Diyarname
Dengbêj Mihemedê Serhedî piştî keda salan yekem abuma xwe bi navê "Şilor" derxist. Album bi taybetî bi dengê hunermend ê xweş û klamên dengbêjiyê derdikeve pêş.
Hunermend Mihemedê Serhedî di sala 1972'yan de li Dêrcemeda Qelqeliya Wanê hatiye dinê. Wî, dibistana seretayî û navîn xwendiye û lîse terk kiriye. Serhedî ku di sala 1986'an de tê Stenbolê, di sala 90'î de dest bi muzîkê dike. Pêşî li dora sê salan diçe qursa muzîkê, hînê lêdana enstrumanê dibe. Lê hezkirina wî ya muzîkê hê di zarokatî, di 8 saliya wî de dest pê kiriye. Ew wisa dibêje; "Li cem me dibêjin; enstruman heram e. Li Erdişê Uskanê Mirtib hebû. Li dawetê cemaet rûniştibû. Cematê gazî wî kir, qaydeyê HeyLê Gulê li meyê da. Dema Uskan lê da ew deng di mejî min de ma. Ez çûm mal, min ji diya xwe re got 'ezê li zirnê xim.' Diya min got, 'way lawo.' Paşê dema ez hatim Stenbolê min dest bi qursa muzîkê, tembûrê kir. Li Avcilar, ser hev sê salan perwerdeya muzîkê min dît."
Ji projeya Dengbêjên Ciwan heta Şilor
Dengbêj Mihemedê Serhedî û komek ciwan di sala 98'an de li Navenda Çanda Mezopotamyayê Koroya Pirdeng ava dikin. Ew sê salan têde dixebite lê koro ji ber bêderfetî belav dibe. Dûre ew û çend ciwan projeya Dengbêjên Ciwan ava dikin û li gelek cihan konserê didin. Piştî vê projeyê Serhedî êdî bi serê xwe, di bin banê NÇM'ê de xebata xwe ya hunerî didomîne.
Hunermend Serhedî niha yekem albuma xwe ya bi navê "Şilor" ji Kom Muzîkê derxist. Di "Şilor"ê de pênc jê klam bi giştî 13 stran cih girtiye. Mîr Beg, Welat, Rûgeş, Dayê, Kerr û Kulik, Mirin were, Laşên şewitî, Şilor, Mîr Penc, Were rindê, Were xezal, Yar lîlo, Werî Yeman stranên ku di albumê de cih girtine ne.
Ew dibêje "Min wekî bingeh dengbêjî derxist pêş lê divê min hinek tişt biafiranda, nû çêbikira jî. Loma min çend stran çêkirin. Yek du jî min ji helbestvanên kurd girtin."
Klam û çîroka wan
Dengbêj Mihemedê Serhedî dengê wî gelek li klaman tê û bi dengek herikbar klaman li dû hev dirêse. Di albumê de jî klam ji stranan xweştir hatine gotin ku ji klaman mirov tehmek xweş digire. Di albumê de wekî Kerr û Kulik, Mîr Beg, Mîr Pênc, destan, klamên ku xwedî çîrokan in xwendine. Li ser vê yekê Serhedî wisa dibêje: "Destana Kerr û Kulik min xwend. Min got em careke din bibîr binin. Jinek tirk hatiye dibêje 'ezê li ser dengbêjan lêkolînê bikim.' Dibejê 'Mem û Zîn.' Ew hatiye nasîn, ew bûye wekî benîşt. Mesela kes li ser Kerr û Kulik nasekine. Min hinek klamên ku nayên zanîn jî derxistin. Min xwest ji bilî klamên ku bûne wekî benîşt derxim holê."
Serhedî li hemberî bi awayekî teng lênêrîna dengbêjiyê jî aciz e û wisa dibêje: "Dibêjin di dengbêjî de her tişt hatiye gotin, her tişt qediya, lê nakevin kûrahiya wê. Bikevin kûrahiyê wê gelek tiştên din wê bibînin. Mînak Keremê Kor (Keremê Bazîdê) heye, ew bi serê xwe şano ye. Mînak çend şanogerên me çûne li Keremê Kor guhdarî kirine? Gere em li van binêrin. Mînak Dewrêşê Evdî gotin. Kengê Dewrêşê Evdî hat bîra wan, piştî ku serok got. Tu Dewrêşê Evdî bibêjî dengbêj î, nebêjî ne dengbêj î. Na, ne wisa ye. Dengbêjî bi sê çar stranan dizanin. Lê ne wisa ye. Binêr kurdî jî wisa ye. Kurdî naveroka wê vala kirina, bi rojbaş, şev baş dizanin. Na, kurdî ne wisa ye, ne ev tenê ye. Dengbêjî jî wisa ye. Ne teng e, fireh e, gere mirov li nav lêgerînê de be. Dîsa dengbêjî jiyan e. Jiyan e, huner e, çandin e.
Divê hunermend jî guhdar jî stranê hîs bike
Hunermend Mihemedê Serhedî li ser hesta vegotin û guhdarîkirina klaman jî dike û van gotinan lê zêde dike: "Dema stran tê gotin hem em wê hestê dijîn, hem jî guhdar. Dema tu stranek îcra bikî gere tu guhdarê/a xwe bibî wir, xwe wir hîs bike. Di albumê de 'Wer yeman' jî klasîkek wisa ye. Heskirinê jî tîne ziman ev stran."
Şilor navê straneke û di heman demê de navê xwe daye album jî. Li ser vê jî dengbêj Serhedî van gotinan tîne ziman: "Şilor, dibe ku sed salî be. Tu ji kurdan pirs bikî Şilor çi ye, dibe kurd nizanibin. Gelek dipirsin Şilor çi ye. Şilor cureyeke genim e. Gere tu bi stranan peyvên hatine ji bîr kirin jî derxî. Ji ber ku di çandê de gelek peyv jî veşartî mane. Mînak genim li nav me kurdan bi gelek peyvan tê gotin. Yek ji wan jî şilor e. Ji bo vê jî me hem Şilor li navê albumê kir, hem simbilên genim di bergê de bikar anî. Ew çand e. Ji bo însan çand çiqas pîroz be, xwarin jî wisa ye. Me genim bikar anî. Ew jî jiyan e wekî dengbêjî."
Di warê hilbijartina stranan de jî wî hilbijartineke kiriye, hin tişt girtine ber çavan û wisa dibêje: "Mînak 'Mirin were' helbestek helbestvanek kurd e. Mirin jî wekî jiyana însan rastiyek e. Ew stran aliyek ve antolojiya jiyanê ye. Çawa mirov dibe, mezin dibe, kal dibe, diran dikevin, wisa. Min ew wekî jiyanê girt xiste albumê. Mînak 'Laşê Şewitî'. Ev serpêhatiyek e. Li Wanê, li Bazîdaxa, sê însanên me yên kurd, bi awayekî hovane serê wan jêkirin, tiliyê wan jê kirin... Ev stran li ser wan e. Serpêhatiyek e. Staran 'Rûgeş' evînek e, evînek kurdistanî ye."
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.