xirecir derneyê planeke we xebatê heye?
- Îdiaya ev bûyer ji bo hilbijartinê têne derxistin û plankirin, gelo ev îdîa rast in?
- Lefter Kuçukdaryadîs yek ji şahidên berbiçav ê gotinên nefretê ye. Di sala ku navê wî li serdema lîgê hatiye kirin de ji bo ev bûyerên şermê derneyên çi xebat têne kirin?


