Bawer Rûken
Demên dijwar em li pey xwe dihêlin. Demên ku bav û kalên me ne xerîbê ne. Lê ji bo nifşên nû bi zindîbûna xwe, qewimînin li pêş çavan û di nav agirê şer de nû ye. Ew qasî nû ye ku em qewimînên van demên dawîn wekî nebûna wijdana biratiya qaşo ya hin tirkan li bin guhê erdê dixin; lê heman sehne ji bo bav û kalên me dubarebûnekê wêdetir tiştekî nû nabêje.
Jiyan ji bo kurdan ji du gotinan pêk tê van rojan: berxwedan û wijdan.
Têra xwe heye li ba kurdan berxwedan. Ji ber ku ji pêçekê de dest pê dike berxwedan. Pêçeka ku li şûna kefen gelek caran hatiye bikar anîn. Kurd li ber xwe didin…Di vê cehenema quncikê cîhanê de bi gurmistên ji hêrsê barbûyî, ji dilê mîna polatê, bi piçûk û mezinên xwe kurd li ber xwe didin. Qey hînbûneke jiyanî ye an jî pêdiviyeke mîna; nan, av, xwarin, raketin û nefestandinê ye. Lewre ne hêsan e jiyana miletekî di vê cehenema ku jê re Rojhilata Navîn tê gotin.
Di nava lepê çar dewletên kurdxwir de.
Ev çar dewletên kurdxwir.
Bi çek û sîleh dikin wan çavsorên ku ji cehenema dîrokê hatine.
Bi kîn û rik dikin wan barbaran bi navê misilmantiyê.
Bi kiryarên hovane ku tu dirûvê mirovatiyê li ser nîn in bi piştgiriya wan desthilatdaran êrîş dikin ser nirxên kurdan.
Zarokên di pêçekan de dikin xenîmet.
Jinên çeleng û lewend yên kurdan dikin xenîmet.
Qaşo xenîmet in xortên nûgihayî bi gotinên xwîn dirijî ji devê wan.
Xenîmetî çi ye di şerekî bê edalet û xayîn de?
Xenimî we be… Hemû xenîmetên we serê we bixwin.
⃰ ⃰
Gelo hesta wijdanê van rojan qey riya xwe şaş kiriye?
Di dirêjahiya dîrokê de hertimî hin kesan xwestiye ku wê ji riya wê bixînin, berê wê biguherînin û dirûvekî din lê bikin. Ma wijdan tiştekî wisa ye ku li pey hesabê partiyan, hesûdiyên şexsî, gengaşiyên komik û komelayan were. Ango di bin siya hin rêxistinan de bifetise, were pelçiqandin û tune were hesibandin.
Na bêguman na. Yek ji xisûsiyetên girîng yê mirovatiyê ye ku dibe şîroveyê gelek hestan. Dibe xwediyê baweriya winda ku pişt re bi qîmet dibe. Di laşê mirov de hesta herî çalak e ku mirov tenê nikare ji wê bireve gelek caran. Helbet ev hemû tişt ji bo mirovan derbas dibin. Eynî mîna ku berxwedan paşê vediguhere dinamîzma ku xwe ji nû ve bihêz dike.
Di van rojên reş û dijwar de kê dikare ji kurdan li benda wijdanê be.
Piştî ew qas qirkirin û talanan kî bi çi rûyê li bendê ye ku kurd bi wijdan nêzikî desthilatdarên xwe bibin. Qey ji bîra wan bar dike zanistên modern dema qala kurdan dikin. Zanista psîkolojiyê ji holê radibe dema qal tê ser kurdan. Jixwe zanista sosyolojiyê tew ne hêja ye ku qala kurdan bike.
Ma ne heqê her kurdekî ye ku bersiva hin pirsan hîn bibe?
Wexta ji bo kûçikan têkoşîna stragehek tê dayîn. Dibin mirovên dilrehm; lê gava kurd axa xwe mal û milkê xwe diparêzin dibin xayîn, dibin terorîst, dibin cudaxwaz dibin û dibin… Gelo çima dibin?
Lê hûn ey xwişk û birayên qaşo misilman, gava pêçiya filistîniyekî li axa Îsraîlê li kevirekî dikeve hûn dinyayê hildiweşinin. Qey ew ji dînê we ne, lê kurd ne ji dînê we ne? Qey misilmanî tenê ji bo we heye? Ma tenê bi çavê we tê xwendin dîn û îman? Qey yên ku ne ji nijadê we bin ji ehlê kûçikan in ha!
Nexwe derdê we ne misilmanî ye xwişk û birayên qaşo misilman. Derdê we kurd in. Ku ji bav û kalan de ji bo we mîna mîratekê maye. Divê kurd xulamê we bin, divê ji bo we şer bikin di ber we de bimirin… Ma mimkûn e ku kurdek bi we re di heman astê de be? Na, tehemûla we li vê yekê qet nîn e.
⃰ ⃰
Lewma û lewma ji gotinekê wêdetir rihekî di xwe de dihewîne. Temsîliyetekê ava dike û texeyyula miletekî berxwedêr saz dike Berxwedana Kobanî.
Di vî quncikê cîhanê yê herimî de bêguman tu kevir, tu kuç, tu avahî, tu ax û ezmanê bajarekî ne hêjayî mirina keçekê an xortekî ye. Tu carî jî wê nikaribe valahiya wan dagire.
Lê divê mirov ji bîr neke ku bi xêra Berxwedana Kobanî rihekî yekîtî hêdî hêdî ava dibe.
Lewma bi dengekî hêrstijî dibêjim.
Her bijî berxwedana Kobaniyê!