Diyarname
Herêma Katalonyayê ku biryar dabû di 9'ê meha sermawezê de ji bo serxwebûnê referandûmê çêbike ragihand ku dest ji referandûmê berdaye. Li gor dauyaniya parlemena herêmê "ewê daxwaza xwe ya serxwebûnê bi awayekî din bîne ziman."
Endamê Parlemena Katalonyayê Joan Herrera got ku îro dê Serokwezîr Artur Mas daxuyanî bide û diyar kir ku ewê daxwazên xwe yên polîtîk bilind bikin.
Katalonya ji aliyê aborî li nava Spanyayê herêma herî dewlemend e. Zagona Bingehîn a Spanyayê referandûmeke wisa qedexe dike. Ji bo referandûmê bi dehezaran katalonî hefteya borî ketibûn kuçeyan û daxwaza xwe anîbûn ziman.
Li Katalonyayê hê jî gelek siyasetmedar dixwazin ligel her tiştî referandûm li dar bikeve.
Di warê sporê de jî ev bûbû mijara nîqaşê. Barselonaya Katalan û Real Madrîda Spanyayê her ku bi hev re dilîzin navê "El Clasico" lê tê kirin û maçên her du tîman li dinyayê navdar e. Dihat gotin ku Katalonya bibe serbixwe dê Barselona çi bike, biryareke çawa bide... Bi vê rewşa nû re nîqaşa serxwebûna Katalonyayê dê netemire lê nîqaş dê bidomin. Agahiyên ku tên vê yekê piştrast dikin.