Diyarname
Kovara ‘Kurt Tarîhî’ ku du mehan carekê derdikeve hejmara xwe ya 15’an derxist. Kovarê di vê hejmara xwe de cih dane 3 nivîsên bi kurdî jî.
Kovara Kurt Tarîhî li Tirkiyeyê bi tirkî weÅŸanê dike û du mehan carekê derdikeve. Kovarê hejmara xwe ya kewçêr-sermawezê derxist û bi vê gihîÅŸt hejmara 15’an. Di vê hejmarê de dosyaya sereke li ser êzîdiyan ku niha ew bi meseleya Åžengalê re di rojevê de ne amade kiriye. Ji bo kesên bixwazin êzîdiyan fêm bikin kovar di vê hejmara xwe de firsendeke girîng pêÅŸkêÅŸ dike.
Di dosyayê de li ser sembol, bawerî, dîrok û komkujiyên êzîdiyan hatiye sekinîn. Edîtoriya dosya Dr. Birgul Açikyildiz Åžengul kiriye û di gotina edîtor de gelek agahiyên li ser êzîdiyan daye. Di dosyayê de wisa tê gotin: “Ji bilî Åžêx Adî ku bi eslê xwe ereb e û hin mirûdên wî êzîdî kurd in û zaravaya kurmancî bikar tînin. Tenê eÅŸîra Tazhî bi erebî diaxivin. Ew jî li Behzane û BaÅŸika ku ev der li qûntara çiyayê Maqlûb a Misûlê ne dijîn. Lê ew bixwe jî îbadeta xwe bi kurdî dikin. Êzdî berê li temamê erdnîgariya kurdan a li Rojhilata Navîn dijiyan lê îro tenê li herêma Åžêxan ku dikeve navbera Behdînan û Misûlê dijîn. Li Tirkiyeyê jî li Mêrdîn, Batman û li çend gundên girêdayî Rihayê dijîn. Li sûriyê li Efrîn, li gundên li qûntarên çiyayê Cebel Sîman, li gundên QamiÅŸlo û Hesekê, li gundên Aragatson û Armavîr ên Ermenistanê, li ÊrÎwan, li Tiflîs û Telaviya Gurcistanê dijîn. Li gor êzîdiyan îro li dinyayê hejmara wan nêzî 600 hezar kesî ye.”
Di dosyaya li ser êzîdiyan de 6 nivîs (sê bi kurdî, sê bi tirkî) cih girtine. Åžengul di heman demê de nivîseke bi sernavê “Di ola êzdî de melekê tawis û îkongrafiya wê”, Edip GolbaÅŸi “Nasname, siyaset ÅŸîdet”, Dr. Pîr Memo Othman “Serê Sala Êzîdiyan”, Dr. Åžêx Xelîl Cindî ReÅŸo “Åžêxan, Åžingal û Kilîs”, nivîsiye.
Her wiha Prof. Dr. Kadri Yildirim ji aliyê “Fetwa, ferman û dorpêça komkujiyan de êzdî” mesele girtiye dest. Mehmet Bayrak jî “’Mixare’ û êzdî” nivîsiye.
Yek ji nivîsên girîng a di kovarê de jî nivîsa Fexriya Adsay a bi ser navê “Mîra yekem û tekane: Meyan Xatûn” e ku qala mîreke kurd ku di navbera salên 1913-1957’an de mîrekiya êzîdiyan kiriye.
Li gor edîtoriya kovarê îsal ev hejmara dawî ya salê ye ku derxistine û hejmara xwe ya 16’emîn dê meha yekemîn a 2015’an biweÅŸînin û bi vî awayî weÅŸana xwe bidomînin.
Ji bo xwestinê:
Tel: 0532 173 25 09
Mail: kurttarihi@yahoo.com
http://www.kurttarihidergisi.org